Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP îsal di navbera 2-10'ê vê mehê de li dar ket. Li gor agahiya dawî ya amadekarên fûarê îsal 455 hezar mêvan çûne serdana fûarê.
Di fûarê de weşanxaneyên kurd jî têde bi giştî 690 weşanxane û saziyên sivîl stand vekirin û di 9 rojan de li dor 300 çalakî li dar ketin.
Her wiha bi sedan nivîskaran jî pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kirin.


