ÇIYA MAZÎ
Di vê nivîsê de diçim Stewrê ku mirov ji Mêrdînê bi rê dikeve û berê xwe dide rêya Rişmil û Qubala ew şênkahî û hênkahiya çiyayên Surguciyan dest pê dike havînan û zivistanan jî ba û serma. Li serê neqeba Hopê mirov di rêya Mahserta Omeriyan re dadigere rêya Herêma Surguciyan û Stewrê. Di ber gundê Şûrê, Rissînê û nava Elfan re mirov di nava bax, bexçe û aviyan re berê xwe dide Stewrê.
Geliyên dora wê jî hemî şênkayî û bax û baxçe ne. Di van geliyan de gelek şer û pevçûn di nava kurdan û dewletê de rûdana di dîroka dûr û nêzîk de. Tirba Seyitxanê Kerr ku fermandarekî Şêx Seîd bû jî li van deveran e. Û di dîroka nêzîk de gelek Egîdan xwîna xwe li vê herêmê bi axê re kirine yek.
TAYBETMENDIYÊN STEWRÊ
Serjimara navçeya Stewrê 32 hezar e. Li herêmê ji bilî kurd an qîsmek ereb in. Bi taybetî li navenda Stewrê bi pirranî ne ( %70) û deh gundên ereban hene. Yên mayî kurd in. Û suryanî jî li gundê Qillitê hene û niha febrîqeyek şerabê li wê derê çêkirine, lê belê tenê du malbatê suryaniyan mane li wir. Ji ber ku rezên van deran pir navdar û bi ber in. Hemû mewîjên derdora Mêrdînê ji vê derê û Herêma Omeriyan derdikevin. Her wiha bi şeraba xwe jî di dîrokê de meşûr e. Li goî hin riwayetan dibêjin ku serebek (xeta boriyê) ji vê herêmê diçûye heta Mûsilê û şerab tê re diherikî. Û biwêjek ku pir tê zanîn li vê herêmê, ji vê çîçirokê derketiye, dibêje “Hasil di Mûsilê re derket” ango hasil (mahsûl-mal) çûye heta Mûsilê. Wek ku bibêje “heta ku em çûn Mêrdîn hertişt qediyabû, hasil di mûsilê re derketibû.”
ASTA KURDAN
Belê Hasil di Mûsilê re derbas bûye û têkoşîna gelê vê herêmê, kurdên vê herêmê gihaştiye asteke wisa ku xwe bi rê ve bibin. Ji axayên berê yên vê herêmê wekî Ehmet Axa ku tê gotin gelek zilm li gel kiriye û heta niha gelek tişt hatine guherandin û dema xwe bi xwe îdarekirin û birêvebirinê hatiye. Piştî bajarokên Barmanê, Ewîna (Surguci), Elfan û piştî ku ev bajarok ji holê rabûn ji ber Qanûna Bajarê Mezin dora navçeya Stewrê hatiye ku kurd bi tevahiyên gund û bajarokan û rêveberiyê têxin destên xwe.
Ji ber wê yekê jî namzetekî ku li vê derê mezin bûye, li vê derê têkoşîna kurdîtiyê daye û rûmet û naskirina wî ji gel û gelan re heye û bi serde jî nivîskar e derketiye holê.
FERHATÊ DENGIZÎ KÎ YE?
Mamoste Feratê Dengizî nivîskarekî kurd e. Navê wî yê fermî Mehmet Aydin Alokmen e, 64 salî ye, li gundê Dengiza yê girêdayî Stewrêya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1971’an de bûye mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kiriye. Du caran ketiye girtîgehê bi daraza endamtiya PKK’ê, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de maye. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî. Pirtûkên wî bi navê Zimanê Zimên (ceribandin), Tisê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Zîzanê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Kêzxatûnê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê (werger), Bi Heft Dengan Gazî Dikim (Kurteçîrok), hatine weşandin û gelek gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin. Û hê jî dinivîsîne. Ji xwe niha nivîskarê Azadiya Welat e, xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara ‘W’ê ye.
Gelek rewşenbîr û têkoşerê doza kurdî ji vê herêmê hene. Her wiha Adar Jiyan jî nivîskarekî kurdî ye ku ji gundê Dengiza ye û kurê meta Mamoste Aydin (Ferat) e.
Feratê Dengizî ango mamoste Aydin ku dibistana navîn li Stewrê xwendiye û ji xwe Dengiza nêzî wê ye û niha bûye taxeke wê dibêje “Piştî ku ez bûm namzed û li nava bajar û gundan geriyam pir pêşwaziyek mezin û germ xuya bû, gelek kal hatin pêşiya min û eniya min maçî kirin, hinek ji kêfan giriyan û dema ku wisa dibe ez jî bi wan re hestiyar dibim û hê bêhtir hêz bi min re çêdibe. Ji ber wê jî me cihê partiyê kiriye wekî hêwaneke derdgotinê ku heta êvarî mirov tê û diherin bi jin zarok, kal û pîran.”
Navenda Stewrê cîhekî dîrokî ye, xaniyên wê bi keviran hatine çêkirin wekî yên gundên wê û li ser du giran e. Li ser girekî Qonaxa Abdullah Beg heye, ku li gor tê gotin di dema osmaniyan de li hemberî Bedirxaniyan şer kiriye. Qonaxa wî li ser girekî ku dor hemî avahiyên ji keviran e û li hemberî girê din e ku ew jî ser wî rût e. Mirov di pêlikên wî re birêve dihere û di hewşê re derbas dibe wekî mirov li salên 1850’yî be. Tewl û alifên hespan, singê ku bi dîwar de kutayî, li straxên odeyan nexşên textînî û kevirên nexşkirî û alavên wê demê hemî dîrokê bi mirov dide hîskirin.
Bajaroka Ewîna (Surgucu) ku bi pêkenokên xwe navdar bûye jî rengekî gelekî xweşik dide Stewrê û vê herêmê. Ne pêkan e ku yên derdora Mêrdîn ji Dêrika Çiyayê Mazî bigire heta Herêma Torê ku pêkenokek Surguciyan nizanibe. Trêna wan jî navdar e û bi rê ketiye tu kes nikare bisekinîne bawer im û bi wê dilsozî û kurdewariya xwe dê bi serkevin jî kes nikare wan bisekinîne.
A ha Feratê Dendizî ango Mamoste Aydin Alokmen dibêje ez talibê rêveberî û şaredariya vê derê me. Bi hêviya ku mamoste bi ser keve û rojekê mîhrîcaneke helbestê yan jî beşeke wêjeyê yê din li nava wan bexçeyên xweş çêbike û em jî herin masiyên ku ji wan çeman derdikevin bibirêjin, fêkiyên cur bi cur yên wê derê tahm bikin û wî pîroz bikin.
24.02.2014, Azadiya Welat


