___Amadekirin: Ciwan Nebî___
Helbestvanê kurd Cegerxwîn piştî bêhtirî 40 salî ji koçkirinê vedigere û bersiva hinek pirsan li ser jiyan û helbestên xwe pêşkêş dike.
Vegera Cegerxwîn vegereke girîmane ye (Hypothetical), dikeve warê hewildanekê ku em ligel hev çend xalan gengeşe bikin, li gor xwendina helbestên Cegerxwîn, diyalog û nivîsên li ser wan.
Helbestên Cegerxwîn ku ji dehên salan ve bi henteşiya xwe di wêjeya kurdî de berdewam in, gelek xwendevanan kêfxweş dikin, lê di heman demê de, li cem gelek xwendevanên din dibin cihê rexneyê ye.
Helbestên cihê pirs û gengeşeyan, ku herdem li paş xwe pirsine din dihêlin, gengeşene din vedikin, her wiha dergehine din ji bo veger û xwendinê... Kerem bikin hevpeyvîna ku me amade kir.
*
- Helbestvanê kurd Cegerxwîn, xwendevanên te bi qasî ku helbestên te nas dikin, dixwînin, ew qasî dixwazin jiyana te jî nas bikin, zarokatîya te?
Ez kurê cotkarekî kurd im, navê min yê bi rastî Şêxmûs Hesen e, di sala 1903'yan de, li gundê Hesarê yê girêdayî navçeya Mêrdînê li bakurê Kurdistanê ji dayik bûm. Min li dibistanên olî xwendina xwe bi dawî kir û li bakur, başûr û rohilatê Kurdistanê geriyam, ta rojavayê Kurdistanê, ku li wir niştecî bûm. Berî ku di sala 1979'an de berê xwe bidim Ewropayê, welatê Swêdê û li wir di 22'ê meha 10'an a sala 1984'an ji dinyayê bar bikim û li Qamişlo, li mala xwe werim spartin ji bo axê, ez li vir niştecî bûm.
Min, di ciwaniya xwe de ji helbesta kurdî hez kir. Min berhemên Cizîrî û Xanî xwendin, her wiha helbestên kurdî yên ku teka teka peyda dibûn, rewş ne wekî niha bû. Wekî niha pirtûk, pirtûxane gelekî kêm bûn, tune bûn.
Min heşt berhemên helbestan nivîsandin. Berhema yekê di bin navnîşana Pirûsk û Pêt de, di sala 1954'an de derket û berhema dawî di bin navnîşana Aştî de, piştî mirina min bi salekê di sala 1985'an de derket.
Min gelek pirtûkên din jî nivîsandin, çi di warê çîrokê de, çi di warê ziman, ferheng, dîrok û jînenîgariyê de.
- Tu wekî helbestvan tê naskirin, bêhtir ji çîronivîs, yan zimannas, yan dîroknas...
Ev daxwaza min bû. Min ji te re got ku min ji helbesta kurdî hez kir, min xwest, bi helbesta kurdî nasnameya xwe, gelê xwe û xweşikbûna welatê xwe Kurdistanê pêşkêş bikim. Dema ber bi warên din de herikîm, di nav wan de warê siyasetê, ew, bi sedemên xwe vedigeriya bindestiya me kurdan, bindestiya welatê me, ku di encamê de lawazbûnek di pirtûkxaneya kurdî de hebû. Min xwest hewil bidim, gavekê biavêjim, ji bo nifşê li pey min gaveke din biavêje, em, dema pirtûkxaneya xwe ava bikin em welatê xwe ava dikin, min xwest nêrîneke wiha pêşkêş bikim û bi helbestên xwe nêrîna xwe teqez bikim.
- Te navê xwe ji Şêxmûs Hesen kir Cegerxwîn. Çima?
Dema min Mem û Zîna Ehmedê Xanî dixwend ez rastî navê Cegerxwîn hatim. Xanî dibêje: "Zîna ku şebîhê duri meknûn, fil halê ku dî Mem cigerxûn, bêhiş kete ber pîyan bêgav, serwa ku gihişte ber pîyan av".
Min pir ji navê Cegerxwîn hez kir. Min biryar da ku navê min be, navekî kurdî, ku min, çîroka min derdibire, ji xwe min ev di helbesta xwe "Ez û gundê xwe Hesarê/ de gotiye: /Ji bo jîn û felatê, ketim nav kêferatê, ji çîroka Mem û Zîn, navê xwe kir Cegerxwîn."
- Te li ser demeke dirêj ji temenê xwe hersê berhemên xwe yên pêşî yên helbestan derxistin, lê, bi tenê di her pênc salên dawî yên temenê xwe de, li Swêdê te pênc berhem derxistin. Çi hat guhertin, ta ew qasî rewşa nivîsandinê li cem te xurtir, zêdetir bû?
Ev jî, bi sedemên xwe vedigeriya rewşa welatê me, rewşa me li welat, dijwar bû, derfeta ku em bi hemû dema xwe bi nivîsandina helbestê mijûl bin tune bû. Her wiha em bi siyasetê mijûl bûn, bi nakokiyên siyasetê, bi pirsgirêkên civakê, bi ser de karîna çapkirinê li welat, ku tune bû, qedexe bû pirtûk bi kurdî werin çapkirin.
Karê nivîsandinê li cem min ranediwestiya, alava min bû, bi wê ber bi hemî bûyeran de diçûm, lê rewşa çapkirinê tiştekî din bû, berûvajî rewşa nivîsandin û çapkirinê li Swêdê ku gelekî baştir bû, lewra min bêhtir dikarî bû binivîsim û bêhtir berhemên xwe çap bikim.
- Ji Qamişlo ta Swêdê çi di helbesta te de hat guhertin?
Gelek tişt, guhertinên girêdayî derbasbûna demê, temen, girêdayî guhertina cih, ku di encama wan de mirov, nêrîn û tevgera mirov tên guhertin.
Li welat dengê helbesta min pir bilind bû, qîrek bû ji bo mafê gelê kurd, mafê cotkaran, bindestan, li Swêdê helbesta min berê xwe guhert ber bi rambûnekê de, ku min bêhtir dixwest gengeşeyekê bikim, bi wê bigihîjim armancên xwe û gelê xwe, bi agahiyekê, bi nerînekê, helbesta min ez bûm, li her derê, di her demê de, her bi nivîsandinê min dixwest bêhtir nêzîkî gelê xwe bim û gelê xwe bêhtir nêzîkî xwe bikim.
- Tu di destpêkê de li ser helbestên Xanî û Cizîrî axivî ku bi wan hezkirina te ji helbesta kurdî re dest pê kir, jêderên te bûn, lê te nivîseke din pêşkêş kir, cuda ji nivîsên wan?
Li vir bêhtirî ku nivîsandin nasnameya te ya kesayetî ye, bi hemî hûrbînîyên wê, hewildana te ye ku xwe pêşkêş bikî, bi taybetmendiyên xwe. Min xwest hinek gavên din di helbesta kurdî de biavêjim, di destpêkê de bi zimanê civak û gelê xwe binivîsim, zimanê kêlîka gelê xwe bim, lewra gerek bû helbesta kurdî ji zimanên din rizgar bikim, zimanên erebî, farisî û tirkî ku di helbesta kurdî ya derwêşiyê de amade bûn, di helbestên Cizîrî, Teyran û Xanî de, her wiha di helbestên helbestvanên kurd yên din de, min xwest civaka xwe, rewş wê, bi zimanê wê yê hêsan û jîr bigihînim. Ligel helwest û nerînekê, gerek bû ez helbesta kurdî ji rewşa derwêşîyê rizgar bikim, berê wê bidim doza gelê xwe, êşa gelê xwe û welatê xwe Kurdistanê.
- Gelo helbestvanine din hebûn, berî te, ligel te, ku bi hewildaneke wekî ya te nêzîkî helbesta kurdî-kurmancî dibûn?
Bêguman hebûn, lê helbest, wekî hewildanek sereke, wekî guhertina ku li ser axivîm, li cem min proje bû, bi hemî keda min, bi berhemên min yên pir. Cihê rêzgirtinê ne helbestvanên wekî Celadet Bedirxan, Qedrî Can, Kamîran Bedirxan û Ebdilrehîmê Rehmî, her wiha gelek navên din.
Cudabûna min di wê yekê de bû, ku min helbest wekî dozeke sereke bijart, bi hemî karîna xwe, di hemî qonaxên jiyana xwe de, min xwest hezkirina kurdî, bi zimanê kurdî yê zelal pêşkêş bikim, bi hewildaneke nûbûnê ber bi helbesta kurmancî de biçim, wê bibim qonaxeke din, ku ji wê helbesta kurdî karibe careke din dest bi xwe bike, wekî helbestên hemî gelên cîhanê, di qonaxên xwe yên xwezayî re derbas bibe, yên girêdayî demê, nerîn û dîtinên her nifşekî di her demekê de.
- Rexnegir dibêjin ku di helbestên te de asteya hunerî ji helbestekê ta helbesteke din ciyawaz e. Bêhtir dibêjin ku asteya hinek helbestên te gelekî bilind e, berûvajî hinek helbestên din ku asteya wan gelekî nizim e. Tu dikarî li ser vê çi bêjî?
Ez helbestvanê rewşa gelê xwe bûm, min xwest kêlîka gelê xwe, bi awayekî ku bigihîje binivîsim, nemaze dema em rewşa kurdan, bindestiya wan ber bi çavan bibin, ne dibistanên kurdî hebûn, ne xwendevanên kurd wekî îro, min, wekî mînak gelek helbest li ser mafên cotkaran nivîsandin, li ser şêx û meleyan ku ol ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar dianîn, rewşeke xwezayî ye ku helbestên wiha bi ziman û awayekî hêsan werin pêşkêşkirin, ji bo bigihîjin xwendevanên xwe, armancên xwe, û rewşeke xwezayî ye ku bi asteya xwe ya hunerî cihê rexneyê bin.
- Ma ne xweşikbûn armanca nivîsandinê ye, gelek helbestên te di dema xwe de man, bi stûbariya xwe di hewildana xweşikbûnê de dema xwe derbas nekirin, berdewam nekirin?
Li cem min gelek caran helbest, bi nameya xwe armanc bû, hewildaneke guhertina rewş û civakê bû, bêhtirî asteya hunerî, ev helbest wekî stûbariya helbestê di warê xweşikbûnê de, di her demê de berdewam nake, di dema xwe de dimîne, armanca xwe pêk tîne û diçe.
Ez bi tevî te dibim, bi tevî rexnegiran ku xweşikbûn armanca sereke ya nivîsandinê ye, ku wan helbestan ev merc pêk neanî, ber bi stûbariyeke din de, lê bêhtirî şîroveya bûrî ez ê nêrînekê pêşkêş bikim: Min gelek helbest wekî helwestekê nivîsandin, wekî belgeyeke dîrokî, ku bi asteya hunerî cihê gengeşe û rexneyê ne, lê di heman demê de, di warê hezkirinê, salixdanê, di warê helbesta pabend de min gelek helbestên bi asteyên hunerî yên bilind nivîsandin, min heşt berhemên helbestan yên berfireh derxistin, bi sedan helbest, wekî xwe, wekî her helbestvanekî li cîhanê min helbestên xweşik nivîsandin, kêlîkên xweşik, her wiha helbestên ne li gor dil û nerînên rexnegiran jî. Îro li ser rexnegiran gerek e ku berhemên min, bêhtir bi hûrbînî bixwînin, şirove bikin, guhertinên rewşê, cih û demê binirxînin, gerek e bersivên pirsên xwendevanan pêşkêş bikin.
- Ez ê pirseke kestayetî bikim, te di demekê de nivîsand ku rewşa xwendinê di nav civakê de gelekî kêm bû. Ev rastîyek e, tu hanederekî sereke bûyî di dema xwe de ber bi xwendinê de, lê gelo tu carekê, rojekê bi reşbînîyê hest bûyî, tu hest bûyî ku tu westîyayî, yan şikestî?
Bêguman, û gelek caran, nemaze ku civak, bêhtirî rewşa dûrketina ji xwendinê, bi aloziyên xwe yên navxweyî mijûl bû, bi pirsgirêkên ku her roj derdiketin, çi di nav kesan de, çi di nav malbatekê û malbateke din de, yan di nav partiyekê û partiyeke din de. Wekî mînak ez bi xwe neçar bûm ku mala xwe ji derekê bibim dereke din dema malbata min û malbateke din bi hev re şer kirin. Ez li ser vê axivîm di wê hevpeyivînê de ku Kendal Nezan bi min re kir. Hevpeyivîna ku ji derhêneriya derhênerê kurd Yilmaz Guneyî, di rewşeke wiha de helbet ez ê bi şikestinê hest bibim, bi reşbîniyê, lê her ez berdewam bûm di nivîsandinê de, wekî alaveke çareserkina pirsgirêkan, ber bi pêşxistina civakê de, bi hewildanê, bi xwendinê dema pirsgirêk werin destnîşan kirin, her wiha awayên çaresekirina wan.
