Diyarname
Di maça Bursa û Amed Sporê de temaşevanên Bursayê yên nijadperest êrîşê Amed Sporê kiribûn. PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel) ku girêdayî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) her hefte maçan dinirxîne. Di nirxandina îro de ceza li gelek klûban birî ku yek ji van jî Bursa Sporê ye. PFDK'ê li ser maça Bursa û Amed Sporê ceza li tîma Bursayê birî.
Lijneyê bi giştî 9 hefte cezayê bê temaşevan lîstina maçan li Bursayê birî. Her wiha 326 hezar TL jî cezayê pereyan lê birî.
Li aliyê din Lijneyê cezayê 90 roj mehûmbûna ji mafê xwe li rêveberên bursayê Aşkin Degirmenci û Aybars Turkkan birî.
Amed Sporê ev biryar hindik dît, neecisand û bi ser hesabê xwe yê tora civakî re got, "We xelat bida Bursayê, jiyana lîstikvanan wisa erzan e..."
Di Lîga 2'yemîn de maçên hefteya 25'an hatin lîstin. Ji bo îsal 13 hefte mane. Ev biryar tê vê wateyê ku Bursa Spor îsal maçên xwe yên mayî hemûyan li mala xwe bê temaşevanan dê bilîze.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 22 komeleyan piştgirî da Amed Sporê
- Gianluca Costantini vê carê ji bo Amed Sporê xêz kir
- Mebûsê HDP'ê Paylan: Em li Wezaretê geriyan, tiştek nekirin
- Girseyê pêşwazî li Amed Sporê kir
- Banga DKKDP li ser maça Amed û Bursayê
-Êrîşa li ser Amed Sporê / hemû bûyerên rojê


