Min di nivîsa derbasbûyî de* di derbarê serdana xwe ya welêt de behsa çavdêriyên xwe yên li ser cihên dîrokî, rojeva siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan çend not nivîsandibûn. Bi vê nivîsa duyemîn û ya dawiyê jî ezê cih bidim rewşa hawîrdorparêziyê, trafîk, meyla temaşekirina qenalên tv’yan û herî dawî jî tişta li Stenbolê herî bala min kişandî:
Hawîrdorparêzî û xweza
- Çikandina avê li Kurdistanê bûye pirsgirêkeke sereke. Bi taybetî li gundan ev pirsgirêk ji gelek hêlan ve xwe nîşan dide. Bîr çikiyane, ji kaniyan av naherike û seqlan zûwa bûne. Ji ber vê yekê gundî êdî sîstema sontajê bi kar tînin. Lê belê digel vê yekê jî min li tu welatan nedîtiye ku wekî li Bakur av berhode were bikaranîn. Pembû bi ava sontajê têne avdan. Mislixên lewaboyan bi hêncetên cure vekirî têne hiştin û mirov li gelek cihan pêrgî wê yekê tê ku av beradayî tê berdan. Li gor çavdêriya min dema mirov xerckirina berhoda ya avê miqayeseyî ya li Ewropayê bike, wê mirov bi hesanî bibîne ku kurd ji ewropiyan bêhtir avê xerc dikin.
- Kêmçandin û heta astekî neyîna daran xwe li hemû deverên welêt nîşan dide. Çanda darçandinê hê di nava gel de zêde neafiriye. Lê belê li gor salên berê bi taybetî li bajar û gundan şênayî xwe rû dide. Her çiqas mebesta çandina van daran ‘xweşikbûn’ û ‘fêkî’ jî be, rengên gelek gundan hatiye guhertin.
- Li welêt hemû dever wekî ‘qada çopê’ tê bikaranîn. Di destên kî de çi hebe, diavêje wî cihê ku li wir e ango tê re derbas dibe. Mirov li ber qeraxên avan û li ser kuçeyan pêrgî dîmenên nexweş yên tije çop û jibermamiyan tê. Di vî warî de ji bo têgihîştina hawîrdoreke paqij, pêwîstî bi kar û xebatên ber bi çav yên birêveberiyên herêmî heye.
Trafîk
- Li gelek bajarên kurdan mirov pêrgî plakeyên otomobîlan yên ku li ser bajarên tirkan hatine tomarkirin tê. Vê yekê herî zêde li Cizîrê bala min kişand. Ez piştre têgihîştim ku sedema vê tercîhê siyaset ango tirsa krîmînalîzekirina kurdan e. Kurd ji bo li bajarên tirkan bi riya plakeya otomobîla wan neyê fêmkirin ku ew ji herêmên kurdan e, vê rêbazê bikartînin. Ji ber li gor tecrûbeyên kesên ez bi wan re axaftim, hebûna bikaranîna plakeyên bajarên kurdan li herêmên tirkan dibin sedema rûdanên cuda yên krîmînalîzekirinê.
- Li Bakur û bi giştî li Tirkiyeyê di warê trafîkê de du tişt bala mirovan dikişînin; Ya yekemîn bêrêgeziya ajotina otomobîlan û ya duwemîn jî bikaranîna berhode ya kornelên otomobîlan.
Tv
- Min hem li cihên kar û hem jî li malan gelek cran dêhn didayê ka bi taybetî kîjan kanalên tv’yên zêde têne temaşekirin. Li gor çavdêriya min di rêza yekemîn de Roj TV û MMC bûn. Dû re Denge Tv û nû pey wan re kanalên tirkan dihatin temaşekirin. Her wiha digel vê yekê jî balkêş e ku rêzefîlmê bi navê “Kurtlar Vadisi” li herêmê gelek tê temaşekirin.
Stenbol
- Min çend rojên xwe yên dawî li Stenbolê bûrandin. Li Stenbolê pirbûna kurdan zêde bala mirovan dikişîne. Ji kargeh û cihên herî luks bigirin heta kargeh û cihên ku diyar dibe yên xizanan e, mirov pêrgî kurdan tê. Ji bilî vê yekê, wekî min li Stenbolê dengên diyalogên bi kurdî kir, li Amedê ew qas min dengên axaftina bi kurdî nekir. Mirov li her derî û ji her pîşeyî pêrgî kurdan tê. Gelo hejmara kurdên li Stenbolê dijîn çiqas e? Bêguman îstatîstîkên di vê der barê de nîn in lê belê çavdêriya min kirî ew bû ku hejmara kurdên li Stenbolê ji hejmara şêniyên gelek dewletên li cîhanê heyî bêhtir e.


