Diyarname.
Di Koma I de Fransa û Norwec, Senegal û Iraq hatin hemberî hev. Fransayê bi 4-1 Norwec têk bir û bi 9 pûanan kom wekî yekemin temam kir. Norwec bi 6 pûanan di rêza duyem de kom temam kir. Her ku Senegal e bi 5-0 Iraq têk bir û 3 pûanên xwe yên pêşî girtin. Senegal dê hêvî bike ku bi avarajê belkî wekî sêyemîn ji komê derê. Iraq bê pûanan vegeriya mala xwe.
MAÇA FRANSA-NORWECÊ
Di Koma I da Fransa û Norwec hatin hemberî hev. Maç bi lez dest pê kir. Di saniyeya 22'yan de şûta yekem a Fransayê hat.
Va ne deqe bi deqe xalên girîn ji maçê:
- Dq 90+4: Di nîveka duyem ku ji aliyê golan ve jî, ji aliyê şûtan ve jî nîvekek sist, bê berhênan bû, dengê golê di saniyeyên dawî de hat: Ji Fransayê Desire Doue bi golê encam diyar kir: 4-1.
- Dq 71: Oscar Bob li pêş kelehê lê da, qeleparêzê fransiz Maignan destûr neda golê biavêje.
- Dq 55, Mbapp ji derveyî xêza sehayê xweş lê da, gog ji ser dîrekê re çû derve.
- Dq 50: Eric Larsen penalti bikar anî, lê qeleparêzê Fransayê Mike Maignan destûr neda.
- Dq 48: Lîstikvanê Norwecê Oscar Bob ê ku di nîveka yekem de deng jê nedihat, di vê deqeyê de li nava sehayê gog gerand û li erdê xist. Norwecê penaltı. bi dest xist.
- Nîveka duyem bi sistî dest pê kir. Tîm gogê didin û distînin.

- dq 45: Nivîka yekem bi 3-1 bi dawî bû. Di 45 deqîqeyan de Fransayê 14 şût, Norwecê 4 şût avêtin.
- Dq 41; Defansê Norwecê xetayek mezin kir, lê qeleparêz di cara diduyan de gog zeft kir.
- GOL: dq 33: Dembele hat-tirck kir: Dembele tam li ber xêza kelehê gog girt, hinek din bi alî ve da û lê da: Got: 3-1.
- GOL: Dq: 21: Norwecê bi Aasgaard bersiv da. Aasgaardê ku li derveyî pêş sehayê gog girt, pêşî wekî çalim bike hewl da û lê da. Qelepazê li cihê xwe mat ma.
- GOL: dq 19: Dembele ji pasê Mbappe li derveyî xêza kelehê gog girt û şût lê da: Gol... 2-0.
- Dq 16: Mbapp ji nava sehayê lê da, qeleparêz destur neda.
- Dq 14: ji Norwecê şuta yekem hat, Larsenî lê dan, lê gog avêt derve.
- GOL: Dq7: Mbapp pasek xweş ji bo Dembele şand, Dembele ji nav lîstikvanên Norwecê re gog şand nav torê:
- Dq: 4 şûtê Fransayê ji qelecî vegeriya
- Di sanîyeya 22'yan de goga Mbappe ji dîrekê vegeriya


