logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bersivek ji bo AKO MIHEMED

  • Dîrok: 14/08/2013
Birêz Ako Mihemed, ji ber ku ez jî wekî te "rojnamegerekî" kurd im ez bersiva te didim.

Ez ne siyasetmedar im, naxwazim partiyeke kurd biparêzim jî. Bawer bike ger ev gotinên te ji aliyê siyasetmedarekî ve bihata nivÎsandin min dê qet bersiv nedana.

Ji ber ez jî wekî te "rojnamegerekî" (ji ber meseleya nîqaşê ye kî çiqas rojnameger e loma min ev gotin kiriye nav neynûkê) kurd im, yanê ez jî xwe di asta te de dibînim, ez bersiva te didim. 
Bi nasnameya xwe ya rojnamegerî, ez jî bi qasî te rewşa kurdan, ya Rojava û Başûr, helbet Bakur (mixabin aliyê min ên Rojhilat hinek sist e) dişopînim. Loma ez dixwazim bersiva nivîsa te ya roja 13.08.2013 ya bi sernavê "Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê" ya di Rûdawê (1) de bidim.

Ji bo kesên ku nivîsa te nexwendine ezê pêşî gotinên te di nav kevanê de rêz bikim, paşê jî yên xwe wekî bersiv bibêjim. Lê berî her tiştî ez vê bibêjim: Xwezî min ev nivîsa te nexwenda û xwezî min xwe mecbûr nedîta ku bersiva te bidim... Lê mixabin ji ber ku bi nivîsa te û bi nirxandinên te yên şaş (helbet li gor min) dilê min êşiya; Ji bo ez êşa dilê xwe bikewînim, belkî bikaribim hinek tiştan zelal bikim, ezê bersiva te bidim.

- (Mirov pirr bi zelalî dibîne ku rojavayê Kurdistanê îro, di rewşeke nîv serbixwe de ye. Lê mirov hest nake ku xelkê wê dilxweş in. Beşekî zêde yê xelkê hest nakin ku li jêr desthilatekê ne ku jê natirsin û ji wan dane.)
Li gor kîjan îstatîstîkan tu qala "beşeke zêde" dikî? Ez jî ji te re bibêjim "beşeke zêde piştgirî dide PYD'ê û ji Asayîş û rêveberinê memnûn e" tuyê çi bibêjî?..
Ma wisa dibe?

- (Birêvebirina hevbeş û bi awayê bereyî û hêzeke hevbeş a rojavayê Kurdistanê dibe baştirîn parêzvanê azadiya rojavayê Kurdistanê. Ev hevbeşî ti derfeta êrîşkirina ser rojavayê Kurdistanê nahêle. Rewşa navçeyê ewqasî guncaw e ku, tew wezîrê derve yê Tirkiyeyê doz dike rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevbeş ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve bê birêvebirin.)
Heyrana çavên te, dema hûn şiroveyê dikin hinek bêalî bin. Kengê PYD'ê gotiye em tenê bi rê ve bibin? Ma her nabêjin "Werin em bi hev re bi rê ve bibin."
Binêrin niha ew amadehiya hikumeta demkî dike. Û çend roj berê PYD'ê belgeya rêveberiya demkî li partiyan belav kir û ji wan fikir xwest.(2) Beşdarî xwest. Partiyeke wisa çawa dixwaze tenê bi rê ve bibe? Nûçe wisa dibêje: "Di vê çarçovê de şandeyeke PYD'ê çû serdana navenda Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û navenda Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) baskê Nesredîn Brahîm û belegeya di derbarê projeya rêvebiriya demkî de pêkêşî partiyan kirin."
Dîsa tu dibêjî, "Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê", ez vê jî dihêlim ji Bakuriyek din re ku bersiva te bide, ka Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê çiqas başiya kurdan dixwaze yan naxwaze...
Ez tenê bi gotina te dikenim û derbas dibim.

