Diyarname
Wayne Allwine ku 30 salan zêdetir deng da Mickey Mausê navdar jiyana xwe ji dest da.
Li gor daxuyaniya Walt Disney Co. dublajkarê wan Wayne Allen ê ku ev 30 salan zêdetir e deng dide Mickey Mause ji ber nexweşiya diyabetê jiyana xwe ji dest da.
Yek ji rayedarên Disney Pictures Robert Iger li ser mirina Allwine wisa got: "Ew zilamekî bû jiyana xwe dabû Disney. Ji 30 salan zêdetir ew bû deng, rih û her tiştê Mickey. Jiyan da karaktera herî îronîk ya dinyayê. Ew çavkaniya dilgeşiyê bû."
Wayne Allwine ku ji sala 1966'an ve karê dublajê dike, di sala 1986'an de bi rêzeya "Amazing Stories" Xelata Emmy girtibû.
Berî Allwine du kesên din deng dabû Mickey Mause. Pêşî Disney bi xwe deng dabû, dûre Jimmy Mac Donald û dema wî jiyana xwe ji dest da vê carê Allwine deng da Mause û bi vê yekê Mause (mişk) bû mişkê herî navdar ê dinyayê.
Jina Wayne Allwine Russi Taylor jî ev 20 sal in deng dide Minnie Maouse. Allwine li ber jiyana xwe jiyana xwe ji dest da.


