logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin

  • Dîrok: 18/10/2025
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Şilêr di 10 mehên îsal de 70 (50 bi kurdî û 20 bi erebî) pirtûk gihandin ber destê xwendevanan. 64 pirtûk li Rojava û 6 pirtûk li Şamê ji aliyê Çapxaneya Mezopotamya ve hatine çapkirin. 7 pirtûk jî ji bo çapê şandine Îranê lê hê negihaştine herêmê.

Li gor nûçeya ANHA'yê 70 pirtûkên ku hatine çapkirin dê cara yekemîn di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn de bigihêjin ber destê xwendevanan. Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îsal di 20-26’ê vê mehê li bajarê Qamişloyê li dar dikeve.

PIRTÛKÊN BIR KURDÎ

Di nav pirtûkên hatine çapkirin de hemû pirtûkên nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv jî hene. Pirtûkên Yûsiv berê li Bakur derketibûn, niha hemû xwe gihandin Rojava.

Pirtûkên bi kurdî yên ku Şilêrê derxistine ev in:
* Keçek ji Ronahiyê, Dengvedana Êşan, 72 Demjimêrên ji Dojehê - Merwan Berekat

* Hêlîna Şoreşê - Ridwan Nesrî

* Mêrê Avis, Mirî Ranazin, Memê BêZîn, Tirsa Bêdiran, Auslander Beg, 99 Morîkên Belavbûyî, Komara Dînan, Jinên Qatên Bilind, Sobarto, Wehşê di Hundirê Min de, Firîna bi Baskên Şikestî, Serdema Qazîmazî, Romana Kurdî, Gava ku Masî Tî Dibin, Neviyê Tozê - Helîm Yûsiv

* Dîwana 7 - Ebûdê Mexso

* Hêviya Nazê, Kerê Serkeftî, Kofiya Rovî, Roviyê Çavbirçî, Serhişko - Alan Ebdulla, Pencereya Pêşîn ku nivîskar Roja Mihemed, Dilîn Ebdulrehan, Nesrîn Yûnis û Ciwana Hisên bi hev re nivîsiye.

* Parçe Muzîk 1-2, Rîtmên Rojhilatî - Elî Seîd,

* Stêrka Şivanan - Siyamed Birîm

* Xweristin di Folklora Kurdî de - Ebas Îsmaîl

* Ew Ewrê Rawestiyayî - Beyan Selman

* Lekeya Tirsê - Evîn Teyfûr

* Berhemên Giştî - Mamoste Pîr

* Dîwana Mela Zîlanî, Mîrekî Hezarfen, Di Dîrokê de Têkiliyên Kurd û Rûsan - Sedat Uluguna,

* Hêviyên Dil - Ciwan Evdal

* Hawar - Şoreş Reşî

* Hiş: Avaniyeke Îstisnayî ye - Sîesta Mîlano

* Berbang - Lema Elî,

* Awazên Miştenûrê - Nîvyana M. Mislim

* Hemewî - Bêrîvan Şam

* Stêrkên Stranan û Denbêjiya Kurdî - Mihemedê Pîrê

* Montserrat (werger) - Gulistan Sîdo

* Axîna Dilistan 1-2-3 - Cîger Efrîn

* Şîlana Geliyê Zîlan - Ronak Mûrad

PIRTÛKÊN BI EREBÎ

* “Komara Tûtiyan” anku “مملكة الببغاوات” - Şêrzad Hesen.

* “Amara 1”, “Amara 2” û “Amara 3” anku “امارا 1”, “امارا 2”, “امارا 3” - Mihemed Seîd Ewclo

* “Trêna Efrînê” anku “قطار عفرين”, - Beraa Hisên

* “Bingeha nivîsa Helbestên Şêrko Bêkes” - “البناء السردي في شعر شيركو بيكس” - Dr. Fadil Ebûd El Temîmî.

* “Çiyayên Kurdan-Lêkolîneke Erdnîgarî ya Giştî” anku “جبال الكرد-دراسة جغرافية شاملة” - Dr. Mihemed Ebdo Elî

* “Bajarên jihevketî” anku “المدن الهشة” - Ehmed El-Omer.

* “Çiya û Çek” anku “الجبال والسلاح”- Ewildîrêj Cîmis.

* “Dema “ anku “حين تتساقط التراتيل من داركسور” - Umran Elî (Dost).

* “Roza” anku “روزا” - Selahedîn Muslim.

* “Mirovkirin Wek Penagehek Helbestî” anku “الأنسنة ملاذا شعريا” - Dr. Besam El-Mejdel.

* “Girêdan û Yekîneyên Piştgirîyê di Rêzimana Hevokan a Kurdî de” anku “الرابطة ووحدات الإسناد في نحو الجملة الكردية” - Berzo Mehmûd

* “Şoreşger Cizîrê” anku “ثوار الجزيرة” - Ronak Murad.

* “Mijarên di jiyana ziman de” anku “مواضيع في حياة اللغة” - Merwan Berekat.

* “Karta Vegerê” anku “تذكرة عودة”  - Ciwan Silo.

* “Heta Mirinê Min ji Wan Hez Kir” anku “أحببتهم حتى الموت” - Diyaa Iskender.

* “Kurd di Ansîklopediya Berawirdî ya Helebê de - ji hêla El-Esedî ve” anku “الكرد في موسوعة حلب المقارنة-للاسدي” - Dr. Mihemed Ebdo Elî.

* “Ferhenga Nivîskarên Efrîn” anku “معجم كتاب عفرين” - Nîdal Yûsif.

* “Vegeriya Jiyanê” anku “استعاد أنفاسه” - Ebdulmecîd Xelef. 

XEBATÊN WEŞANA ŞILÊRÊ

Weşanxaneya Şilêr (ku di 4’ê Îlona/Rezbera 2025’an navê xwe kir Weşanên Şilêr) di sala 2017’an de, ji aliyê Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê hat vekirin. Ji 2017’an heta 2025’an, 930 pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî derxistine.

Weşanxaneya Şilêr di sala 2025’an de beşên werger, zarok, kafe û pirtûkxane jî vekirin. Ji ber wê sedemê di 4’ê Îlona/rezbera 2025’an îlan kir ku nav û logoya xwe guherandiye. Navê wê bû Weşanên Şilêr.

Weşanxaneya Şilêr bi çend pirtûkxane û weşanxaneyên li Başûrê Kurdistanê re jî kar dike. Li Dihokê bi Weşanxane û Pirtûkxaneya Xanî re, li Hewlêrê bi Pirtûkxane û Weşanxaneya Mem û Zîn, Pirtûkxaneya Rosa re, li Silêmaniyê jî bi Pirtûkxane û Weşanxaneya Cemal Erfan (Silêmanî) re kar dike. 

Rêveberê Pirtûkxaneya Şilêr Cîger Efrîn di merasîma vekirina Şilêr Cafê Pirtûkxane (4’ê Îlona 2025’an) de, li ser armanca avabûna Weşanên Şilêr wiha gotibû: “Li vir şoreşek pêk hat, lê wêjeya wê tune ye, îro em dixwazin wêjeya şoreşê ava bikin.”

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhillatê Sûriyê di 4’ê Îlona 2025’an de li Navenda Wêjeyê bajarê Qamiloyê, Şilêr Cafê Pirtûkxane vekir.

Li pirtûkxaneyê beşên Zarok, Soranî, Roman, Çîrok, Îngilîzî, Almanî, Tirkî, Folklor, Dîrok, Lêkolîn, Helbest û Pexşan, Jînenîgarî, Ziman, Wêje, Ferheng, Şano, Ziman û Ferheng – Erebî, Jin û Zarok, Zanist, Erdnîgarî, Tendirûstî û Bijîşkî, Ol, Lêkolînên Wêjeyî, Qanûn, Mûzîk, Huner, Felsefe, Derûnî, Lêkolînên Sosyalîzmê, Lêkolînên Siyasî, Cins, Polîtîka, Civaknasî, Lêkolînên Giştî hene. Di heman demê de pirtûkên Abdullah Ocalan jî di refên pirtûkxaneyê de cih digirin. Bi giştî 7 hezar û 930 pirtûk, ji wana 765 pirtûk bi zaravayên kurdî, 70 bi zimanên biyanî, 7 hezar û 95 pirtûk jî bi zimanê erebî tê de cih digirin. Ji wana 860 pirtûkên bi zimanên kurdî, erebî, tirkî berhemên Çapxaneya Şilêr in. Piştî 70 pirtûkên 2025’an li Pêşangeha Herekol a Pirtûkan a Navdewletî hatin pêşandan, dê ew jî cihê xwe di pirtûkxaneyên Şilêrê de bigirin.

Li gorî agahiyên ku rêvebera Weşanên Şilêr Fîdan Mihemed dane, niha ew  amadehî dikin li Parka Azadî ya Qamişloyê pirtûkxaneyeke din jî vekin. Fîdan diyar kir ku yek ji armancên wan ew e ku li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Amûdê, Dêrik, Hesekê, Reqa, Tebqa û Kobanê) jî pirtûkxaneyan vekin.


Rêvebera Weşanên Şilêrê Fîdan Mihemed dibêje, ew niha li Parka Azadî ya Qamişloyê amedekariya vekirina pirtûkxaneyeke din jî dikin.

**

Nûçeya û nivîsên eleqedar:

- Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

- Navenda Çandî ya Şilêrê û Weşanên Şilêrê vebû

 

 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 03 09 2026

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

news
  • 28 08 2026

Pirtûkek helbestan ‘Serêkaniyê’

news
  • 27 08 2026

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket

news
  • 22 08 2026

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin

news
  • 20 08 2026

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'

news
  • 13 08 2026

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn

ad

Saetên Demîrtaş dê derkeve TRT'ê diyar bû

ad

Welî: Ji bo pirsgirêka kurd Modela Gallerê guncan e

ad

Lîga me eleqedar dike îro dest pê dike

ad

Reqîbê Beşîktaşê diyar bû

ad

M.M’yê ku Jan Dost qal dike ez im

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname