logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir

Baroya Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Semsûr, Çewlig û Dêrsimê derbarê operasyona li ser Rojavayê daxuyaniyeke he

  • Dîrok: 11/10/2019
  • Beş: Nûçe

Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava didome. Îro roja 3'Yan e. Vane hin agahiyên îro yên li ser Rojava...


23.00: Leşkerên Koalîsyonê jî bûn hedef

Di êrîşa li ser Rojava de îşev Tirkiyeyê Girê Miştenûr ê li Kobanî da ber bombeyan. Di vê bomberanê de hat gotin ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bûye hedef. Hat gotin ku leşkerek amerîkî miriye û du leşkerên fransiz birîndar bûne. Agahiyên li ser êrîşê rast in lê derbarê mirin an birîndaran de agahî nehat zelalkirin. Dema zelalî çêbe emê rast bikin. 
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê jî îdîa kir ku wan êrîşê leşkerên koalîsyonê nekirine.

18.30: Hollandayê jî biryara nefirotina çekan da

Piştî Norwec û Fînlandiyayê welate Hollandayê jî biryar da ku êdî çekan nefroşe Tirkiyeyê.

17.10: Baroya Îzmîrê dijî şer derket

Baroya Îzmîrê daxunayinek nivîsKî weşand û got ku Baroya Îzmîrê di dîrokê de her aştî derxistiye pêş, dijî şeran derketiye.

Baroya Îzmîrê wisa got: "Li bakurê ji roja operasyonê heta îro sivîl û şehîdên me yên jiyana xwe ji dest dane nîşan daye ku şer ji bilî mirin, êş û xirabkirinê tu tiştek nayne. Baweriya me ew e ku pêşeroj tenê bi aştiyê çêdibe û hemwelatiyên me aştiyê heq dikin."

Baroyê got ku baweriya wan bi 'Li welat aştî, li dinyayê aştî' tê û ev yek lê zêde kirin: "Em carek din nîşanî raya giştî didin ku jiyaneke wekhev, azad û demokratîk tenê û tenê bi aştiyê dikare bê sazkirin, em ji bo şehîdên xwe û sivîlan ji Xwedê rehmê hêvî dikin, aramiyê ji bo xizmên wan dixwazin û bang li desthilatdara siyasî dikin ku bêyî zêdetir can bêne windakirin dawî li şer bînin."

 

17.00: George Cloney ji bo kurdan rexne li Trump girt

Lîstikvanê navdar ê ji DYA'yê George Clooney jî ji bo kurdan dengê xwe bilind kir û ji bo Washington kurd bi tenê hiştine ew rexne kir.

Clooney li Forûma Nordic Bunisess a li Helsînkî li dar ket de ji bo 7 hezar beşdaran gel axivî. Wî gotina Trump a wekî "Kurdan li Normandiyayê alîkariya me nekir" jî rexne kir. Clooney got ku Washingtonê kurd bi tena serê xwe hiştine û ev yek lê zêde kir: "Kurdan ji bo me şer kir, paşê me got 'temam, hûn bi tena serê xwe ne'. Me ew tenê hiştin" û aciziya xwe anî ziman.

Lîstikvan Clooney bi helwesta xwe ya siyasî ya li qada dinyayê jî tê nasîn û her wiha ew ligel parêzer Amal Clooney zewiciye ku ew bi hev re li ser mafên mirovan jî dîtinên xwe tînin ziman.

 

16.30: Çeteyan li Qamişloyê bombe teqand

Îro saet li dor 16'an li Qamişloyê, li ser kolana Munîr Hebîm ku li ser rêya Hesekê - Amudê çeteyên DAIŞ'ê bombeyek teqandin. Li gor agahiyên ku tên birîndar hene.
Ev kolan, kolaneke qelebalix e, tê gotin ku hin kes mirine, hin birîndar bûne lê agahiyên zelal hê nehatine.

 

14,30: Îdîa: Hêzên DYA'yê li cihê nêzî şer in

Kanala televîzyona Rûdawê hin dîmen weşandin û got ku Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Girê Spî ne. Nûçegîhana Rûdawê Rengîn Şero got ku wan hêzên DYA'yê li navçeya Silûk a girêdayî Girê Sispî dîten. Nûçegîhan radigihîne ku konveyek ji 6 erebeyên Hummer û yek Land Cruiser pêk tê li wir dîtine. 

Ligel nûçeyê jî hê nediyar e ew erebe li wir dê ber bi ku ve biçin, yan jî biçin an neçin.


13.30: Li Amedê partiyên kurd daxuyanî dan

Li Amedê  Azadi Hareketi,  DBP, HDP, KKP (Partiya Komunîsta Kurdistanê), Partîya Azadi, Platforma Demokratên Kurd (PDK), PÎA (Partiya Însan û Azadiyê), PSK (Partiya Sosyalîsta Kurdistanê), PDK-T bi hev re daxuyaniyek weşandin û êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava şermezar kiri. Daxuyanî li avahiya PSK'ê hat xwendin. Kurdiya wê Serokê PSK'ê Mesut Tek, tirkiya wê Cîgerê Serokê DBP'ê Mehmet Şirin Tunç xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê êrîş di cih de bêne rawestandin û artêşa Tirk ji rojavayê Kurdistanê vekişe.


12.15: 9 Baroyan bang kir

Baroya Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Semsûr, Çewlig û Dêrsimê derbarê operasyona li ser Rojavayê daxuyaniyeke hevbeş daye.

Baroyan di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên dewletê, desthilatdar û mixalefetê kiriye û wiha gotine:

“Em bang aştiyê di serî de li Birêz Serokomar, hemû rayedarên dewletê û partiyên mixalefetê dikin, em dixwazin ku şerê demildest bi dawî bikin. Ti fêdeyeke din a vê manewraya polîtîk nebe ji bilî kûrkirina krîzên psîkolojîk, civakî, siyasî û ekonomîk ên Tirkiyeyê.

Dibe Tirkiye ji hêla leşkerî ji ve di vî şerî de bi ser keve ku li beramberî hemû cîhanê sekiniye. Lê divê neyê jibîrkirin, ‘şer wê biryarê nade ku kî mafdarî, wê biryarê dide ku bê kî bêhêz e.

“Em bawer dikin ku wê ti kes di vî şerî de bi ser nekeve û di serî de gelê tirk û kurd wê hemû gelên Rojhilat winda bikin. Em bang aştiyê di serî de li Birêz Serokomar, hemû rayedarên dewletê û partiyên mixalefetê dikin, em dixwazin ku şerê demildest bi dawî bikin.” (Ev beş ji Bîanetê hatiye girtin)


11.00

Şaredariya Nisêbînê çalakî dan rawestandin

Şaredariya Nisêbînê hemû çalakiyên çandî û konserên ku dê li dar bixista betal kirin. Her wiha Şaredarî eşkere kir ku maça fûtbolê ku dê di navbera Nusaybin Belediye Spor û Gençlerbirligi de bihata lîstin jî betal kirine.


 **

Nûçeyên Eleqedar:

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Tiştên negengaz û derî aqil di çîroka Bahoz Baran “Mela Şekir” de

ad

Ev foto li DYA'yê bûn sedema nîqaşan

ad

Du derhênerên tirk hatin cezakirin

ad

Çend başî û şaşiyên Rêbera Rastnivîsînê

ad

Qanûna hilbijartinan a Kantona Cizîrê hate erêkirin

ad

Fotoyên şewanê; dilê mirov diêşînin (hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname