Diyarname
Di van rojên dawî de nas û dostên gelek nivîskarên kurd wefat kirin. Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo wan peyameke nivîskî ya sersaxiyê weşand. Vaye ew peyam:
"Ev demek e mirin li ser serê nivîskarên kurd û xizmên wan bêsekin digere û gelek hezkiriyên me ji nav me dibe. Di demeke ewqas kurt de mirina van dost û hevalan me zêde diêşîne. Li hember mirinê kes nikare tiştekî bike lê nebi vê xezebê jî...
Pêşî helbestvanê şêrgele Arjen Arî xatir ji me xwest. Demek neçû Arşevê Oskan, çend roj berê biraziyê helbestvanê hêja Ehmed Huseynî, Mehmûdê Huseynî, du roj berê bavê helbestvanê hêja Kawa Nemir û duh bi şev jî diya Kakşar Oremar çûye ser dilovaniya xwe...
Bi rastî ew qas mirin ji bo me zêde bû...
Em wekî Komeleya Nivîskarên Kurd sebrê ji malbatên wan re dixwazin û dibêjin êşa we êşa me ye...
Cihê wan bihuşt be!..."


