Diyarname
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk li Qesra Serokomariyê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat ba hev. Tusk piştî hevdîtinê axivî, êrîşa li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê û rojnameya Hurriyetê rexne kir û got: "Serdana min di demeke zehmet de çêdibe. Di vê dema zehmet de pêdiviya me bi dostaniyê heye. Baweriya min ew e ku em nîşanî hev bidin ka piştgirî û dilsozî çi ye. Di hefteyên dawî de Tirkiye rastî êrîşê giran hat. Teror li ku dibe bila bibe, kî ji bo xwe bike hedef bila bike û berpirsiyariya vê kî digire bila bigire divê em bi xurtî şermezar bikin. Em wekî YE di warê terorê de ligel Tirkiyeyê di nav hevkariyê de ne. Emê li hemberî hebûna PKK'ê ya li Almanyayê bitêkoşin. Emê li hemberî hebûna PKK'ê ya li Ewropayê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser êrîşa li Navenda Giştî ya HDP'ê û rojnameya Hurriyetê me dixe nava metirsiyê. Daxwaza me ew e ku rewş asan bibe, serdestiya hiqûqê bê sazkirin."


