Berlîn
Festivala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal 66'emîn car dê deriyên xwe veke. Hate eşkerekirin ku îsal Serokê Juriyê yê Festîvalê derhênerê navdar Steven Spielberg e.
Festîval îsal di navbera 15-26'ê adarê de li dar dikeve. Dîrektorê Festîvalê Gilles Jacob li ser mijarê daxuyaniyeke weşand û got ku wan ji bo serokatiya juriyê derhênerê navdar qanî kiriye.


