AMED
Çalakiya ciwanan ya li Baxçeyê Hewselê didome. Berendama Hevseroka Şaredariya Amedê Gultan Kişanak, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî û rojnameger çûn serdana ciwanan.
Ji aliyê Meclisa Ciwanan ya BDP'ê ve ji bo parastina xwezaya Baxçeyên Hewselê nobeta ku hatibû destpêkirin didome. Ciwan li aliyekî hawirdorê paqij dikin û li aliyê din jî der barê talana daran ku hatiye kirin agahiyan li ber hev dikin. Ciwanan heta serê sibê nobet girtin, polîsan jî li wesayîtên ku tên cihê çalakiyê lêgerîn pêk anîn. Di nava rojê de gelek sazî û kes hatin serdana ciwanan. Di destpêkê de ciwanên Farqînê hatin serdana çalakvanan, dirûşm berz kirin û sirûd xwendin. Ciwanên Farqînê, li qadê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre rêvebir û endamên Komeleya Hemwelatiyên Azad ya Taxa Selahattîn Eyyubî hatin serdana ciwanan. Endamên komeleyê guh dan daxwazên ciwanan û vegeriyan. Ciwanan li ser darekê "Bijî Serok Apo" û "PKK" nivîsandin û ciwanan di qetina qadê de qumbarayek danîn û li ser nivîsa 'Kesên ku komîna wan nebe, xwezayê fêm nakin' nivîsandin.
Kişanak û rojnameger çûn serdana ciwanan
Piştre Berendama Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya BDP'ê Gultan Kişanak, nivîskarê rojnameya Hurriyetê Sedat Ergîn, nivîskara Bîanetê Nadî Mater, nivîskarê Vatanê Mutlu Tonbekçî çûn serdana ciwanan. Nivîskar li hemberî xwezaya ku hatiye talankirin û birîna 7 hezar daran matmayî man. Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Şevîn Sonsuz got ku fermana komkujiya xwezayê ji aliyê rektora Zanîngehê ve hatiye dayîn û wiha got: "Ji bo tunekirina xwezaya Kurdistanê polîtîkaya îmhayê tê meşandin. Em destûrê nadin xwezaya Kurdistanê bikin mêtingeh û li hember vê yekê em li vir in. Heta encamê bi dest bixin, em ê li vir bin. Çiqas didome bila bidome em ê çalakiya xwe berdewam bikin."
Kişanak jî got ku qada dar lê hatine birîn aîdî Zanîngehê ye û wiha got: "Bi salan e zanîngeh ava qirêj bera ser vê daristanê dide. Wisa kirine ku zindî nikaribin li vir bijîn. Ev komkujiya xwezayê ye. Hewldanên tunekirina dîroka Geliyê Dîcleyê ye. Ji ber vê yekê ev destpêk e. Eger em wan li vir rawestînin, wê demê em ê karibin Geliyê Dîcleyê rizgar bikin. Eger em wan ranewestînin dê komkujiya xwezayê bidome. Wisa kirine ku çem anîne asta tunekirinê. Di lîteratura Enqereyê de çemekî wiha tune ye."
Dayikên Aştiyê û Baroya Amedê jî çû serdanê
Paşê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê hatin qadê, bi coşeke mezin, çepikan hatin pêşwazîkirin. Dayik û ciwanan hev hembêz kirin û her du alî jî hestiyar bûn. Piştre dayikan stran gotin û ciwanan jî li dora agir govend gerandin.
Piştî demeke kurt Komîsyona Mafê Jinan ya Baroya Amedê hatin serdana ciwanan. Çalakiya ciwanan gerandina govendê didome.
Li Hewselê çi qewimî?
Dawiya meha borî li Bexçeyê Hewselê nêzî deh hezar daran hatin birîn. Bexçeyên Hewselê wisa cihek e 180 cure çivîk û bi ser 20'î re sewalên xişok, kotinker hene. Tê gotin ku dîroka bexçeyê Hewlesê heta 8 hezar salî diçe. Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê dixwaze li Hewçelê avahî bêne sazkirin. Her wiha plana çêkiriha HES'ê ya li ser Hewselê jî heye. Amedî û bi taybetî jî ciwan dijî van projeyan in.
û kampanyaya berhevkirina îmzeyan... Ji bo kesên eleqedar:
http://www.change.org/tr/kampanyalar/%C3%A7evre-ve-%C5%9Fehircilik-bakanl%C4%B1%C4%9F%C4%B1-hevsel-bah%C3%A7eleri-katliam%C4%B1-ekolojik-bir-y%C4%B1k%C4%B1ma-neden-olacak-hes-projeleri-ile-dicle-nehri-yok-olacak


