Diyarname
Kovara mîzahî Girgirê polîsên Erdogan ên dixwaze li bajarên kurdan dîsa bixe dewreyê derxist berga xwe.
Polîsên ku bi salan wekî tîmên taybet li bajarên kurdan kar kirin û di encamê de gelek bûyerên nelirê ji ber wan derketin niha dîsa di rojevê de ne.
Hikumeta AKP'ê dixwaze hejmara polîsan zêde bike û karên ku salên 90'î de wekî Tîmên Taybet dabû wan dîsa bide wan.
Kovara mîzahî Girgirê jî bal kişandiye ser vê yekê û di axaftinên ku hatine çêkirin de Erdogan ji polîsê rûpêçayî re dibêje, "Hadê! Em ekîbê dîsa kom dikin! Eynî wekî rojên berê." Polîsê rûpêçayî jî bi kêfxweşî dibêje, "Bêje weleh?!"


