Diyarname
6'emîn Fûara Pirtûkan a İzmîrê ÎZKÎTAP heta 26'ê mehê didome. Hin nivîskarên kurd jî li fûarê ne.
ÎZKÎTAP 17'ê mehê li Kulturparkê deriyên xwe vekirin û heta 26'ê mehê dê vekirî be. Îsal Fabien Toulmê û Mehmet Eroglu wekî mêvanên rûmetê hatine diyarkirin. Heta 26'ê mehê nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin, gotûbêj û sohbet dê li dar bikevin.
Ji aliyê kurdan ve Federasyona Agiriyan a bi navê "Ege Agri Kultur Federasyon"ê di fûarê de stand vekiriye û li benda mêvanên xwe ye. Nivîskarên ji Agirî yên wekî Îhsan Bîrgul, Yaşar Eroglu, Resul Narmanoglu, Seyfettin Esin, Fewzi Civan jî bi pirtûkên xwe li standê ne. Dor 50 pirtûkên bi kurdî û tirkî yên nivîskarên ji Agiriyê li standê federasyonê têne pêşkêş kirine. Her wiha Serokê Federasyonê Erdal Alaca jî li standê pêşwazî li mêvanan dike. Heta niha mebûs, endamên saziyên sivîl, gelek kes hatine serdana standa Ege Agri Kultur Federasyonu.
Li aliyê din ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Nûbiharê jî (salon G29) stand vekiriye.



