logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Roja Helbesta Kurdî li dar ket

Roja Helbesta Kurdî ku ji bo bîranîna Cegerxwîn tê li dar xistin îsal roja 14'e mehê li bajarê Essen ê Almanyayê li dar

  • Dîrok: 15/10/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz / Essen

Roja Helbesta Kurdî ku ji bo bîranîna Cegerxwîn tê li dar xistin îsal roja 14'e mehê li bajarê Essen ê Almanyayê li dar ket.

Roja Helbesta Kurdî ku ji aliyê komek helbestvan û nivîskarên kurd ên rojavaya Kurdistanê ve ji sala 1993'yan ve tê li dar xistin. Pêşî li rojavaya Kurdistanê roja 22'yê vê mehê, di roja koça helbestvanê mezin Cegerxwîn de hate li dar xistin. Lê ev çend sal in hem li welat, hem jî li Ewropayê ev roj tê li dar xistin.

Par Komîteya Amedekar ku ji Helîm Yûsiv, Keça Kurd û Elî Cefer pêk dihat ev roj hatibû li dar xistin îsal Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî wekî Komîteya Amadekar ev roj li dar xist û Komeleya Nûbihar a Berlîna Almanyayê jî piştgirî da wan.

Di çalakiya Roja Helbesta Kurdî de li dor sed nivîskar, helbestvanên rojavaya Kurdistanê amade bûn. Çalakî bi pêşkêşkirina Inyad Dîko li dar ket, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, sirûda Ey Reqîb hate xwendin û piştre Qado Şêrîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Şêrîn got ku di vê dema ku em têre derbas dikin de divê kurd ji bo mafên kurdan yek bin, yekîtiya xwe saz bikin.

Piştî axaftinan Keça Kurd, Hesen Îrandost, Newaf Mîro, Cankurd jî  di nav de bi dehan helbestvanan helbestên xwe xwendin. Her wiha hunermend Zubêr Salih jî bi stranên xwe reng da şevê. Komîteya Amadekar ku her sal ji bo xebata wan a ji bo kurdî xelatek dide nivîskarek, komîteya amadekar îsal Jan Dost layiqî xelatkirinê dîtibû û wêneyek Dost ku amade kiribûn diyarî wî kirin. Jan Dost di axaftina xwe ya sipasiyê de Seyda Abdurrahman Durre ku çend roj berê wefat kiribû bibîr anî, silavên ji bo Arjen Arî ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin şand.

Di Roja Helbesta Kurdî de nivîskar di heman demê de ji bo hevdîtina hev ji bajarên cur bi cur ên Almanyayê û der û dorên wê tên ba hev. Di Roja Helbesta Kurdî de belavbûnek hebû û hin kêmasî xwe nîşan didan, lê dîsa jî çalakî heta dawî bi serketî dom kir.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wezreta Neftê a Iraqê peymana bi kompanyayek Tirkiyeyê re hilweşand

ad

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

ad

Xweseriya Demokratîk bi awayek fermî hat qebûlkirin (BDP Kongre -4)

ad

Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)

ad

Agirî Spor piştî 17 salan dîsa tê

ad

Di Documentaristê de "Duet" bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname