QAMİŞLO
Şandeyek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji bo gotûbêjkirina rewşên qanûnî yên saziyê û derfetên çapkirina berhemên hin nivîskaran çû serdana Buroya Desteya Çandî ya Herêma Cizîrê. Di serdanê de Yekîtiyê destûra xwe ji Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wergirt.
Şandeya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ku ji Serokê Yekîtiyê Dilawer Zengî, Mihemed Şêxo û Taha Xelîl pêk dihat, ji aliyê Seroka Desteya Çand û Hunerê Nehawend Hesen û her du cîgirên wê Gulbuhar Seedûn û Hena Hena ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî rêzgirtinê, Seroka Desteya Çand û Hunerê Nehawend Hesen li ser çandê di siya vê şoreşê de û girîngiya wê ji pêkhateyên civakê re axivî.
Piştre di navbera her du aliyan de nîqaş pêk hatin û di encamê de Yekîtiya Nivîskarên Kurd destûra belavkirina pirtûkên xwe yên ku dê li ser navê Desteya Çand û Hunerê bên çapkirin ji Desteya Çand û Hunerê wergirt.


