Diyarname
Tenîskarê navdar Novak Djokovic di maça fînalê ya li Tûrnûvaya Vekirî ya Tenîs a Amerîkayê (US Open) de reqîbê xwe Daniil Medvedev bi têk bir û 4'emîn car li US Openê bû şampiyon. Djokovic bi vê yekê bû 24 caran dibe Şampiyonê Grand Slam ku ev yek li dinyayê rekor e.
Maça fînalê ya US Openê tam 3 saet û 17 deqe dom kir. Djokovic di setan de bi 6-3, 7-6 (7-5) û 6-3 bi ser ket. 3'yemîn tenîskarê mezin ê dinyyayê Medvedev piştî 3 saet û 17 deqîqeyan êdî nikarî ber xwe bide. Bi vê serketî Djokovic li dinyayê derket rêsa yekemîn.
Djokovic piştî serketî li Stada Arthur Ashe ji bo çapemenî wisa got, "Di dema zarokatiyê de serketina li Wimbledonê tekane aranca min bû. Min qet xeyal nekiribû ku ezê li vê derê qala 24'emîn Şampiyoniya xwe ya Grand Slamê bikim. Di van du salên dawî êdî min ev yek xeyal dikir û min xwe bi xwe digot, 'Ma çima ez neceribînim.'"
4 CARAN 3 GRAND SLAM
Djokevic 36 salî ye. Di tenîsa mêran de Djokevic bû kesê herî extiyar ê ku US Openê bi dest dixe. Dîsa bû yekemîn kes ku di serdemek de 4 caran 3 Grand Slamê bi dest dixe.
24'EMÎN GRAND Û NADAL ÇÛ
Di meha pûşherê de li Fransa Vekirî de jî Djokovic bi serketibû û bûbû 23'yemîn Şampiyoniya Grand Slamê. Niha bû 24'emîn Şampiyoniya Grand Slamê. Piştî wî Rafael Nadal tê ku tenîskarê Spanyayî Nadal 22 caran bûye şampiyonê Grand Slamê.