- Helbestên te dibûn stran. Ev tişt îro jî berdewam e. Nêrînek li ser strana te heye, rola wê di belavbûna helbestên te de, ku ew sedem bû, haneder bû?
Ez bawer im gaveke baş bû dema helbesteke min dibû stran, bi hêsanî digihîşt xelkê, bêhtir, nemaze li gor rewşa kurdan ku em li ser axivîn, lê stran alavek bû ku helbesta min bigihîje, ne çêkerek bû. Min helbesta xwe, bi armancekê dinivîsand, carnan bi ser diketim, carnan têk diçûm û alavên gihîştina helbesta min cur bi cur bûn.
- Wekî mînak helbesta te "Kî Me Ez", ger hunermend Şivan Perwer nekiriba strana Kî Ne Em, wê ew qasî hatiba naskirin, belavkirin?
Binihêre stran gelek caran sedem bû ku helbesta min were naskirin, her wiha xwendevan berê xwe bidin berhemên min, lê helbesta min jî gelek caran sedem bû ku stranên xweşik derkevin, hunermendên ku bibin cihê hezkirina xelkê.
Ez têkilîya di nav helbesta xwe û stranê de nabînim ku yek ya din çêdike, ez dibînim ku hev berdewam dikin, digihînin, lê di heman demê de helbesta min di pirtûkên min de amade ye, îro cihê xwendinê ye, bibe stran, nebe stran, ev tiştekî din e.
- Îro helbesta te cihê xwendinê ye. Te got, ka ez pirsa rewşa helbesta kurdî ya îro bikim, li Rojava, cihê ku te lê nivîsand, tu çawa dibînî? Tu çawa helbesta wan kesan dibînî, yên ku pir in, hewil didin helbesteke wekî helbesta te binivîsin?
Ez nikarim bibêjim ku îro rewşa helbesta kurdî li Rojavayê min kêfxweş dike, dilê min di cih de ye ku gelek helbestvanên kurd derketin, dinivîsin, lê ez pirsa bipêşxistina helbesta kurdî dipirsim, min helbesta xwe pêşkêş kir, ez qonaxek im di helbesta kurdî de, gerek e li ser helbestvanên îro ku helbesta min berdewam bikin, ber bi qonaxeke din de, helbest û qonaxa min dubare nekin, min dubare nekin, ji min dest pê bikin, ber bi helbesta xwe de ku wan, taybetmendî, ziman û awa û dema wan derbibire.
Ez, berî hinekî, li ser hewildana xwe di nûkirina helbesta kurdî de axivîm, guhertina ku armanca min bû, bêguman cihê xemgîniyê ye dema dibînim ku helbesta min li cem hinek helbestvanan dibe armanc, hewil didin bigihîjin wê, di encamê de dibe rêbend li ber guhertinê, li ber wan ku bigihîjin xwe, bigihîjin dema xwe û hûrbîniyên wê.
Helbest nasnameya helbestvan û gelê helbestvan e, gerek e her helbestvanek wê bi rengê xwe pêşkêş bike, rengên berî xwe, rengê min wekî mînak bi pêş bixe, xweşiktir bike.
- Helbestvanê kurd Cegerxwîn di dawîyê de helbesta bexşane, awayê helbesta îro, ku ligel helbesta kêşesaz amade ye, ger tu îro, bi awayekî fîzîkî li jîyanê bayî, wê te ev helbest nivîsandiba?
Ez, bi awayekî fîzîkî ne li jiyanê me, lê li gor şopînerên helbestên min, li gor rexnegiran û guhertina ku min di helbesta kurdî de kir, guhertinên ku min di helbesta xwe de kirin, nêrînek heye ku ez bi helbesta xwe her bi dema xwe re bûm, ligel hûrbînîyên wê, guhertinên wê yên berdewam_ wê min helbesta bexşane nivîsandiba?
Li gor rexnegiran, li gor nêrîn û guhertinên ku min kirin erê wê min helbesta xwe guhertiba û gera xwe berdewam kiriba, ez ê li cem rengekî, yan awayekî helbestê ranewestiya ba ma.

Ciwan Nebî ligel Cergerxwîn (Bi AI hatiye çêkirin)