Amed
Afîşên 8’ê Adarê yên ku li Amedê bi panoyan ve hatibûn daliqandin, hatin qedexekirin û biryara komkirina wan hate dayîn.
Roja 8’ê Adarê dê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Amedê mitîngek li dar bikeve. Ji bo vê yekê li gelek cihên bajêr afîşên 8'ê Adarê hatin daliqandin.
Li ser giliya Walîtiya Amedê afîş hatin qedexekirin û biryara komkirina wan hate dayîn.
Di afîşan de digel hin jinên ji dîrokê, wêneyê her sê jinên kurd ên li Fransayê hatin kuştin jî hebûn. Li ser afîşan jî wisa hatibû gotin, "Ji Rozayan heta Sakîneyan", "Bi jina azad re ber bi qadan ve".