Diyarname
Nivîskar Yildiz Çakar îro serê sibê dema ji Almanyayê dihat, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Piştî çend saetan piştî nîvro hat berdan.
Nivîskar Çakar ev çend sal bûn li Almanyayê dijiya. Îro hat Stenbolê û ji wir dê biçûya Amedê.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partî li ser hesabê xwe yê X'ê li ser vê peyamek belav kir û got, "Binçavkirina nivîskara kurd Yildiz Çakar nayê qebûlkirin. Hûn nikarin bi zextan dengê wêjeya kurdî bibirin. Em dixwazin ew demildest serbest bê berdan!"


