ŞEHBA
Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê ji bo eşkerekirina bîlançoya zirarên erdhejê, xebatên deste û komîteyên wê, civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosin li dar xist.
Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên daxuyanî xwend.
Va ne agahiyên ji daxuyaniyê:
- Erdhejê zirarên mezin bi mal û dibistanan kirin.
- Rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê bi hemû saziyên xwe bi taybet komîn, meclis, şaredarî û Desteya Kar û Barên Civakî têkilî bi gel re danîn û ew ji herêmên xeter bi dûr xistin.
- Di erdhejê de 10 kes birîndar bûne, 2 ji wan bi giranî birîndar in.
- Nêzî hezar mal, 3 dibistan bi awayekî zêde zirar dîtine.
- Rêveberiya kantonê bang li şêniyên me yên li Helebê bi tevahî pêkhateyên wê û cihên niştecihbûna wan kir ku berê xwe bidin Şehbayê. Bi wê re nêzî 20 hezar kes hatin Şehbayê û ji hêla koçberan ve hatin pêşwazkirin û bi derfetên kêm alîkariya hev kirin.
- Rêveberiyê 53 kon ji xwendekaran re veda, 400 kon li şêniyên Efrîn û Şehbayê belav kir, her wiha 25 lître mazot wekî karekî lezgîn li 25 hezar malbatên li kantona Şehbayê belav kir.
- Rêveberiyê 350 kon li Kampa Serdemê, 50 kon li Kampa Vegerê ya li Şêrawayê, 20 kon li Kampa Berxwedanê ji bo malbatên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û malbatên li Şehba û Şêrawayê ku zirar dîtine, belav kirin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


