logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bi vî awayî dê çawa zarokên me bixwînin?

  • Dîrok: 08/07/2008

 


Bifikirin, hûn li Tirkiyeyê dijîn. Ha li bajarekî mezin, an jî li bajarekî biçûk ê kurdan. Qet ne muhîm e. We bi zorê karek bi heqdesta asgarî bi dest xistiye. Hûn mehane 503 YTL pere digirin. Zarokek we heye. Hûn dixwazin carinan jêre pirtûkek bi kurdî bikirin. Hûn diçin Navenda Çanda Mezopotamyaye, hûn mêze dikin pirtûkeke zarokan bi navê "Sara" derketiye. Bala we dikişîne. Hûn rûpelan diqulibînin, belê bergeke qalind, rûpelên xweşik û hûn dibêjin ez vê bikirim ji bo zarokê/a xwe.
Hûn buhaya wê dipirsin, Dewrimê ku li pirtûkan dinêre dibêje: "18 YTL".
Hûn şaş dibin. Hûn li heqdesta xwe ya mehane dinêrin, hûn wê li rojan par dikin, roja we tê nêzî 17 YTL'yî lê pirtûkê ku hûn dixwazin ji bo zarokê/a xwe bikirin bi 18 YTL'yî ye. Hûn hêdîka pirtûkê li cihe wê datinin, sipasî li pirtûkfiroş Dewrim dikin, hûn tam dixwazin vegerin, lê dilê we rehet nabe û hûn dibêjin:
- Heyran, pirtûkek zarokan çima ew qas buha ye. Ma kî dikare 18 ytl'yî bide pirtûkek zarokan?
Dewrim dibêje:
- Wele weşanxaneyê anî, gotin wisa bifroşe, em jî mecbûr wisa difroşin. Lê tu bixwazî ez dikarim hinekî ji bo te kêm bikim.
Kêm bike dê çi bibe? Herî zêdê dê du sê ytl'yan daxe, wê daxe 15 YTL'yî. Lê 15 YTL'yên we hene?
Hûn li pirtûkê dinêrin, pirtûkek ku ji aliyê Bêrî Bihar ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Avagon derketiye.
Hûn bikirin tişteke din e, hûn nekirin tişteke din.
Hûn bikirin hûn baş dizanin ku dê tesîreke mezin li butçeya we bike, hûn nekirin hûn dizanin li mal hûn qala pirtûkê bikin dê dilê zarokê/a we bimîne. Hûn di nav qeda û belayê de dimînin.

Vê carê hûn ji xwe dipirsim: Ma pirtûkek zarokan bi 18 YTL'yî dibe?
Û ez jî vê pirsa we ji her kesî dipirsim: Pirtûkek zarokan bi 18 YTL'yî dibe?
Bifikirin ku hûn dixwazin hefteyê pirtûkek ji zarokê/a xwe re bikirin û mehê dike çar pirtûk. Yanê 4x18= 72. Divê hûn 72 YTL tenê ji bo pirtûkên zarokan veqetînin. Lê ji bo xwe, ji bo jina xwe? Dema em ji ser 18'an re bihesibînin, mehaneya ku hûn digirin têra pirtûkan tenê nake.

VEv pirtûk bi 18 YTL'yî ye.ê carê em li mînakên li derveyî xwe binêrin.
1- Pirtûkên xêzeromana Red Kît (Bi navê wê yê din Lucky Luck) li Tirkiyeyê bi tirkî hatine çapkirin û li Weşanên Yapi Krediyê bi 10 YTL'yî difroşin. Dema hûn diçin wir sedî 20 jî dadixin dimîne 8 YTL.
2- Weşanên Evrenselê heta niha bi dehan pirtûkên zarokan bi tirki çap kirine. Hûnê bipirsin buhayê wan çi ye? Bele, buhayê pirtûkên wan di navbera 3.50 ykr û 7 YTL de diguhere.

Mînak bes in. Ê heyran 7 YTL li ku ye, 18 YTL li ku?

Ger wisa be dê kîjan bav bikaribe 18 YTL'yên xwe bide pirtûkek?
Ger nikaribe 18 YTL'yên xwe bide pirtûk wê çaxê dê zarokê/a wî nikaribe pirtûkên kurdî bixwîne. Jixwe dema zarok nexwîne wê çaxê herhal hûn jî dizanin dê pêşeroja vî zimanî nîn be.

Nizanim di rewşeke wisa de mafê me heye em gazincan bikin ku zarokên me bi kurdî nizanin?

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Hevpeyvînek çawa/çima tê kirin? (Ji bo hevpeyîna Dara û Dost)

  • 14 Rezber 2009

Her nivîsek (nûçe, hevpeyvîn, gotar, pexşan, roman, çîrok) miheqeq armanceke wê heye. Carinan ew kesê/a wê nivîsê dinivîse hay jê nîn be ku...

Çîroka Ajokarekî

  • 26 Pûşper 2008

 Saet li dor dehê rojê bû. Ezê siwarê texsiyeke ticarî bama. Dema pêdiviya min zêde bi demê çêdibe ez siwarê texsiyên ticarî dibim....

Ji kurdên Başûr pirsek li ser Amerîkayê

  • 22 Kewçêr 2024

Li Başûr gelek kompanî hene. Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir

ad

Çîroka pîloteke ji Mahabadê: Yasemîn Moqbelî

ad

Fotoyê Rojê: Bastêq

ad

'Palûte'ya Çiya Mazî derket

ad

Li dijî 'dîwarê şermê' zincîreke mezin hate çêkirin

ad

Kongreya Zimannasî û Wêjeya Berawerdî dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname