Wan
Egitîm-Sena Wanê di rojên Cejna Zimanê Kurdî de ev çend sal in Sempozyuma Zimanê Kurdî li dar dixe. Îsal 3'yemîn car li dar xist. Sempozyûm îsal bi sernavê “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” li dar dikeve û vê sibê dest pê kir, sibê jî dê bidome.
Mêvarê Rûmetê yê îsal nivîskar û weşanger Qahir Bateyî ye. Di destpêka sempozyûmê de Bateyî, Hevseroka Egîtîm Sena Wanê Funda Demir Bozkurt û Endamê Lijneya Zimanê Kurdî ya Egîtîm Sena Wanê Lokman Babat axivîn.
Va ne ji axaftina wan çend gotin:
Demîr: Em li bakur tenê bi zimanê tirkî perwedehiyê dibînin û ev yek li dijî peymanên mafên mirovan e. Ziman parçeyek li nasnameya kesayetê ye. Em wekî Egîtîm Sen mafê ziman yê hemû neteweyan diparêzin û modela pirzimaniyê pêşniyar dikin. Hemû milet divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne û ev yek aştiya civakî saxlemtir bike.
Babat: Di sedsala 21'emîn de kurd hê daxwaza zimanê xwe dikin. Ev yek şermizariyeke mezin e ji bo cîhanê. Divê em ne tenê desthilatan, divê em xwe jî rexne bikin. Teknolojî pir pêşketiye lê me hê jî zimanê kurdî nekiriye zimanê teknolojiyê.
Bateyî: Nekarîn kurdan wekî fîzîkî ji holê rakin û vê carê jî berê xwe dan çand û zimanê kurdî. Ziman û çanda me bêqedirkirin, navên cîh û warên me guherandin û ev rewşa bişavtinê di asteke mezin de dan meşandin. Kurdan ji bo hebûn û zimanê xwe têkoşîneke mezin meşand. Di van 20 salên dawî de kurdan karî xwe biparêzin, lê nekarîn zimanê xwe biparêzin. Dewletê encamên polîtîkayên xwe nedîtî ye, lê di van polîtîkayan de serkeftî ye. Tevî zêdebûna pirtûkên kurdî, weşangerî, çapemeniya kurdî jî, civak niha ji ziman dûr ketiye. Em nebûne xwedî hestên neteweyî ku em bikaribin ziman û çanda xwe biparêzin. Ziman hebe hestên neteweyî jî qahîm e, heke ziman nebe hestên neteweyî jî lawaz dibin. Her du bi hev re girêdayî ne. Ji parastina zimanê kurdî divê kurd xwedî stratejiyeke radîkal bin. Heke partî, serok û siyasetmedarên kurdan vê yekê nekin, wê zimanê me bihele û biçe. Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.”
Piştî axaftinan rûniştinên sempozyûmê dest pê kirin.
***
Nûçeya eleqedar:


