Stockholm
Komek rewşenbîrên kurd, bi nameyeka ku dê ji Saziya Rojnamegerên Bêsînor (RSF) re bê şandin, kampanyaya şermezarkirinê dan destpêkirin. Armanca kampanyayê şermezarkirina rapora RSF'ê ya bi sernavê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” e ku yekalî û siyasî hatiye amadekirin.
Kampanya dê heftiyekê bidome û dê encam bi îngilizî li gel navnîşanên hatine berhevkirin, ji navenda RSF'ê re bê şandin.
Rêberiya kampanyayê malpera Amîda Kurd dike. Kesên ku bixwazin îmzeya xwe biavêjin bin metnê dikarin maileke bişînin ser vê navnîşanê:
amidakurd@gmail.com
Metna ku dê îmze bê avêtin ev e:
Ji rêveberiya Saziya Rojnamevanên Bêsînor (RSF) re
Saziya we RSF di 1ê gulana 2014an de derbarê azadiya ragihandinê ya li Rojavayê Kurdistanê de raporek bi sernavê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” weşand.
Di rapora navborî de bang li PYDê tê kirin ku azadîyên bingehîn biparêze û rêzê li azadîya wergirtina nûçeyan bigire. Her wiha rexne li PYDê tê kirin ku bi rêya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) karê rojnamevanan bi sînor dike û mafê wan binpê dike.
RSF îdîa dike ku PYD û piştevanên wê, nûçevanên dijber digirin, direvînin, da wan bêdeng bikin û çavên nûçegîhanên ji derî xwe bitirsînin.
RSF mîna saziyeka serbixwe û azad, diviya beriya her tiştî bi rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Azad re jî rûniştana û bi kêmasî nêrîn û nêzîkahiyên wan jî hîn bibûna. Her wiha îdîayên mîna ”revandin û çavtirsandin”ê, bi mînakên berçav û delîlal piştrast bikira. Lê RSFê ev yek nekiriye. Dîsa balkêş e ku tu aliyên baş nehatiye ziman û bûyerên mîna li Kobanê birîndarkirina rojnamevanan ji aliyê DAÎŞê ve û li Helebê jî ji aliyê hêzên Rejîmê ve, di rapora RSFê de cî negirtine.
Pirsek grîng e ku em ji we dikin; kesên ku ev rapor amade kirine jî li herêmê mîna muxalîf kar dikin. Wê demê eger îdîayên di raporê de cî girtine rast bin, çewa karîbûne li herêmê bixebitin û vê raporê amade bikin?
Pir aşkere ye ku rapora RSF´ê ne bi profesyonelî lê bi awayekî siyasî hatiye amadekirin. Ji lewre û hemû sedemên ku li jor hatine ravekirin, em weke rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji her çar parçeyên Kurdistanê vê helwesta RSFê mîna helwesteka ji rastiya heyî û objektîvîzmê bi dûr, mîna helwesteka siyasî dinirxînin. Lewra aşkere ye ku RSF yekalî tevgeriyaye û bi tenê bîr û raya kesên li dijî rêveberiya Rojava derdikevin girtiye. Em kesên ku nav û nîşanên wan li jêr in, ji ber van hemû sedeman, vê helwesta neyînî ku di bin navê ”rapor”ê de hatiye diyarkirin şermezar dikin û hêvî dikin ku saziyeka wiha girîng ku li hemû cîhanê birêxistin e û xwedî rêz, cidiyet û bi bandor e vê şaşiya xwe gavek zûtir sererast bike û bi hemû aliyan re di nav têkiliyekê de, objektîf tevbigere.