STOCKHOLM
Ji bo Xelata Wêjeyê ya Nobelê îsal nivîskara ji Kanadayê Alice Munro ya 82 salî guncan hate dîtin.
Ev 13'emîn car e Xelata Wêjeyê ya Nobelê didin jinekê, lê Kanada wekî welat yekemîn car e vê xelatê dibe welatê xwe.
Alice Munro bi çîrokên xwe yên kurt ên li ser jiyana gundên Ontarîo navdar bû. Ew bi nivîskarên navdar Çehov tê miqayesekirin û wekî "Çehova Kanadayê" tê binavkirin. Heta niha wê 13 pirtûkên çîrokan nivîsandine, tenê romaneke nivîsiye.
Akademiya Swêdî 110 sal in, yekemcar nivîskareke çîrokên kurt hêjayî xelatê dibîne. Navê Munro çend sal bû di nava namzetên Nobelê de cih digirt. Pisporên Nobelê dibêjin narîniya stîla Munro, ew kiriye namzeteke gelekî cidî.
Akademiya Swêdê di biyografiyeke nivîsandî de bal kişand ser hunera narîn, stîla vekirî û realîzma psîkolojîk a di çîrokên kurt a Mûnro de.
Munro di sala 1931'ê de hatiye dinê. Wê di sala 2009'An de Xelata Wêjeyê ya Navneteweyî ya Booker girtibû. Alice Munro li welatê xwe sê caran xelata General Gorvernor girtibû.
Weqfa Nobelê vê xelatê dide nivîskarê/a dijî û her sal mîlyonek û 200 hezar dolar pere wekî xelat dide.
Par nivîskarê çînî, romanivîs Mo Yan ev xelat girtibû.


