logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine

Îro roja duyemîn a êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî rojava ye. Ji îro tiştên qewimîn hinên jê muhîm me dan hev. Fermo ew xa

  • Dîrok: 10/10/2019
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Îro roja duyemîn a êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî rojava ye. Ji îro tiştên qewimîn hinên jê muhîm me dan hev. Fermo ew xal:


Ji qadê hin agahî:

- Çavdêrîxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ligel bombebaranê jî hêzên tirk nekarîne pêşde herin. 
-  Dewleta Tirkiyeyê dibêje me hin gund bi dest xistine. Li aliyê din agahî tên ku leşkerên tirk û çeteyên ligel wan derbe dixwin.

Daxuyaniya Ehmed

Berdevka Qonseya Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Brukselê daxuyanî da çapemeniyê û ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku têkiliyên xwe yên ligel Tirkiyeyê bidin rawestandin. Ehmed ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku li herêmê firîna balafiran qedexe bike.


14 Partiyên Başûr

Li Hewêlêrê 14 partiyên Başûr hatin ba hev, gotin dê li hemberî êrîşê 12'yê mehê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyê li dar bixin û paşê heta ev êrîş raweste dê çalakiyên girseyî çêbikin.

HDP'ê xwest Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ligel endamên Rêveberiya Lijneya Navendî daxuyaniyek da çapemeniyê û hikumetê xwest ku ev tevgera leşkerî cih de dawî lê bîne, bi hemû hebûna xwe ji ser axa Sûriyeyê derkeve. 

Li aliyê din komek gel ku xwest li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bê ba hev û êrîşa Tirkiyeyê şermezar bike lê polîsan mudexele kir û nehişt ew bên ba hev. Rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Berhem Salih dest avêt telefonê

- Nivîsgeha Serokomarê Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi rêya telefonê ligel Şahê Urdinê Ebdulezîzê Duyemîn, Serokê Misrê Ebdulfettah Sîsî, Ji Abû Dabî Şêx Mihemed Bin Zayid, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Sekreterê Giştî yê Welatê Ereban Erhemr Ebû Xeyt axivîye û ji wan xwestiye ku rê li ber şer bigirin.


Elî Qazî bangî Barzanî kir

- Kurê Pêşewa Qazî Mihemed Elî Qazî peyamek ji bo Mesûd Barzanî şand û got: "Di meydana xebat û têkoşînê de wekî rêberê kurdayetiyê we hertim bê cudahî berevanî li axa Kurdistanê kiriye. Lewma daxwaz ji cenabê we dikim ku piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin, çimkî niha xwişk û birayên me li axa Kurdistanê derbider dibin û xwîna miletê kurd careke din bi neheqî tê rijandin.”


Ji Fransayê deng hat

- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê ji bo rojnamegeran got ku ew êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê ya yek alî şermezar dike û daxwaz ji Tirkieyê dike ku gavek zûtir dawî li vê êrîşê bîne. Macron got ku  ev êrîş dê bibe sedem ku DAIŞ carek din xurt bibe û xîlafeta xwe ava bike.

- Serokomarê berê yê Fransayê François Holland jî li ser êrîşê wisa got: "Di çarçoveya hevpeymana navneteweyî de min ligel kurdên Sûriyê kar kir. Di şerê li hemberî DAIŞ'ê de me pişta xwe da wan."

Holland her wiha wisa got: "Em ne tenê deyndarên kurdan in, erka ser milê me ye em wan diparêzin."

Li aliyê Wezîra Karên Derve ya Norwecê Ine Eriksen Soreide got ku wan biryar daye hemû cureyên çek û teqemeniyên ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin. 

Duh welatê Fînlandiya jî biryarek wisa dabû.

- Îro li Almanya, Spanya jî di nav de li gelek welatan kurd li qadan bûn.
Îtalya jî dixwaze êrîş rawete

- Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio jî got ku ew êrîşa Tirkiyeyê qebûl nakin û şermezar dikin, em dixwazin operasyon di cih de bê rawestandin.


Ji Trump 3 xal

Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ku her roj twittan belav dike îro axivî. Trum di axaftina xwe ya îro de wisa got: "Ev 200 sal in Tirkiye êrîşê kurdan dike. Li pêşberî min 3 rê hene:

1- Ez carek din leşkeran bişînim herêmê û şerî bi dest bixim

2- Ji aliyê fînans û aboriyê ve Tirkiyeyê têk bibim.

3- Di nav bera Tirkiye û kurdan de hevkariyê bikim."

Her wiha Wezîrê Karen Derve yê DYA'yê jî daxuyaniyeke balkêş belav kir: "Tirkiye berî operasyonê ji DYA'yê alîkariya leşkerî xwest lê Trumpî ev daxwaz qebûl nekir. Ji bo li Sûriyeyê em pêşî li pevçûnên navbera tirk-kurdan de bigirin çi ji destê me bê emê bikin."
Leşkerê Amerîkî: Ez şerm dikim

- Nûçegîhanê ewlehiya neteweyî yê Foks Newsê (kanala nûçeyan a Amerîkayê) Jennifer Griffin ligel leşkerên DYA'yê yên ku berî êrîşa Tirkiyeyê ji hêrêmê veqetiyan axivî û ew belav kir. Griffin ji ser twittera xwe re wisa got: "Yek ji leşkeran got ew di hemû jiyana xwe de yekem car şerm dike." Leşkerek jî gotiye ew şahid e Tirkiye çiqas xedar e û wisa gotiye: "Em li gor hemû peymanên ewlehiyê tevgeriyan. Kurd li gor wan peymanan tevgeriyan. Ji vî aliyê sinor tu tehdîd li hemberî Tirkiyeyê nîn e. Ev tiştê tê kirin dînîtî ye."

 

 

 **

Nûçeyên Eleqedar:

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir 


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

ad

Tu hê alan ji hev dernaxî, tuyê çi bizanî li Rojava çi diqewime!

ad

Aliyev bi dengek bilind dîsa hat hilbijartin

ad

Girgirê polîsên Erdogan derxist berga xwe

ad

Nîzamî Gêncewî kî ye, çima Nîzamî?

ad

Wêje nikare xwe ji aborî, ol û erka siyasî biparêze.

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname