logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste

  • Dîrok: 03/01/2025
  • Beş: Serbest

___Cemil Oguz___

Min wê rojê nivîsek bi ser navê “Lîpyana Kosova, Farqîna Amedê” nivîsî. Li Lîpyan  a Kosovayê tenê li gundek tirk dijîn, lê tirkî wekî “zimanê di statuya fermî de” hate qebûlkirin. Bi dehan bajarên me, li gund û navçeyên me kurd dijîn lê kurdiya wan ne fermî ye, ne jî hatiye qebûlkirin. Hûnê bipirsin “Ma nûçeyeke wisa dest pê dike?” Erê nûçe wisa dest pê nake. Lê ji bo em bizanibin ev pirtûkên di sala 2024’an de hatine çapkirin di rewşeke çawa de hatine çapkirin me destpêkek wisa guncav dît.
Niha em vegerin ser lîsteya xwe. Erê carek din, salek din jî me navên hemû pirtûkên li Bakur dan hev û lîsteya Pirtûkên Bi Kurdî yên 2024’an amade kir. Kerem bikin pêşî îstatîstîk û düre jî temamê lîsteyê.

HEJMARA 2023 û 2024'yan
Di sala 2022'yan de 351 pirtûk, di sala 2023'yan de 349 pirtûk ketin ava lîsteya me. Îsal 342 pirtûkan di lîsteya me de cih girtiye. Belê me sal bi 342 pirtûkî temam kiriye.

WEŞANXANEYA YEKEMÎN PEYWEND E
Par (2023) 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibû. Îsal me kariye xwe bigihînin 38 weşanxaneyan. Bi gotineke din 38 weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî derxistine. Ji weşanxaneyan herî zede Peywendê pirtûk çap kirine. Peywend bi 50 pirtûkî ketiye nava lîsteya me. Dûre J&J bi 44 pirtûkan hatiye û Nûbiharê jî bi 34 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih girtiye. Hejmara pirtûkên van her sê weşanxaneyan 127 heb in ku wisa dixuye sedî dor 35'ê hemû lîsteyê aîdê van hersêyan e.

'ROMAN' BÛYE YEKEMÎN
Di nav cureya pirtûkan de îsal romanê ji par cudatir yekemînî ji destê helbestê girtiye. Bi temamî wekî 74 roman hatine çapkirin. Dûre helbestê bi 72 heban cihê xwe girtiye. Û wekî her gavî çîrok di rêza sêyemîn de tê ku 39 heb jê hatine weşandin. Ev her sê cure dikin 178 heb ku bi vî wayî ji sedî 50 zêdetirê lîsteyê ji van her sê cureyan pêk tê. Bi ser 20’î re pirtûkên li ser dîrokê îsal derketine. Pirtûkên li ser folklorê, li ser ziman cureyên din in ku hatine weşandin. Gere em vê jî bêjin, Peywendê îsal lîsteyeke dirêj wekî "Klasîkên Kurdî" amade kiriye.

NIVÎSKARÊN ZÊDE KED DANE
Ziya Avci nivîskar, lêkolîner, wergêrekî kurd e û bi salan e kedê dide. Îsal ev keda wî gelek xuya bûye. Tam bi temamî îsal 24 pirtûk bi cureyên cuda li ser navê wî hatine weşandin; ha wekî amadekar, ha wekî wergêr. Piranî pirtûkên ku navê Avci li ser e ji Nûbiha û Peywendê derketine. Xebata Prof. Dr. Marûf Xeznedar bi wergera Ziya Avci ji Nûbiharê derket ku gelek hêja ye. Wekî din jî gelek pirtûkên li ser dîrokê Avci gihandine ber destên xwendevanan.
Lêkolîner Hîlmî Akyol ev dor 40 salan e xebatên berhevkariyê dike. Û ev li dor 10 salan e wan parçe bi parçe, cure bi cure amede û belav dike. Îsal 17 pirtûkên wî bi vî awayî di nav lîsteya me de cih girtine ku bi vê bûye duyemîn. Bi vî awayî tene 41 pirtûk ji deste du kesan derketine ku ev yek dor sedî 12’yê temamê lîsteyê dike.

PIRTÛKÊN CAPA YEKEM
Me îsal jî kir ku "tenê pirtûkên ku CARA YEKEM hatine çap kirin bixin nav lîsteyê. Dame lîste ji bo min hatin, gelek pirtûkên di nav lîsteya weşanxaneyan de hebûn ku berê li weşanxaneyeke din çap bûbûn hebûn. Min ew neqandin û ji nav lîsteyên gihîştin ber destên me de derxistin. Îhtîmal heye hinên ez jê hay çênebûne hebin, lê piraniya lîsteyê ji pirtûkên ku li Bakur cara yekem çap bûne hatiye amadekirin.
Niha jî kerem bikin hemû lîste:



AR:
- Girava Mirazan / Mehmet Şirin Bulga / Roman
*
ARAM:
1- Xêr û Şerên Durî Çavan / Huseyin Ozsoy / Roman
2- Xendeka Biloka - Gora Komî / Hogir Berbir / Roman
3- Dildarê Serkeftinê / Mahmut Aba / Roman
4- Dema Tu Çûyî / Leyla Saraç / Helbest
5- Berfederya / Yusuf Karataş / Çîrok
6- Dilşadiya Xemsaran / Eyyup Yaşar /  Çîrok
7- Kulmek Ax Dilopek Av / Kolektif / Çîrok
8- Mistek Ronahî / Resul Baltaci - Fikret Karakoç / Mîzah
9- Jana Dil / Hesen Beyret / Bîranîn
10- Baxçeyê Veşartî / Frances H. Burnette / Werger Seher Yildirim / / Klasîkên Zarokan
*
ARYEN:    
1- Newaya Berxwedanê (Du cîld), Mûrad Yîldenîz & Huseyîn Guçlu / Roman
2- Bavê Min ê Mitirb / M. Çiya Mazî / Roman
3- Siwarên Dêmanî Siya Sêdaran / Welat Esen, Helbest
4- Kolanên Birîndar, Necmettîn Tural, Helbest
5- Aşê Dînan, Abdullah Ongollu Şêrwî / Pêkenok
*
AVESTA: 
1- Ez û Ez Jiyana min a piştî mirinê / Hiner Saleem / Ji fransî: Sevda Orak Reşitoglu / Roman
2- Qêrînek di gewriya şevê de, / Eta Nehayî / Ji soranî: Rizgar Elegez / Roman
3- Deryas û Laş / Bextiyar Elî / Ji soranî: Payîz Milan / Roman
4- Payîz an jî Ziyab / Suzan Samanci / Roman
5- Selaheddîn Avakarê Dîrokê / Mariolle/Meli/Loiseau / Ji fransî: Ergin Opengin / Xêzêroman
6- Botanname / Hemû Helbest / Berken Bereh /Helbest
7- Lîrîka Berbangê / Mewlûd Oguz / Helbest
8- Vateyê zimistanî / Pinar Yildiz / Helbest
9- Dupa Eşqê Qîza Şivîn / Çerkezê Reş / Helbest
10- Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din / Rizgar Elegez / Çîrok
11- Katib û Kûçik / Ulku Bîngol / Çîrok
12- Serê Sibê / Lorîn S. Dogan / Çîrok
13- Bîra bîra min / Gerard Chaliand / Ji fransî: Fawaz Husên / Çîrok
14- Durru’l-Mecalis / Mela Mûsayê Hekarî / Werger Ramazan Pertev / Çîrok
15- Şahê Maran û Loqman Hekîmî/Varyantê Estanika Şahê Maran / Amadekar: Alî Aydin Çîçek /  Çîrok
16- Têverşanitişê Fekê Gimgimî û yê Çewlîgî / İbrahim Bingol / Lêkolîn
17- Humanîst û Şervan / David Ben-Gurion / Ji îngilîzî: Fahriye Adsay / Bîranîn
18- Fethên îslamî li Kurdistanê / Ferset Mer’î / Ji erebî: Emîn Narozî / Dîrok
19- Rastiya Kurdistanê, Nirxandinek li ser belgenameyên partiyên ereb û kurdan / Cemal Nebez / Ji erebî: Bernas Qerejdaxî / Dîrok
20- Bîrgeha mê / Fatma Savci / Ceribandin
22- Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê / David Aberbach / Ji ingilîzî: Fahriye Adsay / Raman
*
AZAD:
1- Dîrok-Herodotos / Herodotos / Wergêr: Zîya Avci / Dîrok
*
BARAKA:
1- Muse / Hasan Sezgin / Hîkey Tûtan

*
BELKÎ:
1- Strî / Bêrîvan Karatorak / Roman
2- Temaşevanê Hêja / Ronîrên / Helbest
3- Bezax û Bexş / Serdem Atsiz / Helbest
4- Rêwiyên azad / Xanim Yildirim / Helbest
5- Ji bo dînozoran / Siya Jandar / Helbest
6- Rêya dil koleksiyona êşbêjiyê / Bahoz Arî / Helbest.
7- Rexne û rexnegirî 2 / Çorê Arda / Rexne
*
BÊJING:
1- Pêrew / Fewzî Bîlge / Roman
2- Xweliya Zeman / Serwer Amed / Roman
3- Senfonîka /    Dilbirîn Dilo / Helbest
4- Alfabeya Sosyalîzmê / Leo Huberman / Werger Emîn Uslu / Felsefe 
*
DARA:
1- Guregup / Receb Dildar / roman
2- Pace / Fewzî Bîlge / Roman
3- Gênco / Ali Kemal Çinar / xêzeroman 
*
DENG:
1- Îdyomên Kurdî (Cilda yekem) / M.Emin Bozarslan / Ziman
*
DOZ:
1- Gazî û Hawar e / Bûbê Eser / Roman
2- Tebeşîra Zer / Jan Dost / Roman
3- Otobûsa Kesk / Jan Dost / Roman
4- Morîkên Rojnivîskê / Majêd a Mihemed / Helbest
5- Hestname / Bayram Ayaz / Helbest
6- Ey Ez / Suphiye Bulut / Helbest
7- Mîr Muxtar / Ahmet Yılmaz / Bîranîn
8- Di Êzdiyatiyê de Rênîşanên Mirinê / Kemal Tolan / Bawerî
9- Kawayê Deşta Sûwaran / Bîlal G. Şadî/  Zarok
10- Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Peyderî û Torinên Mala Şero / Feridun Suphandag / Lêkolîn
*
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ: 
1- Hînker - Kirmanckî (Zazakî) / Amadekar Sîpan Haco / Ziman
*
FAM:
1- Vengê Hewnan / Nusret Karul / Şiîr
*
ÎMLA: 
1- Kewa Mi / Gursel Sarikaş / Şiîr
*
J&J: 
1- Sêber-1 | dergeh -şopa jêbirî- / H. Kovan Baqî / Roman
2- Sêber-2 perestgeh / H. Kovan Baqî / Roman
3- Sêber-3 | nîngeh -différance- / H. Kovan Baqî / Roman
4- Sonda delalê / Gulistan Kanîreş / Roman
5- Bablîsok / Kamran Simo Hedilî / Roman
6- Xwîn diherikî dîcle / Mehmet Kaynak /werger Muhsîn Ozdemîr / Roman /
7- La mare au diable - 1846 (gola cinan - 1846) / George Sand / Werger Feratê Dengizî / Roman
8- Çarenûsa mirov / Mihail Aleksandroviç Şolohov / Werger Feratê Dengizî / Roman
9- Wesyetên wenda / Mehmet Bulut / Roman
10- Bayê kûr - 1 | havîn / Ahmet Anaç / Roman
11- Bayê kûr - 2 | veger / Ahmet Anaç / Roman
12- Bayê kûr - 3 | bager / Ahmet Anaç / Roman
13- Berbang / Yaşar Eroglû / Roman
14- Mîrê peya / Ax Amed (Habib Guler) / Roman
15- Sebra gamasî / Kamran Simo Hedilî / Helbest
16- Hêvî | helbestên aştî û wekheviyê / Muzaffer Kalaba / Helbest
17- Sorgula baxê îremê / Ahmet Bahadır / Helbest
18- Behra bênav / Mehmet Sıddık Biçer / Helbest
19- Torosa spî (çîrokên bê nasname) / H. Kovan Baqî / Çîrok
20- Cindoyê gavan / Resul Narmanoglu / Çîrok
21- Ûsivê bafille / Ahmet Çelik / Çîrok
22- Tirada hûman / Mervan Serhildan / Çîrok
23- Hevgirtina estetîk a çîrokê | di romanê de şêwaz û vegotin  / Ahmet Anaç / Lêkolîn
24- Dengbêj û çîrokbêjên mêrdînê – 2  / Hilmi Akyol / Zargotin
25- Dengbêj û çîrokbêjên serhedê - 3   / Hilmi Akyol / Zargotin
26- Pênc guhertoyên hesenê alê / Hilmi Akyol / Zargotin
27- Dozdeh çîrokên bi stran û dozdeh stran-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
28- Dengbêj û çîrokbêjên pasûrê / Hilmi Akyol / Zargotin
29- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
30- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 2 / Hilmi Akyol / Zargotin
31- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 3 / Hilmi Akyol / Zargotin
32- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 4 / Hilmi Akyol / Zargotin
33- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 5 / Hilmi Akyol / Zargotin
34- Antolojiya çîrokbêjên amedê - 6 / Hilmi Akyol / Zargotin
35- Dengbêj û çîrokbêjên bismilê / Hilmi Akyol / Zargotin
36- Baqek çîrokên gelêrî - 2   / Hilmi Akyol / Zargotin
37- 12 qewimîn û 12 stran - 5   / Hilmi Akyol / Zargotin
38- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên karazê-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
39- Stranên hevnav-1 / Hilmi Akyol / Zargotin
40- Qevdekî bîranîn bihîstin û serpêhatî - 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
41- Pîrebok / Sevda Kaplan / Nivîsdank-Hêçan
42- Mintiqaya pîran û gêlî de arêkerdişê estanekan / Fexredîno Pîronij / Zargotin-Tez
43- Nêrgizên lêborînê  / Mizgîn Ronak / Nivîsdank-Hêçan
44- Guldeste | hin beşên ji berhemên hasan kiyafet / Hasan Kiyafet / Nivîsdank-Hêçan


*
LÎBERTA:
1- Lalêş / Şivan Zeren / Helbest
2- Xewnên Bêjingkirî / Hamza Denîz / Helbest
*
LÎS: 
1- Ebû muslimê xuresanî / Îhsan Colemêrgî / Roman
2- Evîndarên FRANZ K. / Burhan Sonmez / Roman    
3- Rûyên Şevê / Bawer Rûken / Roman    
4- hinar / Haydar Ergulen / Werger Lal Laleş / Roman
5- Monologên Evînên Kedîkirî / Mem Bawer / Helbest    
6- Melayîketa Dîl / Mem Bawer / Helbest
7- Stêrka Sêvê / Mem Bawer / Helbest
8- Qasra Nifiran / A.Rahîm Kiliç / Helbest
9- zarîna peyvê / Silêman Zeybek / Helbest
10- sûretên şikestî / Mîna Acer / Çîrok
11- Mizgînî / Wezîrê Eşo     
12- şopên wêjeyê / Dilawer Zeraq / Wêje-Rexne
13- danberheva guhertoyên memê alan / Mem Wenda / Nirxandin
14- Rêzimana Kurdî / Sadiq Bahaeddîn Amedî / Ziman    
*
MA MUSIC:
1- Repertuara Stranbêjiyê / Amadekar Ramin Rabiei, Şêrko Kanîwar / Müzik
*
MORÎ:
1- Mîna û Qaqlîbaz / Sîrwan Rehîm / Çîrok
2- Lorîn- Kartên Dîtbarî / Rojda Şukran Karaş / Kartên Perwerdeya zarokan / Kurmancî&Kirmanckî (Zazakî).
*
NA: 
1- Berpêlk / M.Beşir Ant / Roman
2- Li min jî / Ahmedê Sedef / Roman
3- Xeyala nemiran / Mihdi Perinçek / Roman
4- Şilêrên binevşî / Mihdi Perinçek / Roman
5- Çelo / Nûdem Hezex / Roman
6- Pêl / Virginia Woolf / Werger Hezer Îsmaîl/ Roman
7- Xelata zindî / Mahîr Bagok / Roman
8- Av û xwey / Umit Tunç / Helbest
9- Destana  mîr mihemedê eyyubî,(1258)   şerê farqînê li hember moxolan / Ramazan Temelkuran/ Helbest-Destan
10- Helbesta jarê / Ramazan Kavak / Helbest
11- Mezopotamya / Mahîr Bagok / Helbest
12- Xana delalan / Mehmet Sait Yaman / Helbest
13- Kurbeşk / Welid Reşo / Helbest
14- Pêjnek jazz  li qelşa gettoyê/ D.Alend / Helbest
15- Mesnewiya çîrokan / Memê Miksî / Çîrok
16- Apê reşîd / Şevger Çolo / Çîrok
17- Çîrokên nêçîrok / Dilbirîn Dilo / Çîrok
18- Dayika dilmayî / Henan Cafer / Çîrok
19- Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan / Mehmet Oncu / Çîrok-Foklor
20- Homo jîn / Serhat Kaya / Lêkolîn
21- Ferhenga çiyan / Muhsin Ozdemir / Gotar
22- Jin û  pirsa wêjeyê / Mizgin Hesko / Gotar
23- Evliya Çelebî û seyahatnamê  (Diyarbakir/Amed) / Yusuf Kaynak / Lêkolîn
24- Guldestek ji edebiyata cihane 3. / Yusuf Kaynak / Bîyografî
25- Zarok,gêrik û kulî / Mahsûm Nisêbînî / Zarok
26- Doktor jîjo 3 / Sîya Sîtav / Zarok
27- Doktor jîjo 2 / Sîya Sîtav / Zarok
*
NANDO: 
1- Masiyên li ser mêrgan / Oktay Ozturk / Roman
2- Roda / vedat Onder/ Helbest
3- Janya / vedat Onder / Helbest
4- Ji min dûr neçe / vedat Onder / Helbest
5- Çîrok û serpêhatî / vedat Onder / Helbest
6- Usûlu'l-hedîs / Ramazan Temelkuran / Hedîs
*
NAME:
1- Pend / Murat Dag / Helbest
2- Mi Serm Ca Verda / Ozlem Guntaş / Helbest
3- Zibo / Hacî Bellê / Çîrok
4- Zimanê Şîrîn, Asta Pêşîn / Sipan Egitim ve Kultur Dernegi / ziman
*
NÛBIHAR: 
1- Kînor / Dagistan Karakoç / Roman
2- Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan / Salih Serhedî / Roman
3- Hevdîtina pêxemberan / Dîlan Şewqî / Helbest
4- keça dilê te me / Evîn Şikakî / Helbest
5- Hinekirî mane guliyên şevê / M. Zahir Kayan / Helbest
6- Kirasê Heyînê / Berken Bereh / Helbest
7- Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû / Harold Stewart / Werger:  Sidîq Gorîcan / Helbest
8- Hestên Pîroz / Kevok Mizgîn / Helbest
9- Çerçiyê Taxê / Kenan Erdenci / Çîrok
10- Sirra Bi Kul / Stefan Zweig / Werger: Abdullah Încekan / Çîrok
11- Hîkmet bi Hîkayet / Sadullah Taşan / Çîrok
12- Pênûsa Şikestî / Edîb Polat / Çîrok
13- Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de / Reşat Adak / Lêkolîn
14- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ I. Ji destpêkê heta sedsala 14 / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
15- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ II. Sedsalên 14. û 18an / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
16- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850. / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
17- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
18- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
19- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VI. 1945-1975 (A) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
20- Dîroka Edebiyata Kurdî CILDÊ VII. 1945-1975 (B) / Prof. Dr. Marûf Xeznedar / Werger: Ziya Avci / Lêkolîn
21- Suhbeta Sed Eşîran / Abdulkadir Kizilkaya (Gûzereşî) / Lêkolîn
22- Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî / Hurşît Baran Mendeş / Lêkolîn
23- Pişîka Min / Mîkaêlê Reşîd /Latînîzekirin: Kenanê Nado / Zarok
24- Dilşa û pitika nû / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
25- Dilşa dibe xwediya pisîkekê / Liane Schneider / Werger: Abdullah Încekan / Zarok
26- Dilşa cara pêşî difire / Liane Schneider / Werger: Zehra Dilovan û Selman Dilovan / Zarok
27- Dilşa pizzayê çêdike / Liane Schneider / Werger: Hêja Încekan & Abdullah Încekan / Zarok
28- Vateyê Verênanê Çêrmûgi / Cevat Yıldız / Folklor
29- Fablên La Fontaine / Memê Miksî / Folklor
30- Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî / Şemoyê Memê / Folklor
31- Porzêrînê -Xeberoşkên Herêma Mêrdînê- / Mahmûd Barik / Folklor
32- 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok-2 / Mehmet Oncu / Folklor
33- Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd / Rojbîn Ozkan / Bîyografî
34- Vîr û Vate Bi Kirdkî (Zazakî) Sohbetî, Kultur, Ziwan, Edebîyat, Sîyaset, Hûner / Seyîdxan Kurij / Hevpeyvîn
*
PALL: 
1- Revdegurg / Husên Arif / Ji soranî: Şehab Xalidî / Roman
2- Gabor / Seyid Qadir Hîdayetî / ji soranî: Armîn Temerzade/ Roman
3- Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin / Kamuran Çakır / Roman
4- Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê / Ferhad Pîrbal / ji soranî: Rowal Navgundî / Helbest
5- Lehiya Dilî / Husên Arif / ji soranî: Şehab Xalidî / çîrok
6- Trêna li Stasyona xwe digere / Amadekar: Înan Eroglu / nivîsar, kolektîf
7- Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) / Zinarê Xamo / Rojnivîsk
*
PAYÎZ:
1- Mîrê Helbestê Melayê Cizîrî / Osman Kapan / Roman
2- 13 Sireke Hezar Salî / Îkram Balekanî / Roman
3- Bozê Rewan / Emîne AY / roman
4- Ferhenga Gotinên Pêşiyan / A Bijartî / Şexmus Aslan / Ziman
5- Di Zimanê Kudî Zaraya Kurmancî de Cotepeyv /Hasbey Koksal / Ziman
*
PEYWEND: 
1- Şamîran / Omer Dilsoz / Roman
2- Rûsayê iiyem / İhsan Colemergî / Roman
3- Narê / İhsan Colemergî / Roman
4- Dinya bo dîndînanê şer e şîva lîzanê / İhsan Colemergî / Roman
5- Mirina sar / Nasir Kemaloğlu / Roman
6- Destxeta petersbûgê / Jan Dost / Roman
7- Serdê zerrî / İrfan Akdağ / Roman
8- Rengdana edebîyatê di kovara hawarê de 1933-1943 / Ebdulsemed Îslam T./ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
9- Şerîf paşayê xendan / Ziryan Rojhelatî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
10- Şêx mehmûdê hefîdzade di belgenameyên fransayê de 1919-1934 / Dr. Cewad Ebdulla/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
11- Temamê berhemên ebdulezîz yamulkî / Sidîq Salih/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
12- Kurd û kurdistan / Dr. Şêrko Fethulla/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
13- Du zeylên şerefnameya bedlîsî / Enwer Sultanî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
14- Etnografya û yekîtîya etnîkî ya kurdan / Reşad Mîran/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
15- Rojhilatê kurdistanê / Dr. Efrasiyaw Hewramî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
16- Îslam û nasyonalîzm di kurdistanê de / Salih Îrwanî / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
17- Kurd û kurdistan di nêrîna gerok û welatnasên misilman de / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
18- Seyahetnameya claudius jame rich -1820 / Amadekar Ziya Avci / Dîrok
19- Vejandina dîroka zanayên kurd bi rêya destxetan re 2 / Mihemed Elî Qeredaxî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
20- Dîroka mûzîka kurdî / Mihemed Heme Baqi/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
21- Di arşîvên rûsyayê de mistefa barzanî (1945-1958) / D. Efrasiyaw Hewramî/ Amadekar Ziya Avci / Dîrok
22- Mîrnameya hekariyan 2 / Temerxan Yazici/ Amadekar M. Xalid Sadînî / Dîrok
23- Lêkolînek li ser dîwana şêx ‘ebdurrehmanê aqtepî (rûhî) / Zeynep Yildiz Kiliç / Klasîkên Kurdî
24- Mela Mehmûdê Bayezîdî / Jan Dost / Klasîkên Kurdî
25- Vejandina dîroka zanayên kurd bi rêya destxetan re / Mihemed Elî Qeredaxî/ Amadekar Ziya Avci / Klasîkên Kurdî
26- Qehremaneke cengawer / İbrahim Sungur / Klasîkên Kurdî
27- Mewlûdnameya mela xelîlê mişextî / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
28- Ferîdud-dîn ‘ettarê nîşabûrî mentîqut-teyr / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
29- Di edebiyata kurdî ya klasîk da mersîye / Cihan Turan / Klasîkên Kurdî
30- Qalibên helbesta kurdî ya klasîk / Semih Gezer / Klasîkên Kurdî
31- Mewlîda nebî ya mela selameddîn / Osman Aslanoğlu / Klasîkên Kurdî
32- Mela mehmûdê bazîdî leyla û mecnûn bi pexşan / Hemin Omar Ahmad / Klasîkên Kurdî
33- Gulîstan / Osman Aslanoglu / Weje-Ziman
34- Melanasî / Editor: Abdulhadi Timurtaş / Kulliyat 
35- Feqînasî 2 / Editor: Abdulhadi Timurtaş / Kulliyat
36- Sedsalek xebat di rêya zimanê kurdî de / Emir Hesenpur/ Amadekar Ziya Avci / Weje-Ziman
37- Molla ali turgay/el-gursî ve “nûra îmanê ji tefsîra qur’anê” / Sumeyye Kiliç / Biyografi
38- Jiyana seyda mele Ebdullahê Xerzî (Timoqî) (1897-1992) / Mahmut Begik / Biyografî
39- Ji tevgera neteweyî ya 1925an portreyên şophiştî- ii / Seîd Veroj / Biyografi
40- Antolojiya dengbêjan / Abdulkerim Suruş / Folklor
41- Ji devê mirovê deşt û çiya gotinên bav û bapîr û pêşiyan / Hezîne Badikî / Folklor
42- Bi ser Kurdistanê de seferên temirlengiyan / Eyüp Kiran / Lekolin
43- Di zimanên kurmancî û hîndî de lêkolînekê li ser saziyên ergatîv / İlyas Sayim / Akademik
44- Ceribandinek li ser çîrokên Suzan Samanci / Tufan Erbariştiran / Rexne
45- Rexneya edebiyatê / Dr.Perez Sabir/ Amadekar Ziya Avci / Rexne
46- Mela Eladînê Kopî jiyana pîroz / Halit Ertaş / Din-Tesewwuf
47- Eqîda kurmancî ya mela nesreddînê zoqeydî / Mesut Arslan / Din-Tesewwuf
48- Tirsa sêvê wêneyên Enfalê / Enver Ozkahraman / Huner
49- Mela mehmûdê bazîdî û mîrasa wî / Ediyör: Abdulhadi Timurtaş / Sempozyum
50- Nasname û rewşa trajîk: berawirdkirinek li ser romanên Mehmed Uzun, Yaşar Kemal û İbrahîm Yûnisî / Mehmet Nur Yavuzer / Akademik

*
ROŞNA:
1- Ferhengê Zazakî -Tirkî & Turkçe / Roşan Lezgîn/ Ferheng
2- Min bi Kurmancî Got / Roşan Lezgîn / Gotar
*
SANCI:
1- Çi Tawo / Qemera Bariye / Şiîr
2- Çemo Wedardae / Ali Himmet Dag / Şiîr

SAR: 
1- Pepuleya Biçuk / Kadir Çelik / Helbest    
2- Ji Kenê te Mistekê Dixwazim / Enwer Karahan / Helbest    
*
SÎDAR: 
1- Li Welatê Rojê Bîrîndar / Halil Dogan / Roman
2- Gul û Sînem / Veysi Ulgen/ Roman
3- Dengê Dînê Din / Veysi Ulgen/ Roman
4- Li Ser Tixûba Vînê / Bavê Fexro / Helbest
5- Dîwana Binefş / Semyan S Didêrî/ Helbest
6- Dîwana Zelî / Mela Mehemed Şîrîn Gonç/ Helbest
7- Xelîl û Celîl / Mehmet Veli Karadeniz/ Çîrok
8- Dadgeha Evînê, Feysel Ozdemîr / Çîrok
9- Nazê / Onur Kutlu / Çîrok
10- Hîkayê Mîyanê Şarê Ma / Halis Yurdsever/ Çîrok
11- Şahmaran / Semire Demirel Kut/ Mitoloji
*
SÎTAV: 
1- Babelîsk / Thorvald Steen / Wergêr: Abdullah Hîcab/    Roman 
2- Jîyan Li Ku Ye / Thorvald Steen / Wergêr: Abdullah Hîcab/  Roman 
3- Xelata Tevkujîyê Delolîya dîn  / M. Sadik Varli / Roman 
4- Zabêl-Ez Ermenî Me / Ezîz Xemcivîn / Roman 
5- Jana Ji Tevkujîya Pertaxê diherike / M. Sadik Varli / Roman 
6- Evîna Zarokên Bê Welat / Serwet Ozkan / Wergera Ji Tirkî: Ulfîye Ozcan/  Roman    
7- Ez Ne Dizim / Ehmedê Goyî / Helbest 
8- Qewdek Helbest / Zagros Cîlo / Helbest    
9- Dilkovî / Faysal Can / Helbest 
10- Xalxalokên Di Piyaleyên Gulan de / Mizgîn Hesko / Helbest
11- Zerêya elegezê / Ayhan Demîr / Helbest
12- Keça Arî / Seyrana Celad / Helbest 
13- 101 Çîrokên Kurdî (Şîrive, Rexne û Nirxandin) / Faîk Ocal /Lêkolîn
14- 101 Romanên Kurdî Cild 2  (Şîrive, Rexne û Nirxandin) / Faîk Ocal / Lêkolîn
15- Ferzende Beg  / Ercan Aras / Lêkolîn / 
16- Ji Serdema Dîrokê Heta Roja Me, 174 Fermanêrîşên Li Ser Bawerîya Ezdayî / Wasfî Ak / Lêkolîn 
17- Mamik (Yekem Awayê Xaçepirsan) / Hesen Kinyaniş / Folklor
18- Serpêhatî û Stran / Feyzî Demîrag / Folklor         
19- Rastîya Dîroka Oxuz, Tirkmen û Kurdan / Şoreş Reşî / Dîrok 
20- Ferhenga Biwêjan Cild 1-2/ Mehmet Oncu / Ferheng        
21- Rêbera Axivtinê Kurmancî-Îngîlîzî/ Hamza Tokmak / Ziman 
22- Maraş Yoresi Kurtçe-Turkçe Sozluk / Mustafa Yildiz / Ferheng /Kurmanci-Turkçe
23- Ji Ristezara Elindê Hin Ji Rojnivîs û Ramanên Min / Mizgîn Hesko / Bîranîn
24- Serhatiyên Îsê Dela “Şareza û Zana û Hişmend û Feylesof û Navdarê Kurd ê Serdema Xwe” / 
Berhevkar: Mihemed Ebdullah Amêdî / Ji tîpên aramî bo latînî:  Yusif Hêşetî
*
SOR: 
1- Kaş / Îsmaîl Dîndar / Roman
2- Bîraxane / Bîlal Korkut / Senaryo
*
VATE: 
1- Girêyo Kor / Dilo Bargiran / Şiîr
2- Ragêrayîş / J. Îhsan Espar / Hîkaye
3- "Malmîsanijî Vat û Nuşt / Hedrekerdox: Alî Aydin Çîçek, Şade Agone / Nişte-Roportaj
4-  Fonolojîya Zazakî / Doç.Dr. Ahmet Kirkanî / Lêkolîn
5- Analîzê Romananê Denîz Gunduzî / Harun Bozkurt / Lêkolîn
6- Deyîrbaz û Şaîrê Gimgimî Dewrêş Baba / Hedrekerdox Alî Aydin Çîçekî / Lêkolîn
7- Di Reng û Vengê Gimgimî: Cemalê Dursî û Xidirê Başî / Alî Aydin Çîçek / Lêkolîn
8- Waya Di Birayanê Pê Hawt Koyan / Turabi Kişin / Folklor
9- Folklorê Pîranî / Selîm Sertî / Folklor
10- Bîngol e hezar gol e / Aydin Batur / Gername
*
VÎR: 
1- Remilbaz / Ahmet Hakan Vergi / Şiîr
2- Derdo Bêbext/ Ahmet Çiçek / Şiîr
3- Eşqê Xoserî / Macir Ciron / Şiîr
4- Na Dare Kewe Nêbena /Sait Çiya / Şiîr
5- Ez Bê To Menda / Ali Gumuş / Şiîr
6- Pune / Mahir Çiçek / Şiîr
7-Trena Xelete / Sait Çiya / Hikaye
8- Vîst û Hîri Sanîyeyî / İbrahim Dagilma / Hîkaye
9- Birrhêdar / Ali Gumuş / Hikaye
10- Hem û Hemşa / Buşra Aslan Baynal / Estanik
11- Maseyo Sûr / İsmail Yildiz / Estanik
12- Raywontiya İnson / Mela Faruq Baynal / Hedrekar: Murat Varol / Klasîk
*
YENÎCEKÎTAP:
1- Warway / Zeynep Arasan / Şiîr
*
WARDOZ:
1- Gurê Manco / Sadiq Ûskan / Roman
2- Qelenê Dinyayê / Bahoz Baran / Çîrok
3- Durru'l-Mecalis / Ayhan Yildiz, Mustafa Aslan / Folklor
4- Sihet Xweş / Mehpûs Serhedî / Folklor 
5- Lîstikên Gundên Mêrdînê / Mem Mukrîyanî / Folklor
*
WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ:
1- Li Qeraxa Jiyanê / ÎBrahîm Gurbuz /Werger Omer Dilsoz / Bîranîn
*
WEQFA MEZOPOTAMYA:
1- Kurdizan, kitabê derse / Amadekar: Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun, Mikail Bulbul / Werger Ahmet Kirkan, Nurettin Beltekin / Ziman
2- Kurdizan, kitabê xebate / Amadekar: Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak, Zulkuf Ergun, Mikail Bulbul / Werger Ahmet Kirkan, Nurettin Beltekin / Ziman
*
ZÎZ: 
1- Bor / Çidem Baran / Roman
2- Efare / Şems Qemer / Roman
3- Monologên Li Ber Şibakeyê / Gulbejn / Çîrok
4- Nûbihara Biçûkan / Ehmedê Xanî / Hamza Tokmak

ÇEND TÊBINÎ:

1- Pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê tenê bi tîpên latînî çapbûne ketine nav vê lîsteyê.

2- Tenê pirtûkên ku li vir çapa wan a yekemîn hatiye kirin cih girtine.

3- Ger hebe kêmasiya lîsteyê belîk heta sedî 3 be. Ger kêmasî yan şaşî hebin û weşanxane haya me pê bixin emê rast bikin.

4- Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirine.

 

HIŞYARÎ:

- Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê (nivîsandina navê amadekar û malperê) rojname û kovarên li ser KAXIZ ÇAP DIBIN dikarin bi temamî lîsteyê biweşînin. 

* 

- Çavkanî bê nîşandayîn jî BI TEMAMÎ WEŞANDINA VÊ LÎSTEYÊ LI QADA ONLINE (Malper, blog, torên civakî û hwd) bêyî destûra nivîskar û Diyarnameyê qedexe ye.
Malper bixwazin dikarin beşek jê bigirin û paşê lînkê bidin.

*** 

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

 

***

Li ser 2024'an Lîste û Nûçeyên Eleqedar:

- Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê

- 709 kes mirin

- Yên ku xatir xwestin

- Hemû kovarên bi kurdî yên derketine

- Li Tirkiyeyê, li tora civakî çend hesab hene?

-  10 rêzefîlmê populerî hamey weçînayişî

- 2024: 104 rojnameger hatin kuştin

- 2024: Moana mohra xwe li 5 salên dawî da

- Oksfordê jî peyva salê hilbijartin 'Brain rot'

- Stranên herî zede haitne guhdarîkirin

-  Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart

- Va ye zilamê herî seksî yê salê

-  Peyva salê 'Brat' e

 

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Brezîlya bi zorê bi ser ket: 2-1

ad

Maçoglu anê Stenbol

ad

Zarok bi mafên xwe zarok in!

ad

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê rêveberiya xwe nû kir

ad

Emmy, Oscarên televîzyonê hatin belavkirin

ad

'Araf' diçe Swîsre û Almanyayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname