logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Zagon li Meclisê bi 467 dengan hat qebûlkirin

  • Dîrok: 11/08/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Pêşniyarnameya "Zagona Xurkirina Yekparekirina Civakî û Piştgiriya Milî" li Meclisa Tirkiyeyê bi 467 dengan hat qebûlkirin.

Zagona ku ji 12 xalan pêk tê ji serê sibê de li Meclisa Tirkiyeyê bû û xal bi xal dihat nîqaşkirin. Êvara 10'ê mehê dengdan çêbû; 467 mebûsî dengê erê bikar anî. 87 kesî ret kir û 7 kes jî bê alî man.

Piştî zagon li meclisê hat erêkinin Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtuluş li odeya xwe Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli, Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û Koma Yenî Yolê kir mêvan.

Serokê MHP'ê Bahçeli jî piştî erêkirinê got; "Bila bi xêr be."

Nava rojê li ser xalên zagonê yek bi yek nîqaş hatibûn kirin. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Yenî Partî Ozgur Ozel û nûnerên partiyên din li ser axivîbûn.

BAKIRHAN: QANÛNA YEKEM E KU KURD TEV LI HIQÛQÊ DIBIN
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan nava rojê li Meclisê axivî. Bakirhan got: “Niha şansek li pêşiya me ye ku em vê tekiliyê bi hiqûq û demorkasiyê mîsoger bikin" û wiha dom kir, "Rojên dîrokî werekiya siyasî dixwaze. Îro ev werekî li vê meclisê heye. Di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de xwişk-biratiya bi hezaran salan heye. Destûra bingehîn a 1921'ê rê li ber rêveberiyên herêmî vedikir. Lê piştrê ew yek xira bû. Şer êşen mezin ava kir. Sed sal berê kurd derveyî hiqûqê hatin hiştin. Ew qanûna çarçoveyî cara yekem ku kurd tev li hiqûqê dibin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan roleke avakar lîst di vê pêvajoyê de.”
Bakirhan wisa got, "Ya ku gava yekem bi wate bike demokratîkbûyîn e. Piştî meha kewçêrê dema meclis vebû, divê em ji nû ve avakirineke nû ku hemû nasname, netew û baweriyên derveyî komarê mane pêk bînin. Gavên entegrasyona demokratîk û sereratkirinên qanûnî bên avetin. Aştî serkeftina hemû gelen Tirkiyeyê ye. Bi aştiyê êdî cenazeyên kesî nayên. Aborî dê bê xurtkirin. Helbet kemasiyên vê qanûnê hene. Daxwazên demokratîk wekî mafê zimanê dayikê, xwe rêveberiyê cih negirtine. Lê ew qanûna destpêkê ya ji bo vekirina deriyê siyaseta demokratîk e. Em ê ji vî derî derbas bibin û van kêmasiyan jî temam bikin. Divê hemû netew û bawerî bi awayekî azad karibin xwe ava bikin. Em welatekî ku hemû kes bikarin wekhev û azad bijîn dixwazin.”

OZEL: EMÊ BÊJIN ERÊ
Serokê Yenî Partiyê yê CHP'ê Ozgur Ozel jî di axaftina nava rojê de gotibû: “Em îro mijara kurd diaxivin. Mijara kurd ne tenê mijara terorê, berdana çekan û ewlehiyê ye. Mijara kurd mijara hemwelatiya wekhev, serdestbûna hiqûqê, siyaseta demokratîk û nûnertiya wekhev e. Ew mijar mijara 86 mîlyon a welatiyan e. Em xwediyê mîrateya avakirina komarê û temsîliyeta siyasetê ne. Aştiya civakî ne li dijî dewleta uniter e lê berovajî wê temam kirina wê ye. Li ser tirsê dewlet nikare bê avakirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê dewleta me xurt bike. Me tu carî bi berjewendiyên siyasî li vê mijarê nenêrî. Em her tim li cihê rast sekinin. Dûh me çi got em îro jî wê dibêjin. Divê ew mijar li ber çavê milet bi awayekî siyasî bê çareser kirin. Bi salan me ew yek parast."
Ozel got "Em li pêşiya aştiyê nasekinin" û got, “Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin. Em ê ji bo vê qanûnê bêjin erê.”

 

***

Nûçeyên Eleqedar:

- Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
- Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Reyneyke ro Festîvala Mûnzûrî

ad

Li NÇM'a Îzmîrê çalakiyên adarê

ad

Fûtbolkarên jin li Olimpiyatê dê çong bidin

ad

"Commedia Dell'Arte ya Kurdî" Tartuffe

ad

Serokê Tevgera Goran: Bila Îran û Tirkîye ji rejima Sedam ders derxe

ad

Berendamên Oscarê diyar bû (Temamiya lîsteyê)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname