Diyarname
Turk: Seyîd Riza sembolê berxwedanê ye
Lijneya Wezîran a wê demê di 4'ê gulana 1937'an de biryareke nû stand û piştî vê biryarê 2 salan bi deh hezaran kurd hatin kuştin. Di 76'emîn salvegera komkujiya Dêrsimê de îro li Dêrsimê bibîranînek li dar ket. Nûnerên li dor 20 komeleyên Dêrsimê yên li Stenbol û Ewropayê îro çûn Dêrsimê. Her wiha Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî çûn D^resimê.
Turk, Seyîd Riza bibîr anî, got Seyîd Riza sembolê berxwedanê ye e yek lê zêde kir: "Kurd dê qet vê komkujiyê ji bîr nekin. Di dilê her kurdî de ciheke mezin ê Seyid Riza heye. Ew sembolê berxwedanê, serîhildanê ye. Di roja me de jî ciwanên me, hevrêyên me ji bo pêşerojeke azad berdêlan didin. Em êdî naxwazin êş bêne jiyîn. Em dibêjin kurd jî, tirk jî,hemû bawerî divê azad bijîn. Em îro jî alîgirên aştiyê ne, sibê jî emê li hemberî zilmê serê xwe netewînin."
BDP: Divê komkujiya Dêrsimê bê nasîn
Ji bo salvegera komkujiyê BDP'ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Komara Tirkiyeyê li ser komkujiya Dêrsimê heta niha ji tu lêborîn nexwestiye. Divê dewlet komkujiya Dêrsimê qebûl bike û ji bo vê yekê çi pêwîst be divê bike."
Aygun: Bila Tunceli bibe Dêrsim
Mebûsê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun jî pêşniyarnameyeke da meclisê û xwest ku navê 'Tunceli' biguhere bibe Dêrsim.


