Diyarname
Îro Civîna Hevşaredaran a DEM Partiyê li Enqereyê hebû. Berî civîn dest pê bike Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari axivîn.
Ji gotinên Bakirhan çend not:
- Ez we şaredarên me yên bi ser ketine pîroz dikim. Ez hemû endamên rêxistinên bajêr, navçe, komîsyon, endamên lijneyên sindoqan, hemû kesên ked dane pîroz dikim. Emê xizmeteke layiqê vê yekê be bikin.
- Me gotibû 'Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dê têk herin', encama 31'ê Adarê carek din ev yek rast derxist.
- Aştî were dê temenê siyasî yê hinan kurt be, dê bibin malnişîn. Loma ji bo aştî neyê hin neteweperest ji niha de dest bi komplo û şantajan kirine.
'EM DI TÊKOŞÎNÊ DE BI ISRAR IN'
- Em di têkoşîna demokrasiyê de bi israr in, emê aştiyê, demokrasiyê bînin vî welatî.
- Hin hene radibin û rûdinin neyartiya kurdan dikin. Em bang li wan dikin ku bila kakilê demokratîk ê Zagona Bingehîn a 1921'ê fêm bikin. Lê ev ne li vir in. Ew dixwazin bi ZAgona Bingehîn a 1924'an a red û înkarê bi rê ve bibin. Nûnerên yên wê demê îro jehr û xirabiyê li welat belav dikin.
- Erê pêdivî bi Zagona Bingehîn a demokratîk heye. Ji bo vê yekê divê astengiyên li pêş bêne rakirin.
'JI 99'AN HETA NIHA'
- Ji sala 1999'an heta niha em şopînerên kevneşopiya ji Terzî Fîkrî, Edîp Solmazan tê heta îro ne. Em xwedî li mîrateyeke wisa bi nirx in.
- Rêveberiyên herêmî ne cihên rant, partîzanî en. Ew wan wekî saziyên ku divê xizmeta herî baş ji bo gel bikin dibînin.
- Xizmeta ji herêmî siyaseta heqîqî ye. Bawer bikin her tiştê ku hûn bikin bi awayekî erênî wê bandora wê li siyasetê hebe.
'XEBATA ŞAREDARIYAN SIYASETA ME XURT DIKE'
- Em siyaseta xwe xurt dikin, mezin dikin. Navenda me ya giştî, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, mebûsên me yên hatine hilbijartin siyaseta me ya giştî tînin cih û wê li gor rola xwe bikin jî. Karê şaredariyên me ew e ku xizmetê bikin.
Li herêmê ji bo têkiliya partiya me û gel xurt bibe, baş xebat û bi îqnakirina gel bi destxistina sempatiya gel, bingeha siyasetê bi xwe ev e. Lewma em hêvî dikin hûn li ser vê rêgezê xebata xwe bidomînin.