- (Wek ax, parçeyên Kurdistanê dirêjiya hevdu ne. Neteweya kurd jî dirêjiya hevdu ye di parçeyên din de. Herwiha normal e partiyên Kurdistanî yên seranserî jî hebin, yan liqên wan bi navên din li parçeyên din ên Kurdistanê hebin; mîna PYD û PKK, yan Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) û PDK. Lê ya ku pirsgirêkan derdixe ew e ku PKK, bixwaze li Qendîlê bi mentalîteya partiya pêşeng û bi awayê tekpartî rojavayê Kurdistanê birêve bibe.)
Mixabin nûçeyan li jor min mînak da ev gotinên te piştrast nake. Yan haya te ji van nûçeyan nîn e, yan ev nûçe li hesabê te nayê, yan jî tu bi taybetî van tiştan dinivîsî ku tu naxwazî vê rastiya li rojavayê Kurdistanê bibînî.
Di bin nivîsa de te kesek bi navê Serhat Rojava nirxandin kiriye û bersiva te daye. Ez wê bersiva Serhat Rojva li vir jî biweşînim ku ez beşdarî Serhat Rojva dibim: 
"Hemu partî vê gavêjî li hemu bajarên Rojava kar dikin tu kesek rêk pêşya wan negirtîye. lê heke tu herî li Enqere anjî li Hewlêrê li hotelada karên dij bi gelê xwe bikî û bi sedhizaran dollarên Amrika werbigrî û di nav Al-Nusra anji leskerê Azad da cîh bigrî û herî li Helebê dij gelê xwe şer bikî, ewêjî ez bawerim tu bi xwejî napejirînî." (3)
Dema min ev bersiv ji bo te dinivîsandin Hawarnewsê nûçeyeke bi sernavê "PYD di xebata rêveberiya demî de asta duyemîn dide destpêkirin" weşand. Xêra xwe li wê jî binêre, belkî ji bo te bibe bersivek din.

- (Divê rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê nebin nimûneya Koreya Bakûr û Koreya Başûr, di warê çawaniya birêvebirinê de, ku xelkê rojavayê Kurdistanê di encama nebûna azadiyê de bi awayekî nehênî bêne başûrê Kurdistanê, wek çawa xelkê Koreya Bakur bi awayekî nehênî û bi dizî diçin Koreya Başûr.)
Dema mirov mînakek bide divê mirov baş hay ji mînaka xwe bibe. Koreya Bakur civakek çepgir e lê nizanim çepgirek çawa ye, desthilatdarî ji bav diçe destê kur. Tu çawa dikarî Koreya Bakur û rojavayê Kurdistanê bikî yek? Gelo dê kurê Salih Muslim were bibêje "ez bikevim cihê bavê xwe?" Ku kurê Muslim ne wekî kurên hin rêveberên kurdan li Ewropayê dixwînin, li dibistanên mezin in bêyî tiştek bi wan bê... Kurê Muslim niha çek di dest de ye û li nav şer e. Xwedê temenek dirêj bidê, dibe sibê şehîd jî bikeve.
Ger tu ji aliyê bîrdozî (îdeolojîk) bibêjî û qala rêveberiya rojavayê Kurdistanê ya bi destê PYD'ê dikî jî ez vê bibêjim: Bi qasî ez dişopînim ew li ser şopa Ocalan in. Li bakur jî siyaseteke bi vî rengî heye. Li Bakur şaredariyên ku di destê BDP'ê de ne xizmeteke baş ji bo gel dikin û gel ji wan memnûn e. Ji te re îstatîstÎkek: Di hilbijartina 1999'an de BDP'ê (wê çaxê HADEP bû) 37 şaredarî bi dest xistin. Di hilbijartina 2004'an de ev hejmara şaredariyên xwe derxist 54'an û di hilbijartina 2009'an de jî ev hejmar derxist 99'an. (digel ku dewlet bi her awayî dijî wan kar dike, dek û dolaban derdixe jî her hejmara xwe zêde kirine) Diyar e ku gelê Bakur ji wan razî (memnûn, dilxweş) e ku di her hilbijartinê de zêdetir dengan dide wan. Dîsa heta îro me nedîtiye kesek ji Bakur gotiye 'em herin Başûr bijîn' (wekî tu dibêjî ji Bakurê Koreyê diçin Başûrê Koreyê). Yanê ew îdeolojiya ku li rojavayê Kurdistanê qal dikî li Bakur bi ser ketiye, çima li Rojava bi ser nekeve? Ha, ez nabêjim sedî sed baş e, kêmasiyên wan tune ne. Ev mijareke din e.
Mînakek din, şaredariyên Serxetê her dixwazin alîkariya Binxetê bikin ku ev wekî wezîfeyeke kurdîtiyê dibînin. (4) Hêviya min ew e ku ev mînak bi xwe meseleya te ya Bakurê Koreyê û Başûrê Koreyê têk bibe.
Tiştek din; Ger tu qala niha ya Rojava bikî, ez dikarim vê jî bibêjim: Îro li wir şerek heye, tiştek xwezayî ye ku her kes nikare şer bike, yan jî naxwaze şer bike, dibe ku bixwaze here li Başûr jixwe re hinek rehet bijî. Ev yek ji sedeman e. Dibe sedemên din jî hebin. Ger ji Rojava hin bi rêyên neyînî çûbin Başûr ev nayê wê wateyê ku rêveberiya niha ya li rojavayê Kurdistanê ne baş e.
Dîsa li ser gotina te ya "ku xelkê rojavayê Kurdistanê di encama nebûna azadiyê de" ez vê bibêjim: Niha Başûr ev 20 sal in zêdetir e xwe bi rê ve dibe... Gelo çiqas azadî heye ku Rojavaya ku hê sala xwe bi zorê temam kiriye demokrasiyeke têkûz deyne... 
Hê meha borî li Başûr hilbijartin bi paş ve hatin xistin? Ji bo çi?
Di nav kîjan şerî de bûn ku hilbijartin bi paş ve xistin?
Di kîjan demokrasiyan de hilbijartinan bi paş ve dixin?
Digel ku Rojava niha di nav şer de ye jî dîsa dibêje em hilbijartinê çê bikin...
Wekî min li jor got, ev nayê wê wateyê li Rojava azadî û demokrasiyeke têkûz heye. Tenê hinek bi wijdan tevbigerin bes e. Azadî û demokrasî tune be em bi hev re li dijî wan bixebitin, rexneyan bikin, lê bi wijdan.

- (PYD, bi awayê ezmûna salên pêşî yên şoreşa Mao Zedong, dezgehek bi navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ji bo îdareya sivîl û hikûmî ya bajarên rojavayê Kurdistanê ava kiriye. Herwiha Yekîneyên Parastina Gel YPG, wek artêşa rojavayê Kurdistanê çêkiriye û dibêje çênabe ti hêzeke çekdar a din hebe. Bi vî awayî jî Peymana Hewlêrê û DBKê ji naveroka wan vala kiriye.)
Rast e. Ez dîsa ji gotinên Serhad Rojava ku bersiva te dabû paragrafeke bigirim: "Bi rêz Ako ez bawerim ku PYD naxawaze ev azmuna tal û xirab li Rojava'yê Kurdistanda dubare bibe ku carek din Kurd bi destê Kurdan warin kuştin.Bawerîyeka wusa jî heye ku heke Serokê Herêmê bawerî bi rastîya hêza demokratika gelê Rojava nebuya, wê helwesteka cuda hebuya. Ji ber van hoyana pêwîst nake li Rojavayê Kurdistanda du hêzên leşkerî hebin."
Dîsa mînakek din, li dinyayê de her welat dixwaze artêşek wan hebe, hûn (tu û başûriyên din) çima dixwazin li Rojava du artêş hebin? We li Başûr çi sûdeya 2 artêşan dît? Ji salên 90'î heta 2003'yan de ev her du artêş (pêşmergeyên PDK û YNK'ê) her ne dijî hev bûn? Wekî Serhad Rojvaa gotiye, qey hûn li dû ezmûna tal in? Me hewce dike em hejmara pêşmergeyên (PDK û YNK'ê) di birakujiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bînin ziman?..

- (Herwiha di vê dema borî de, ji xeynî terorkirina berpirsê PYD Îsa Heso li Qamişlo di kiryareke terorîstî de, derbarê terorkirina zêdeyî 50 siyasetvan û çalakvanên sivîl, PYD tê tohmetbarkirin. Vê yekê atmosfêreke siyasî û derûnî ya pirr xerab li rojavayê Kurdistanê dirust kiriye, ku tê de rûhiyeta hevkarî û hevbeşiyê geş nabe. Herwiha girêdana xelkê parçeyên Kurdistanê bi desthilatdariya rojavayê Kurdistanê re lawaz dike.)
Li rojavayê Kurdistanê dibe ku tiştinên ne xweş qewimî bin. Binêr PYD'ê di roja 29.07.2013'yan de bangek çawa kiriye: "Em bang li Desteya Bilind dikin da ku dest bi lêpirsînê bike"...
Yanê, tiştek şaş hebe, terorî hebe bila lêkolîn bê kirin û derkeve holê. Li ser vê meseleyê her alî tiştek dibêje û heta niha lêkolîneke encamzelal derneketiye holê. Digel vê yekê jî wekî atmosfereke gelek xirab derketibe holê tu nîşan didî.
Ji ber van yekan jî tu dibêjî, "girêdana xelkê parçeyên Kurdistanê bi desthilatdariya rojavayê Kurdistanê re lawaz dike". Lê tiştek wisa tune ye. Ger girêdana te bi desthilatdariya rojavayê Kurdistanê re lawaz bûbe tu bi dilê xwe yî, lê ez ji te re eşkere bibêjim ku li Bakur tu kesek nabînî ku wekî te bifikire.

-  (Lê destdanîna PYD bi ser hemû desthilatên rojavayê Kurdistanê de, bi ti awayî PDK teşwîq nekiriye, ku beşê serdest ê hikûmetê ye bi taybetî li parêzgeha Dihokê, ku wî dergehî bi hemû awayan bikar bîne ji bilî çûnûhatin û gihandina alîkariyan, nemaze jî ku ji bo guhastina çekan bi awayekî nehênî jî dixwest bê bikaranîn ji aliyê PYD, ku ev jî Herêma Kurdistanê dixe ber tengasiyan)
Li hemberî vê gotina te PYD'yî jî dibêjin ku tu pêdiviya me bi çekan tune ye, bi têra xwe çekên me hene. Pêdiviya gel bi bazirganî, kar û barên rojane heye, bila derî ji bo vê yekê bê vekirin... Ka ez çi ji te re bibêjim, nizanim.

- (çênabe PDK damarên partiyekê mezin bike ku tenê bi rêya hêzeke çekdar, desthilateke tekperest li rojavayê Kurdistanê birêve dibe û behsa birina 15 milyon dolarên dahata wî dergehî dikin ji aliyê PYD ve, bêyî ku haya wan ji çawaniya bikaranîa wan pereyan hebe, wek ku ew partî dibêjin.)
Çend bersivên vê hene: Tu dibêjî "Çênabe PDK damarên partiyekê mezin bike", lê PDK piştgirî dide hin partiyên li Rojava û dixwaze damarên wan xurt bike. Ka tu ji bo vê çi dibêjî?
Dîsa tu qala 15 mîlyon dolaran dikî... Ezê gotina Asya Ebdullah (Hevseroka PYD'ê) wekî bersiv pêşkêşî te bikim.
Ji rojnameya we Rûdaw Hêmin Xoşnaw bi Ebdullah re hevpeyvînê dike, çend meh berê, pirsa pereyan jî dike. Fermo:: 
"Dahata dergehê Sêmalika di du mehên borî de 5 mîlyon dolar bû. Dibêjin we ji sedî 80'ê wê dahatê ji xwe re biriye û ji sedî 20'ê din jî bi partiyên din re parve kiriye?

Ew dergeh li ser DBK'ê ye. Kesê van bangewaziyan belav dike, bila belgeyekê bîne ku îmzeya PYD'ê li ser be ku me pere standine û bila bide medyayê. Bila belgeyekê bînin ku me fermanek daye rêvebirên wî dergehî. Ev kampanyaya reşkirina deskeftên Rojava ye.

Erê dahata wî dergehî çi pê tê, ji kê re diçe?

Ew dahat li ser bingeha biryarên DBK'ê tê rêkxistin, em nizanin dahata wî dergehî çend e. Ji ber ku rêveberiya xwe ya taybet heye, em pêwîst jî nabînin li dahata wî dergehî bipirsin. DBK'ê li ser xerckirina wê dahatê li hev kiriye. DBK xerciya dezgehan ji dahata wî dergehî dabîn dike. Pêwîstiya nexweşxaneyên Rojava bi alavên bijîjkî heye, da ku li ser piyên xwe rawestin. Ji ber ku êdî xelkên vir gava nexweş dikevin nikarin mîna berê herin Şam û Helebê. Lewma beşekî dahatê ji saxlemiyê re tê veqetandin, beşekî din jî ji bo asayîşê tê veqetandin."
Belê ji bo dirêjahiya hevpeyvînê tu dikarî çavkaniyê binêrî. (5)

- (Tiştê ku ji van hemûyan zêdetir jî mirov dilgiran dike ew e ku, PYD behsa komkujiyan li hinek navçeyên sînorî yên rojavayê Kurdistanê dike. Lê çiku partiyên rojavayê Kurdistanê vê yekê teqez nakin, herwiha jî desthilateke PYDê ya tekperest heye, ku piştrastkirina wan nûçeyan ji bo aliyên bêteref û navendên cîhanî zehmet bûye, zehmetiya wê jî bêhtir ketiye ser canê neteweyî û çarenivîsa neteweya kurd. Rêxistina Kurdwatch, ku rêxistineke kurdên rojavayê Kurdistanê ye û navenda wê li Berlînê ye û raportan dide navendên Ewropî; dibêje komkujî li rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin û ew propagandaya PYD ye ji bo qerebûkirina wê ziyana cemawerî ku di encama kuştina şeş xwepêşanderên bajarê Amûdê de lê ket.)
Ez bersiva vê li hêla wijdana te û Kurdwatchê dihêlim. Bila wijdana we bersiva vê bide. Ger wijdana we rehet be pirsgirêk tune ye. Hema bila PYD rûreş be. Ger na, xêra xwe li vîdyoyên ku têne parvekirin binêrin, yan jî herin li ew herêmên hûn qal dikin lêkolînê bikin.

