Diyarname
Hevsorê BDP'ê Selahattin Demirtaş navê bajarên ku di hilbijartina 30'ê adarê de wekî şaredarî bi dest bixin da.
Ji bo hibijartina şaredariyan a 30'ê adara 2014'an hindik ma. Hevserokê BDP'ê êvara 6'ê mehê beşdarî bernameya Teke Tek a televîzyona Haber Turk ku Fatih Altayli bi rê ve dibe bû û qala bajarên ku dê bi dest bixin kir. Li gor Demirtaş dê hejmara bajarên di dest wan de derxin 15'an.
Demirtaş wisa got:
- Bajarên niha di dest me de ne, emê careke din bi dest bixin* Ji bilî van bajarê Riha û Mûşê yekem car emê bi dest bixin.
Bajarê Qersê yekem car emê bi dest bixin.
Agirî me carekê girtibû, YSK'ê bi hîle ji dest me derxist, emê vê carê dîsa bigirin.
Çewlig me carekê girtibû, vê carê dîsa dikeve destê me. Bedlîs emê bigirin.
Her wiha Demirtaş got li Mêrsînê du şaredariyên mezin Akdenîz û Toroslar emê bigirin. Akdenîz di dest me de ye, em dîsa digirin, em Toroslar jî digiri. Li Edeneyê Seyhanê emê bigirin.
Li Konyayê navçeyên Kûlû û Cihanbeyli careke din em bi dest dixin. Li Mereş, Melet, Semsûr emê hin navçeyan bigirin. Li Erzeromê emê yekem car 4 navçeyan bi dest bixin.
Demirtaş ji bo Stenbolê jî got ku ew li bendê ne bi ser sedî 10'î re dengan bigirin.


