Diyarname
Îro "Li Tirkiyeyê 100'emîn rakirina Sansurê ya ji Çamepeniyê" ye, lê di vê rojê de li ser çapemeniyê sansur didome.
100 sal berê li Tirkiyeyê ji ser çapemeniyê sansur hate rakirin. Û ser sal ev roj li Tirkiyeyê ji aliyê çapemeniyê ve tê pîrozkirin. Îro jî tê pîrozkirin lê sansura li ser çapemeniyê qet kêm nebû.
Hê çend roj berê Turksat'ê sansur danî ser kanale Hayat Tv û niha ev televîzyon nayê temaşekirin.
Rojnameya Gundemê her doz û qedexekirin li ser e.
Malpera rojnameya Ozgur Polîtîka û gelek malperên kurdan hatine sansurkirin.
Ji van jî wêdetir malpera navdar Youtube ku li dinyayê serbest e hê jî li Tirkiyeyê qedexe ye.
Niha 6 ji rojnameya Atilimê, 4 ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi giştî 20 rojnameger û nivîskar li girtîgehê ne.