- (Di demekê de ku çend partiyên rojhilat û başûrê Kurdistanê amadebûna xwe nîşan dan ku hêzan bişînin ji bo parastina xelkê rojavayê Kurdistanê ji wê komkujiya ku PYD dibêje Cebhet El-Nusre li dijî kurdan dike; hevserokê PYD Salih Muslim got, pêwistiya me bi hêzê nîne û ger hêz ji wan aliyan re pêwist e emê ji wan re bişînin. Herwiha jî rê neda ku Elpartî hêzê bişîne bereyên şer. Dîsa jî hêza Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê jî li Kobanê ji hev belav kir. Êdî pirsyar ev e, çiku komkujî heye û xelkê rojavayê Kurdistanê di wê belayê de ne, ji ber çi PYD hevkariyê qebûl nake? Erê PYD ji ber çi bangewaziyê dike û mebesta wê çi ye gava dibêje komkujî li rojavayê Kurdistanê tê kirin û çi dixwaze? Ger hêza wê hebe û rê nede ti hêzeke din, wê demê ku komkujî çêbibe, êdî berpirsyariya wê komkujiyê dikeve ser milê PYD.)
Dubare: Ev meseleya asayîşê ye. Wekî li jor jî me qal kir, PYD û YPG naxwazin û rênadin artêşek din hebe. Ew bi xwe ji aliyê leşkerî ve jî (bi qasî heta niha hatiye dîtin) serketî ne. Li cihek ku bi polîtîkaya "Kembera Ereb" a Esad kurd û ereb ketibin nava hev, li cihên ku sînor bi hev ve be, yan jî ketibe nava hev tu artêşa herî mezin jî bînî mimkûn e tu nikaribî pêşî li kuştinan binî, mimkûn e sivîl jî bêne kuştin, şer jî çêbe. Ma li aliyê sînorên Misûl û Kerkûkê kurd nayên kuştin ji aliyê hin çeteyan ve? Ji ber ku li wir têne kuştin em dikarin bibêjin pêşmergeyên PDK û YNK'ê, yan jî bi gotineke fermî artêşa Başûr ne hêzdar e?

- (Du faktorên sereke di sala 1991 de bûn sedem ku beşekî başûrê Kurdistanê, azadiya xwe ji dest nede..... Rastiyek li ba min, wek tiştekî konkirêt diyar e, ger PDK yan YNK, wê demê û heta çend salan dû re jî bi tenê û bêyî munafeseyeke tekûz Kurdistan birêve biriba û her aliyekî bêyî hesabgirtina hebûn û rikaberiya aliyê din, başûrê Kurdistanê birêve biriba û gotûbêj bi Bexda û welatên din re kiriba, niha başûrê Kurdistanê, nedibû Herêma Kurdistanê ya niha)
Biracan, tu wisa dibêjî, kesek nizane dê bêje qey di salên 90'î de li Başûr wisa rêveberiyeke baş hebû, loma îro başûrê Kurdistanê azad e...
Bibore lê dîsa ezê bersiva Serhad Rojava ku dabû te rêz bikim: "Heke hun rewşa Kurdistan li naverasta Rojhilata Navînda bi cuwanî hildisengînin, wê demê hun çawa rudanên li Başurê Kurdistan li sala 1991'êda evro berengarî Rojavayê Kurdistan dikin? Herduk rudan bi bineretîda li hev gelek cudanin. Li Başur bi alîkarîya Amerika, Britanya û Firansa ew rewş hate afirandin û bi firokan va hate parastin bi nave "Herêma Firîn lê Nabe-No-Fly Zone". Di wê demêda PDK û YNK li Rojhilatê Kurdistan derbasî Başur bun û tevî serhildanê bun. Di resenda alikarîya biyanî merca yekê bu. Ew merce jî li goreyî neqşêyê "Pergala Cîhana Nû, û Rojhilata-Navîna Mezin" ku dagîrkirina Kuwait û azad kirina Kuwait ji alîyê hêzên hevpêymanva hate afirandin. Armanj ji beyan kirina van hevokan ewe ku dibya em li ser rastîyan berê xwe bidin rastîyên-çêbuyî li Kurdistan da. Piştî 1991'ê Bereya Kurdistanî gelek hewl da ku bi rejîma Seddam (sere rayî ku rejima Seddam li bin gemaroya navdewletî da bu û weke dujminê Amerika bu, dîsa dan û standin hebun) ra bighêje Peymana Xweserîyê lê tu encam nebun, bi naçarî helbijartinên netewî çêbun ku PDK û YNK bi hevre rêveberîya Herêma Kurdistan a Azad çêkirin. di sala 1994'anda YNK dest danî li ser rêveberîyê û PDK xwe da çîyayê Sefîn, lê Hewlêr li bin desthilata YNK'da bu. Duwayî salek vêca bi alîkarîya hêzên derva Hewlêr kete bin desthilata PDK û YNK berve Iranê hat durxistin û Silêmanîji kete bin desthilata PDK. Vêcarê jî YNK bi alîkarîya hêza derva carek din Silêmanî hate standin û hêzên YNK hetanî bajarê Koyê ji standin. Bi hizaran lawên Kurd jîyana xwe gorî şerê birakuji kirin."
Ez tiştek lê zêde nakim lê li ser gotina te ku tu dixwazî PYD û rejima Sûrî wekî şirîkên hev nîşan bidî ezê tenê bibêjim 95'an de PDK'ya ku niha tu diparêzî çû gazî Sedam Huseyînê bi hezaran kurd kuşt kir û tevî wî berê xwe da YNK'ê. Xêra xwe tiştên wisa nebêje. Ger hebin delîlên te wan nîşanî me bide. Tunebin, hema piçek li gorî rêzikên rojnamegerî tevbigere bes e.

Kek Ako, nivîs gelek dirêj bû. Ez ji nivîsên dirêj aciz im. Li quncikê min binêre, piraniya nivîsên min kurt in. Ez lêborînê ji xwendevanên xwe dixwazim ku min bi nivîseke ew qas dirêj dema wan girt. Wekî rojnamegerî hempîşeyê te ez bibêjim: Peywira me ew e em bi ser partiyan re bin, ne aliyên partiyan... Helbet yê me her yekî fikrek me, îdeolojiyek me, belkî alîgiriyeke me heye, lê em rojnamegerî nekin qurbanê fikra xwe û agahiyên şaş li ser navê rojnamegerî nedin xelkê dê baştir be...

Ez nizanim tu çend saliyî, wekî birayê biçûk ez ji birê xwe yê mezin, yanê ji te rica bikim ku bi nivîsên xwe rê nede ku pirsgirêk di nav partiyan de derê... Bizane ku di van rojên ku kurd dixwazin Kongreya Neteweyî li dar bixin de ji her demê zêdetir pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye.




1- http://rudaw.net/NewsDetails.aspx?PageID=16897&fb_action_ids=221055144714469&fb_action_types=og.likes&fb_source=aggregation&fb_aggregation_id=288381481237582

2- http://diyarname.com/news.asp?Idx=7387

3- Min qet dest nedaye bersiva Serhat Rojava. Bi kîjan tîpî nivîsandiye min hema wisa kopî kiriye û li vir weşand.

4- http://diyarname.com/news.asp?Idx=7392

5- http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=6942
 
 
cemilo@diyarname.com
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

  • 11 Rezber 2013

Min pirsek gelek hêsan ji Şêxmûs Sefer kir, ligel mînakek. Lê bersiva birêz Şêxmûs Sefer çi bersiv da! Xwezî em hînê lixwemikurhatinê jî...

“The Bank Job”

  • 31 Adar 2008

 Li welatekî, prensesa wî welatî di şevekê de bikeve navbera du mêran û bi wan re bikeve cîhana pevşabûnê qet ne xema min. Ew bi dilê xwe ye û jiyan...

Çi eleqeya ‘xwê’ bi dewletê re heye?

  • 28 Kewçêr 2019

Erê pirs ev e, çi eleqeya xwê û dewletê bi hev re heye? Ka em bi hev re hinekî serê xwe biêşînin...Xwê nebe goşt bêhn dide û tê avêtin. Bi...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bernameya 'Belgefîlmên Dijî Sansurê Berxwe Didin' li dar dikeve

ad

Berendamê Oscarê yê Fransayê diyar bû

ad

Belgefîlmê 'Kerboran'ê li Enqereyê bû

ad

Ji ber êrîşa çekdarî maça Belçîka-Swêdê hat betalkirin

ad

Kaprî û Xirecirek

ad

Xelata Olof Palme didin 3 jinan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname