BRUKSEL
Encamên Şêwira Neteweyî ya 14'emîn Civata Giştî ya KNK'ê bi deklarasyoneke hatin eşkerekirin. Di deklarasyonê de piştgirî ji têkoşîn û pêkhatinên li Kurdistanê hat dayîn û banga çareseriya bi rêbazên siyasî û diyalogê li dewletên herêmê hat kirin.
Encamên 14'emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku di navbera 31'ê gulan û 1'ê pûşperê li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya nûnerên partî û organîzasyonên kurd û kurdistanî yên ji seranserê Kurdistan û dîasporayê hat lidarxistin, bi deklarasyonekê ji bo raya giştî hat eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nûnerên hemû partî û organîzasyonên kurd, kesayetên polîtîk û ronakbînên li civata giştî amade bûn, bi girîngî li ser pirs û pirsgirêkên Kurdistanê, yekîtiya navxweyî, Rojhilata Navîn û cîhanê dîtin, bawerî û pêşniyarên xwe digel hev parve kirine.
Deklarasyona 14. Civata Giştî ya KNK'ê ya hat aşkerakirin wiha ye:
"- Welatê me Kurdistan piştî berdêlên giran ji serê vê sedsala 21'ê ve her bi çi rengî be digihe statuyên xweser. Li başûr û rojavaya Kurdistanê xelkê me û hemwelatiyên me bi sîstem û modelên li goreyî şertên xwe avabûna xwe didomînin. Avabûna li Başûr di nav Iraqa Federal de ber bi pêş ve diçe. Pêkhatina li Rojavayê jî bi statuya xwe ya kantonan ve berê xwe daye azadî û serketinê. Şêwira Neteweyî bi dilgermî piştevaniya xwe ji bo avabûnên başûr û rojavaya Kurdistanê careke din beyan dike û bangî kurdistaniyan dike ku hevkarî û desteka xwe digel van du parçeyên azadbûyî yên Kurdistanê di dereceya herî bilind de nîşan bidin.
- Şêwira Neteweyî gelek bi giringî destnîşan dike ku arêşe û aloziyên navxweyî firsetê didin neyarên doza kurd û Kurdistanê ku planên xwe yên wêranker bi cih bînin û rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin. Îro bi taybetî li dora Rojavayê Kurdistanê ablûkayên berfireh têne domandin. Dewletên dagirker hêzên paramîlîter ên îslam-cîhadîst organîze dikin û ber didin ser xelkê me li Rojavayê Kurdistanê ku ev çete komkujiyên mezin dikin. Armanca van hemû êrîşan ew e ku aştî û aramiya ku xelkê me li Rojavayê Kurdistanê pêk aniye têk bidin û statuya xweseriya demokratîk a li kantonên Rojavayê Kurdistanê hilweşînin. Lewma Şêwira Neteweyî bangî pêşengên polîtîk û ronakbîrî yên Kurdistanê jî dike ku di vî keysê têra xwe bi îmkan de rol û misyonê xwe ji bo mutleq yekîtiya navxweyî bi kar bînin û destkeftinan bi pêkînana tifaqa navxweyî biparêzin û welat pêşve bibin.
- Şêwira Neteweyî piştevaniya xwe ji bo têkoşîna bizava neteweyî û welatî ya kurd û Kurdistanê li rojhilatê Kurdistanê dubare dike û bangî hêzên polîtîk û hemû kes û hêzên berpirsyar dike ku beramberî rejîma Tehranê yekîtiya xwe pêk bînin û têkoşîna xwe mil bi milê hev bidomînin. Serketina li rojhilata Kurdistanê bi vê yekbûna mutleq ya navxweyî ve girêdayî ye û çavê xelkê me li rê ye ku ev yekitiya neteweyî û welatî pêkbêt.
- Şêwira Neteweyî her wisa piştevaniya xwe ji bo têkoşîna bizava neteweyî û welatî ya kurd û Kurdistanê li bakurê Kurdistanê eşkere dike û bangî hêzên polîtîk û hemû kes û hêzên berpirsiyar dike ku dijî rejima Enqereyê rêzên xwe bişidînin, xebat û têkoşîna xwe li ser bingehê yekîtiya navxweyî ya xurt bidomînin. Serkeftinê bi vê yêkbûna teqez ya navxweyî ve mimkûn dibe.
- Şêwira Neteweyî bangî kurd û Kurdistaniyên li hemû meydanên dîasporayê jî dike ku nasnameya xwe, ziman, kultur û folklora xwe ya otantîk biparêzin û li welatên lê di nav întegrasyoneke pozîtîv de bi vê hebûna xwe ve digel xelkên wan welatan di nav ahengê da bijîn û piştevanîya xwe ya digel têkoşîna azadî û pêşkevtina welatî xurttir bikin.
- Şêwira Neteweyî dîliya Serokê KCK'ê birêz Abdullah Ocalan qebûl nake û bangî dewlet û hikumeta Tirkiyeyê dike ku rojekê zûtir Ocalan serbest bikin. Aştî û aramiya Tirkiye û Kurdistanê bi serbestiya Ocalan ve yekser girêdayî ye. Tê hêvî kirin ku hemû organîzasyonên polîtîk û sivîl û kesayetên Kurdistanê di vî warî de bibine hevparên însîyatîva ku ji bo serbestiya Ocalanî xebatê dike.
- Rejima Îranê şiddet û îdama li ser azadîxwazên Kurdistanê divê bi dawî bîne, ji bo çareseriya vê pirsa giran ya Kurdistanê digel berpirsiyarên Kurdistanê di nav diyalogê da be û li ser zemînê wekheviyê rûne ser maseya çareserîyê.
- Tirkiye divê prosesa çareseriyê ya ku bi însîyatîva serokê KCK'ê birêz Abdullah Ocalan destpê kirî bêyî bersiveke pozîtîv nehêle û rê li ber lihevhatineke maqûl û adilane xweş bike.
- Hikumeta Bexdayê diyaloga digel Herêma Kurdistanê xurt bike û pirsa Kerkûk û navçeyên dabirî li goreyî makeqanûna Iraqa Federal çareser bike.
- Rejima Şamê dawiyê li êrîşen li ser kurdan bîne û avabûna kantonên rojavaya Kurdistanê nas bike. Her wiha opozîsyona Sûriyeyê jî dawiyê li polîtîka xwe ya şoven bîne û li ser esasê wekheviya mafên xelk û neteweyan digel rêvebiriyên kantonên rojavayê Kurdistanê di nav têkiliyê de bin.
- Şêwira Neteweyî komkujiya Serêkaniyê bi xurtî mehkûm dike û bangî kurd û Kurdistaniyan dike ku di têkoşîna parastina rewa ya rojavaya Kurdistanê de piştevaniya aktîvtir nîşan bidin, erkên xwe yên neteweyî û welatî her bi çi rengî be bi cih bînin.
- Şêwira Neteweyî bi tu awayî êrîş û provakasyonên li ser xelkê me yê Êzidî, Şengal û hemû navçeyên ku xelkê me yê Êzidî lê dijî, qebûl nake û daxwazê dike ku bi her rengî piştevanîya xelkê me yê Êzidî bête kirin.
- Şêwira Neteweyî ferq û cudahiya li ser xelkê me yê Yarsan û Elewî tê kirin qebûl nake û daxwaz dike ku piştevaniya xelkê me yê Yarsan û Elewî bi xurtî bê kirin.
- Şêwira Neteweyî êrîşên li ser xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî qebûl nake û piştevaniya xwe ya digel xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
- Şêwira Neteweyî piştevaniya bizava azadîxwazîya jina kurd û Kurdistanî dike û êrîş û miemeleya nemirovî ya li dijî jinê bi xurtî red û tawanbar dike.
- Şêwira Neteweyî muameleya nemaqûl ya asayişa Hewlêrê ya li ser buroya KNK'ê û partî, organîzasyonên sivîl û ajansên medyayê qebûl nake û hêvî dike ku ev helwest bê terk kirin ku xizmeta tifaqa navxweyî nake.
- Şêwira Neteweyî pêşniyar li PDK û PKK-KCK'ê dike ku li ser esasê berjewendiyên neteweyî û niştimanî diyaloga xwe xurt bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî di nav hewildanên pozîtîv da bin.
- Di serî da Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekîtiya Ewropayê (YE), Rusya, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên dî yên dinya destek û piştevaniya xwe ya bi doza kurd û Kurdistanê eşkera bikin, piştî naskirina "Herêma Kurdistana Iraqê”, Kantonên Rojavaya Kurdistanê jî nas bikin û hevkariyê bikin."
Organîzasyonên polîtîk û sivîl ên ev deklarasyon pejirandin jî wiha ne:
"Kantonanên Rojavaya Kurdistanê, Yekîtî Nîştimanî Kurdistan, Kongra-Gel, GORAN, KCK, Yekgirtu Islamî, Komela Islamî Kurdistan, PYD, PJAK, Hizbî Şuî Kurdistan, Nnertîya Hizba Beth Nehrina Demokrat, PSDK, Partîya Guhertina Demokratik ya Mezopotamya, Nûnertiya PÇDK, Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan, PDK S, Nûnertîya Hizbî AYINDE, Partiya Rizgarî ya Kurdistanê, PÇK S, PIK [Partîya Islamî ya Kurdistanê], KKP-bakur, Hereketa Kesk ya Kurdistan, KDP S, YNDK, Partî Parêzgeranî Kurdistan, Civaka Islamîya Kurdistan, Koma Jinên Bilind, Otonomîya Kurd li Rusya, Komela RONAHÎ Azerbeycan, Federasyona Êzidîyên Kurdistan, RÊXIRAWÎ DEMOKRATÎKÎ YARSAN, KCD-E, CHAK, Instîtuta Kurdî ya Stockholmê, Instîtuta Kurdî ya Brukselê, Instîtuta Kurdî ya Almanyayê"
Ji ANF'ê hatiye girtin



