logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

  • Dîrok: 18/09/2025
  • Beş: Hevpeyvîn

___Hevpeyvîn: Cemil Oguz___

Di bin rejima Esad de hemû tiştên bi kurdan û kurdî re eleqedar qedexe bûn. Nivîskarên li Rojava dijiyan ji mecbûrî û bi qaçaxî pirtûkên xwe li Şamê, li Libnanê û Îmaratê çap dikirin. Lê niha Rêveberiya Xweser heye û kurd, nivîskarên kurd êdî dikarin pirtûkên xwe li Rojava çap û belav bikin. Yek ji wan xebatan jî xebata Weşanên Şilêr e. Şilêrê navendeke mezin vekir. Di nav navendê de dor 7 hezar û 500 pirtûkî hene û li aliyê din pirtûkên nivîskarên kurd ên berê li derve derketine jî çap dike. Yek ji van xebatan jî çapkirina pirtûkên Helîm Yûsiv e.
Helîm Yûsiv bi ser 30 salane re pirtûkan dinivîse û belav dike. Ev bi ser 25 salane re jî ji mecbûrî koçber bûye û li Almanyayê dijî. Şilêrê biryar daye ku hemû pirtûkên Helîm Yûsiv, ligel yên nû bêne nivîsandin jî li Qamişloyê çap û belav bike.
Heta niha Şilêrê pirtûkên Helîm Yûsiv ên bi navê “Serdema Qazîmazî” (Çîrok), “Gava ku masî tî dibin” (Roman), “Firîna bi baskên şikestî” (Roman), “Romana Kurdî” (Lêkolî), “Tirsa bê diran” (Roman),  “99 morîkên belavbûyî” (Roman),  “Auslander beg” (Çîrok), “Memê bê Zîn” (Çîrok) çap kirin û yên mayî jî li ber çapê ne.
Ji bo vê yekê me xwest piştî ew qas salan vegera pirtûkan a li warê xwe, li ser axa bav û kalan ji bo Helîm Yûsiv tê çi wateyê û me ligel wî kurtehevpeyvînek kir. Kerem bikin…

PÊŞANGEHA MEHA BÊ DE HEMÛ PIRTÛK DÊ BÊN PÊŞKÊŞKIRIN
Ev projeya weşandina pirtûkên te li Qamişlo çawa destpê kir? Fikir ji ku derket?

Hezîrana derbasbûyî weşanxaneya Şilêr ji Qamişlo têkilî bi min re danîn û ji min xwestin ku pirtûkên min li rojavayê Kurdistanê çap bikin û belav bikin. Bi rastî ez ne li benda daxwazeke wsha bûm, ji ber ku berî niha min xwestibû ez berhemên xwe li wir biweşînim nedibû. Her car digotin derfeta çapkirina ew qas pirtûkan di mercên niha de tune ye. Ji ber vê bi kêfxweşiyeke mezin û bê dudilî min pêşniyaza weşanxanê pejirand û di encamê de hemû berhemên min li Qamişlo derdikevin û di pêşangeha pirtûkan ya di kewçêra 2025‘an de lidarkeve wê li ber destên xwendevanan bin. 
 - Heta niha kîjan derketine?
Heta niha 6 roman, 6 pirtûkên çîrokan, yek şano, yek lêkolîn, yek gotar, yek hevpeyvîn, bi giştî 16 pirtûkên min derketine. Her 16 li Rojava têne weşandin.
Ji bilî wan pirtûkeke nû ya ji gotar û nirxandinên hilbijartî yên li ser berhemên min hatine nîvisandin, nivîskar Hesen Dewrêş ew berhevkirine û wekî pirtûk amade kirine. Ew jî bi berhemên min re derdikeve.

HESTÊN SERKEFTINÊ Û SERBILINDIYÊ
 - Berî Stenbolê, pêşî pirtûkên we li Şamê yan li Lubnanê derdiketin, niha cara pêşî ye pirtûkên te û nivîskarên wekî te li Qamişlo dertên. Ev hesteke çawa ye, tu dikarî çi bêjî?
Yekem pirtûka min li Şamê di sala 1991‘ê de “Mêrê Avis” ya bi zimanê erebî bû. Ew pirtûka yekem û ya dawî bû ku min karîbû li Sûriyê çap bikim. Ji ber qedexeya li ser navê min, ez neçar mam pirtûkên xwe yên bi zimanê erebî li derveyî Sûriyê biweşînim. Min li Libnanê, Îmarat, Misrê, Qeter, Kuwêt û hin welatên din yên ereban dan weşandin. Her wiha yên kurdî min li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji 1996’an de bi “Mirî Ranazin” destpêkir û heta niha. Li Qamişlo berî niha tenê romana mina “Gava ku masî tî dibin” di sala 2018’an de ji hêla Desteya Çandê ve hat weşandin.
Niha piştî derbideriya sîh salî cara yekê ye derfet çêbû ku berhemên min vedigerin ser axa xwe û ji cihê lê jidayikbûne tên weşandin. 
Tevî ku heta niha em li rojavayê Kurdistanê di bin gefxwarinên qirkirin û jiholêrakirinê de ne û ji her çar aliyan ve bi xêrnexwazan dorpêçkirîne, lê dîsa jî bi weşandina hemû berhemên min re di hinavên min de hestên serkeftin û serbilindiyê cih digrin. 
Yên hêjayî spasdariyê ne di pîleya yekem de şehîdên me ne. Ji ber vê berî her kesî min spasiya wan kir. Wan rê li ber weşandina hemû berhemên min li Qamişlo vekir. Spasdarê wan im ku ev xewna min a biçûk bi cih anîn. Bi hêvî me ku di demeke nêzîk de rê li ber pêkhatina xewna mezin vebe.

ROMANA NÛ WÊ HEM LI AMEDÊ HEM LI QAMIŞLOYÊ BE
 - Gelo niha pirtûkek te ya berê li cihek derneketibe heye? Û mimkûn e pêşî li Qamişlo ev derkeve?

Pirtûka mina nû romana jînenîgariya min e. Min nexwest di nav koma berheman de derkeve. Lê ewê di demeke nêzîk de hem li Qamişlo û hem li Amedê di heman demê de derkeve.
Wekî nivîskarekî ez dikarim bêjim ku sala 2025’an sala min e. Hemû berhemên min bi çapeke nû hem li Qamişlo - Rojava û hem li Amedê - Bakur derdikevin. Ji bo vê yekê ji kêfan re bask bi min ve şîn tên. Nexasim li Rojava, divê em tofana kurmanciyê li wir rakin û cih roj bi roj li zimanê erebî teng bikin, em vegerin xwezaya xwe ya kurdî û toza dagîrkeran û zimanê wan ji ser hiş û rihê xwe daweşînin.

Helîm Yûsiv cara yekê sala 1991'ê pirtûka xwe çap kiriye û ji wê rojê de nivîsandin û çapkirina pirtûkên xwe didomîne.
 

 

*********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Seroka Juriya Porteqala Zêrîn diyar bû

ad

Mebûs tên berdan, kom ava dibe

ad

Ji bo Manchester City talûkeyeke mezin

ad

Çil hejmarên 'Kurmancî' derketin

ad

Mînakek ji bo asta spora Tirkiyeyê

ad

ZEND'a 26'an derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname