Diyarname
Kovara li ser wergera helbestan LEWerger her çar mehê carek dertê. Kovarê vê hejmarê helbestên li ser "şer" û "mirinê" wergerandine kurdî û bi vî awayî dosyaya xwe û hejmara xwe ya nû pêşkêş kiriye.
LEWerger bi hejmara xwe ya 12'yan a mehên gulan-pûşper-tîrmeh-gelawêjê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê serdema ku agahiyên şer ên li dinyayê kêm nabin, agahiyên şer ên li ser kurdan kêm nabin de kovarê jî tiştek taybet kiriye û di vê hejmarê de giranî daye ser helbestên dinyayê yên li ser şer û mirinê; ew wergerandine kurdî û diyarî xwendevanên kurdî kiriye.
Edîtoriya kovarê gotiye, "Serê sedsal û zemanan e dinya li ber şer çûye… şewta şer, jana mirinê dijî…" û wiha gotiye, "Di vê hejmarê de me hewl da ku ji wêjeya welatan gulresteyekê ji zêmar û helbestên li ser şer û mirinê bikin milkê kurdî. Em vê hejmara LEW'ê bo xelkê xwe yê Kobaniyê, Rojava û Rojhilat dikin diyarî."
Di vê hejmarê de 53 helbestên ji wêjeya dinyayê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine. Ji Mehmûd Derwîş, Paul Eluard, Nelly Sachs heta Şehnaz Semedî, Clifford Henry Dymend; ji Ingeborg Bachmann, Susanna Ghazaryan heta Bertol Brecht, Walter Benjamin, Thomas Moore, Edit Sodergran helbestên gelek helbestvanan ji bo kurdî hatine wergerandin û belavkirin.
Ji bo têkilî:
lewwerger@gmail.com
********************************************************
Agahî:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)
******************************************************
Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



