logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

HDP'ê name ji Ban Ki-moon re şand: Divê kurd li Cenevre-2 bên temsîlkirin

Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku kurdan dawetî Konferansa Cenevre-2

  • Dîrok: 16/01/2014
  • Beş: Nûçe

ENQERE

Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku kurdan dawetî Konferansa Cenevre-2 bike.

Hevserokên HDP'ê dan xuyakirin ku Kurdan bi Peymana Hewlêrê re biryar dane bi awayekî hevgirtî beşdarî konferansê bibin û gotin, "Bi dîtina me, modela xweseriya demokratîk a li Herêma Rojava derfet daye gavavêtinên ji bo aştî û aramiyê, ji bo gelemperiya Sûriyeyê rêyeke ku dikare rê li ber jiyana bi hev re ya hemû gelên xwedî nasnameyên cuda veke." 

Hevserokan ji bo konferans nebe civîneke mêran bi tenê, bal kişandin ser girîngiya beşdariya jinan.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der heqê krîza Sûriyeyê ku bandoreke kûr li Rojhilata Navîn dike û Konferansa Cenevre-2 ya wê di 22'ê rêbendanê de bê lidarxistin, nameyek ji fikar û gumanên xwe pêk tê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon re şandin.

Di nameyê de hat gotin, "Wekî Partiya Gelan a Demokratîk, em serhildana li dijî zextên rejîma Baasê ji roja destpêkê ve dişopînin. Di rewşa heyî de, ji ber ku ev serhildan bi destwerdana derve re veguheriye şerekî navxweyî, em gelekî bi fikar û guman in." Di nameya HDP'ê de hat destnîşankirin ku Konferansa Cenevre-2 ya li ser pêşeroja Sûriyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gelekî girîng e.

Hevserokên BDP'ê dan xuyakirin ku ew Konferansa Cenevre-2 ji bo avakirina rêveberiya demokratîk a gelan û pêkhatina aştiyê ya li Sûriye û herêmê weke gaveke girîng dibînin û gotin, "Lê belê serketina vê civînê ancax bi beşdariya Ereb, Kurd, Suyanî, Durzî, Elewî, Sunî, Xiristiyan û hemû gelên ên li Sûriyeyê dijîn, pêkan e. Ji ber vê yekê divê ji bo beşdariya li civîna Cenevre-2 bang li Desteya Bilind a Kurd bê kirin ku beşeke mezin a gelê Kurd temsîl dike.

Li gorî Peymana Hewlêrê ya di 24'ê Kanûna 2013'an de li Herêma Kurdistana Federal a Iraqê di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumeya Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) biryar hat dayîn ku Kurd weke aliyekî sêyemîn beşdarî civîna Cenevre-2 bibin."

Di nameyê de hat destnîşankirin ku ev peymana di navbera her du meclîsan de hat morkirin, li Tirkiyeyê ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û hemû partiyên din ên Kurd ve tê destekkirin û hat gotin, "Partiya Demokratîk a Gelan piştgiriyê dide vê peymanê. Ji ber ku, eger Kurd weke aliyekî sêyemîn ê li gorî vê peymanê beşdarî civînê bibe, wê ji bo pêşeroja Sûriyeyê û herêmê, hêviyek derkeve holê. Bi dîtina me, modela xweseriya demokratîk a li Herêma Rojava derfet daye gavavêtinên ji bo aştî û aramiyê, ji bo gelemperiya Sûriyeyê rêyeke ku dikare rê li ber jiyana bi hev re ya hemû gelên xwedî nasnameyên cuda veke." 

‘TEMSÎLIYETA JINAN GELEKÎ GIRÎNG E’

Hevserokên HDP'ê di nameya xwe de bal kişandin ser girîngiya temsîliyeta jinan di civînê de û gotin, "Ji bo civîna Cenevre-2 nebe civîneke mêra, divê hewldan bên kirin. Şer bandoreke cudatir li jinan dike û mîna ku di biryara bi hejmara 1325'an a Neteweyên Yekbûyî de tê gotin, eger jin di hevdîtinan de li her qadên çareseriyê bi awayekî wekhev cih bigirin, wê feydê bide aştiyeke mayînde.

Em bang li tevahiya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku ji bo avakirina rejîmeke demokratîk a Sûriyeyê bikevin nava hewldanan. Em piştgiriyê didin beşdariya Kurdan û jinan bo civîna Cenevre-2. Em gelekî bi fikarin ku bi rêya şer El Qaîde li herêmê xurt dibe û em modela xweseriya demokratîk a li Rojava jî, li dijî van xeteriyan weke garantiyekê dibînin."


Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Edebiyata Kurdî ya Dîasporayê' hat

ad

Swêd hişyarî da: Neçin van bajarên Tirkiyeyê

ad

Fransayê rengê ala xwe guhart

ad

Bi wêneyan Newroza 2011'an

ad

JI BO SALIHÊ ŞIRNEXÎ

ad

Ji bo 'Firîna Bi Baskên Şikestî' çalakiya îmzeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname