logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Notên ji kongreya BDP'ê ya Stenbolê

BDP'a Stenbolê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe nû kir. Vane notên ji kongreyê:

  • Dîrok: 28/07/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname

BDP'a Stenbolê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe nû kir. Vane notên ji kongreyê:

 

Salon nedan BDP'ê 

- BDP'a Stenbolê vê carê li Salona Cafer Aga a li Kadikoyê kongreya xwe li dar xist. Salon cihê rûniştinê ya 1100 kesî ye û li nava salonê jî ji bo delegeyan kursî danîbûn. Ji ber biçûkbûna salonê hem hundir, hem derve tije bû. BDP'a Stenbolê di salonên mezin de kongreyên xwe li dar xistin heta niha. Li gor agahiyên ji rêveberên BDP'ê me girtin, hin salon digel ku çûne serî li wan dane jî nedane wan. Hin salonên gelek mezin jî derfetên wan ên aborî destûr nedaye. Loma ev salon tercih kirine.

Ji êvarê de amadekarên kongreyên dest bi amadekirin, xemilandin, sazkirina dengû tiştên din ên kongreyê kirin.

- Serê sibê piştî saet dehan gel ber bi salonê ve herikî. Li dor saet 12'yan salon tije bû û hêdî hêdî kongre dest pê kir.

- Kongre bi nîşandayîna Sînevîzyonê ku wekî kurtedîrokek kurdan bû dest pê kir. Ji wêneyên Şêx Seîd, Seyîd Riza, heta Mazlum Dogan û hevalên wî, ji Ocalan heta Medeni Yildirimê li Licê hat kuştin wêne hebûn.

- Ji ber germbûna salonê gelek kes her diçû derve û dihat. Cafe û cihên xwarin û vexwarinên derdora salonê tije BDP'yî bûn.

PANKART

- Li salonê pankartên wekî 'Ji bo birêz Ocalan azadî', 'Em Şoreşa Rojava a xweser û azad silav dikin', 'Zimanê me nasnameya me ye', 'Ma bi ziwanê xo perwerde wazenê', 'Dagirkeriyê nejî, nede jiyandin' bi kurdî û tirkî daliqandibûn.

Her wiha pankarteke mezin ku bi sernavê "Hikumet Gavan Biavêji" ku têde çi tê xwestin jî hatibû nivîsîn daliqandibûn.


DIRUŞM

Wekî hemû kongreyên BDP'ê îro jî diruşmên wekî "Bijî Ocalan", "Şehîd Namirin", "Kurdistan dê ji bo faşîzmê bibe gor" bilind kirin lê vê carê diruşmeke cuda "Bijî berxwedana YPG" jî hebû ku di nav diruşmeyan de cihê xwe girt.

MEBÛSÊN BEŞDAR BÛN

Ji mebûsên BDP'ê yên li kongreyê amade bûn, Hevsarok Selahattin Demirtaş, Sirri Sureyya Onder, Hasip Kaplan, Sebalat Tuncel, Levent Tuzel, dîsa cîgera Serokan Meral Daniş Beştaş, Filiz Koçali, Kemal Pekoz (Endamê Lijneya Rêveberî ya Navendî) û gelek endamên Meclisa Partiyê amade bûn.

MÊVAN

Ji ODP, EMEP, HDK, SODEP, Însiyatîfa 78'an, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê, ÎHD, Partiya Keskan nûner, her wiha nûnerên gelek komeleyên bajar û navçeyên Bakur hebûn. Dîsa ji nivîskaran kesên wekî Faik Bulut, Erdogan Aydin, Koray Çalişkan amade bûn.

Serokê Dîwanê:

Ji bo Serokatiya Dîwana Kongreyê Hayri Ateş hat hilbijartin. Ateş di axaftina destpêkê de silav li Şoreşa Rojava kir û got ku dê Sedsala 21'ê bibe sedsala kurdan. Her wiha da zanîn ku ew wekî kongre piştgiriya pêvajoya ku Ocalan daye dest pê kirin silav dikin.

'Rojavayê bakur û başûr jî kir yek'

Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak axaftina xwe kir, li ser du salên xebitîne kir û paşê gotin bir ser Rojava. Kolçak wisa got: "Kurdan li Rojava şoreş pêk anî. Şoreşa Rojava Bakur, Başûr kir yek, heyecan da van deran."

'Sala bê bila Ocalan axaftina vekirinê ya kongreyê bike'

Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî axivî û got: "Ez hêvî dikim ev dê kongreya me ya dawî be ku Ocalan beşdar nebûye. Hêviya me ew e ku sala bê kongreya me bi axaftina destpêkê ya Ocalan dest pê bike. Rêyeke din tune ye."

'Rojava serketina gel e'

Mebûsê HDK'ê Levent Tuzel jî silav li Şoreşa Rojava kir û got ku ev serketina gel e. Tuzel got ku têkoşîna we dê azadiya Ocalan bîne.

 

Axaftina Demirtaş hat ecibandin

Ji axaftina axaftina Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş* hem ji aliyên partiyiyan, hem jî ji aliyê kesên serbixwe ku li kongreyê bûn ve hat ecibandin. Hezkirina ji bo Demirtaş di nav gel de bi awayekî eşkere xwe nîşan dida.

Mebûsa BDP'ê Sebahat Tuncel ku axaftineke kir wê jî silav li Şoreşa Rojava kir. Her kesî silav li Şoreşa Rojava kir, di pankart û sohbetan de jî Şoreşa Rojava hebû. Her wiha di diruşman de ji dêvla HPG, YPG'ê cih girtibû ku ev jî nûbûnek bû,

Ji roja ku telefonên destan êdî wêneyan dikişînin, rê didin ku mirov bike înternetê rewş guheriye. Û di kongreyê de her kesî ev yek dikir. Di dema ku hê axaftin dihatin kirin de ew axaftin di twittar û facebookan de dihatin weşandin jî.

 

Helwesta Endamên Lijneya Hilbijartinê 

Dema xalên kongreyê temam bûn û derbasî xala hilbijartinê bûn pirsgirêk derket. Ji du aliyan ve:

1- Endamên Lijneya Hilbijartinê ya Partiyên Siyasî gotin wêneyên Ocalan daliqandîbûn hilbijartin çênabe, divê hûn wênayan daxin. Lê li ser reaksiyonên gel û delegeyan, wan bi paş ve gav avêt û derbasî hilbijartinê bûn.

2- Di nav delegeyan de li ser lîsteya rêveberiya nû nîqaşên gur hebûn. Piştî nîqaşan hin hatin qanîkirin, hin ji gotina xwe nehatin xwarê. Di dawiyê de bi yek lîsteyê derbasî hilbijartinê bûn û bi dengdayîna 350 delegeyan Emrullah Bingul û Arife Çinar ji bo Hevserokatiya BDP'a Stenbolê hatin hilbijartin. Her wiha 24 kes ji bo rêveberiya nû yên esil û 24 jî yêdek hatin hilbijartin. Notek din a ji bo rêveberên nû ev e ku nêzî sedê 80'ê endamên rêveberiyê hatin guhartin.

Kongre bi stranên Koma Agire Jiyan bi dawî bû.

 

***

 

Nûçeya eleqedar:

 

- Demirtaş bang li hikumetê kir: Şoreşa Rojava qebûl bike

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Rêya Îpekê dest pê kir

ad

Nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bûn

ad

Pirtûkên zarokan û çend gotin

ad

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

ad

Ji Heznî Haco nameyek ji bo Mesûd Barzanî

ad

Meseleya guhertina navê Diyarbekir Sporê zelal bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname