Diyarname
Li Festîvala Wêjeyê ya 3'yemîn Peyvên li Sînor, di çarçoveya 100'emîn salvegera mafê hilbijartin û hilbijêrî ya jinê yekemîn car Xelata Azadiyê dan. Nivîskar Asli Erdogan hêjayî vê xelatê hate dîtin.
Ji bo 100'emîn salvegera mafê hilbijartin û hilbijêrî ya jinê biryar dan ku xelateke azadiyê bidin jinek helbestvan an romannûs ku ji ber fikrên xwe di bin zordarî de ye, di bin metirsiya tewqîfkirinê yan jî tehdîdê de ye. Ji bo vê yekê ji Tirkiyeyê Asli Erdogan, ji Misrê jî nivîskara femînîst Nawal El Saadawi û ji Hirvatistanê jî Slavenka Drakulic hêjayî xelatê hat dîtin.
Asli Erdogan ku di heman demê de qunciknivîskara rojnameya Ozgur Gundemê ye, li Norwecê bi pirtûkên xwe yên bi navê "Kirmizi Pelerinli Kent", "Mucizevî Mandarin" û "Taş Bin" tê nasîn.


