logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

TZPKurdî dê ji bo perwerdehiya zarokan kar bike

4'emîn Konferansa TZPKurdÎ bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku TZPKurdî dê ji bo perw

  • Dîrok: 26/08/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname

4'emîn Konferansa TZPKurdÎ bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku TZPKurdî dê ji bo perwerdehiya zarokan kar û baran bimeşîne.

Konferansa TZPKurdî ku roja 24'ê mehê li Amedê dest pê kiribû, roja 25'ê mehê bi nîqaşan û di dawiyê de jî bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat gotin ku divê hemû sazî di warê kurdî de bi berpirsiyarî tevbigerin. Di encamnameyê de gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê hat rexnekirin.

Konferansa ku bi beşdariya li dor 200 delegeyî li dar ket di dawiyê de encamnameyeke hat eşkere kirin. Vaye ew encamname:

1- TZPKurdî perwerdehiya zimanê zikmakî wekî mafekî jêneger dibîne û vê yekê nake mijara nîqaşê. Li ser vê esasê axaftina Serokwezîrê Tirkiyeyê bi tundî şermezar dike.

2- Delegasyona konferansê Kongreya Neteweyî ya ku dê li Hewlerê li dar bikeve silav dike.

3- Di pêngava rizgariya demokratîk de ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bê qebûlkirin hemû sazî û dezgeh divê di nava gelê me de bi rihekî seferberiyê tevbigerin da ku ji pêvajoyê re bibin bersiv.

4- Delegasyona me ji ber şer û pevçûnan ku di nava gel de bi kuştin û birîndarkirina bi encam dibe xemgîniya xwe tîne ziman.

5- Delegasyona me helwesta dirû ya dewletên Ewropayê ku di derbarê çapemeniya kurd de nîşan dide şermezar dike.

6- Di warê xebatên kurdî de hemû sazî û dezgehên me berpirsiyar in, divê hemû sazî xwedî bername bin. Delegasyona me bi pişyariyekê vê berpirsiyariyê ji bo wan radigihîne.

7- TZPKurdî berxwedan û şoreşa Rojava ji bo azadiya Kurdistanê wekî pêngaza herî girîng dibîne û ji bo perwerdehiya Rojava xwe berpirsiyar dibîne û dikeve nava amadekariyan.

8- TZPKurdî ji bo perwerdehiya kurdî divê hemû sazî û dezgehên kurdî re nîqaşan bike û modeleke nû amade bike.

9- Divê TZPKurdî hemû kar û barên xwe li gorî bernameyekê bimeşîne.

10- TZPKurdî bi taybetî dê ji bo perwerdehiya zarokan kar û baran bimeşîne. Bi taybetî ji bo televîzyona zarokan dê di nava hewldanê de be.

11- TZPKurdî ji bo perwerdehiya astengdaran dê xebatan bimeşîne.

12- Di hîndekariya zimên de dê ji xeynî rêzimanê, dê dersên dîrok, wêje, erdnîgarî û çandê jî bên dayîn.

13- Divê TZPKurdî di warê hîndekariya zimên de materyalên cuda û kêrhatî amade bike.

14- Sazî, dezgeh, rêveber û siyasetmedar^ne me divê hemû kar û barên xwe bi zimanê xwe bikin.

15- Ji bo xitimandina pergalê, divê hemû gelê me di hemû saziyên fermî û ne fermî de zimanê dayikê bi kar bîne. Ji bo vê yekê di serî de delegasyon û hemû sazî dezgehên me li hemberî pêkhatina vê biryarê berpirsiyar in.

16- Divê di hemû dibistanan de xwendekar bersivên mamosteyan bi kurdî bidin û mamoste jî di dibistanan de bi awayekî eşkere bi kurdî biaxivin.

17- Her hefte di heman saetê de li her navçe û bajarî ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê rêzeçalakî bên lidarxistin.

18- Di 16'ê rezberê de li her derê li gorî derfetan meş û daxuyanî bên ladirxistin.

19- TZPKurdî û hemû saziyên me di hemû xebatên xwe de du zaravayan bikar bînin. Ji bo zaravaya kirmanckî cudahiya pozîtîf li ber çavan bê girtin.

20- Sazî û dezgehên ku li gorî feraseta dewletê li ser zimanê kurdî kar û xebatê dikin ji aliyê delegasyonê ve hatin redkirin û divê hemû sazî û dezgehên me li gorî vê biryarê tevbigerin.

21- Divê di bin banê hemû şaredariyên me de pêşdibistan bên damezrandin.

22- Kesên ku di hilbijartinan de ji bo rêveberî û parlementeriyê dibin berendam divê teqez bi kurdî bizanibin.

23- Di hemû şaredariyên me deji şaredar heta xebatkarên di dan û standinên rojane de divê zimanê dayikê bikar bînin û hemû şaredariyên me xebatên xwe bikin du zimanî û bi her awayî piştgiriya xebatên der barê ziman de bikin.

24- Divê hemû kar û xebatên TZPKurdî ne bi feraseta piştgiriya jinê, bi feraseta pêşîvekirina li xebatên jinê bên meşandin.

25- Delegasyona konferansê, konferansê diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatin kuştin û helbestvanê kurd Şêrko Bêkes û hemû şehîdên Kurdistanê dike.

 

***

 

Nûçeya eleqedar:

 

- Notên li ser roja yekemîn a Konferansa Ziman

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sekreterê Taybet ê Stalîn

ad

Bêhna pîdeyan hat, lê buhaya wan jî pêre

ad

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

ad

Der heqê Ayna de lêpirsîn dan dest pê kirin

ad

Nameyeke vekirî bo Wezîrê Perwerdeyê Dilşad Ebdurehman

ad

Hûn ji maçê hez nekin jî vê klîbê temaşe bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname