logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Dema ku ez ji bo ziman kêşiyam şikeftê

  • Dîrok: 05/12/2010

Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikefta xwe û ku Xwedê negot nebêje jî lê ez xwe bi xwe re dibêjim: Bixwîne; bi kurdî bixwîne û binivîsine; bi navê xwe kurdbûyîna xwe bi kurdî bixwîne û binivîsine…
Min kir. Di baxçeya çayxaneyê ya ku ez diçûm şikeftek hebû; hevalan hemûyan ev wekî şikefta min dihesibandin... bi tenê maseyek, çar kursî têde bûn... Min xwe kişand şikeftê. Bi qasî du mehan... Min xwend; ez hîn bûm; min xwe hînî kurdî, zimanî xwe, zimanê zikmakî kir. Rêziman û xêzna peyvan dewlemend bû li cem min, lê kurdî xwe xuya min nekir. Ew neketibû canê min. Min ew di xewnên xwe de nedidît. Min zor dabû xwe, min romana di dest xwe de Sîya Evînê ya Mehmet Uzun dixwend. Cara diduyan bû min dest bi xwendina romanê kiribû. Cara yekem min baş fêm nekiribû û peyv û hevokên ku min baş fêm nekir yek bi yek nivîsandibû. Ez li wateyên wan geriyabûm. Cara diduyan min fêm kir û min romanek bi kurdî bi kefxweşî xwendibû; fêm kiribû û giranî û sivikiya wê pîva bû.
Lê ez hê dipam ku zimanî kurdî bikeve canê min. Mîna dest û lingên min; dil û mêjiyê min ji min parçek bibe. Rewşa min rewşa evîndarek bê bersiv bû. Mîna ku ez evîndar bûm û min dixwest evîna min evîndara min bibe. Min dixwest ew û ez yek bibin. Mîna di neynikekê de xwe bibînim û yên ku li min dinêrin zimanî kurdî bibînin.
Min êdî pêjirandibû ku rewşa min û kurdî wiha ye. Min ji wî hez dikir lê ew nêzîk min nedibû. Bi roj û şev ez li ser wê difikirîm û bi wî radikêtibûm û radibûm. Êdî ez wî bernadim; heta ku ew ji canê min can ji xwîna min xwîn bûye ezê li ber xwe bidim.

**
Azadiya ziman: dema ku hat karanîn
Zimanê min di devê min de mezin dibû dema ku min bi şev xewna xwe bi kurdî û di rojane de bi têrî devê xwe bi tirkî diaxivî. Ziman di devê min de dipêrçivî, dipêrçivî û min êdî nikaribû hilma xwe, bêhna xwe bidim û bigirim. Ez pê difetisiyam.
Rojek min ji xwe an jî ji wî pirsî: “Çima wiha dibe?”
Wî digot: “Êdî ez hatime. Ev ziman, zimanê devê te dixwaze zimanê te bi kar bîne.”
“Lê tu kes te bi kar nayne. Ez çawa xwe bi xwe bipeyivim?”
“Niha tu min di serê xwe de bi kar tinî; lê ev ne bes e. Divê yên ku serê te de bi şekl û şemal bibin; dixwazin xwe bi rengên xwe derve bikin.”
Min got: “Ez çi bikim?”
“Biaxive; bipeyve. Raman, fikr û hestên te yên ku bi min hatiye ava kirin û bi cil û berg kirin derve bike. Tu çareyên te yên din tune ne. Yan bi min yan jî bê min..”
“Lê ku yê doralî min vegotinên min, raman û hestên min fêm nekin.”
“Tu bêje; ew dê fêm bikin.”
Min dest bi kurdî axaftinê kir. Yên doralî  min hemû kurd bûn. Cur  bi cur kurd bûn. Hêmûyan xwe ji kurdan dihesibandin. Lê bi kurdî neaxivîn. Gorê hinan kurdî ji bo tekildariyê zimanek kêm; gorê hinan kurdî kar anîn ne hewce ye divê berê Kurdistanek azad hebe; gorê hinan rojek kurdî hîn dibin..
Min da ber xwe lê ez bi ser neketim. Tirkiya wan ji kurdiya min bi hêztir derket. Lê min dev ji têkoşîna xwe berneda.
Ez fikirîm ku divê şoreşa min di mala min de dest pê bike. Ez bi xanima xwe re peyivîm û me biryar da ku emê  navhev de bi kurdî biaxivin. Eger ku zarokên me bû emê pê re bi kurdî biaxivin. Berê keçek û paşê lawek me bû; em pê re bi kurdî axivîn. Herduyan bi tirkî nezanibû. Di mal de kurdî zimanê jiyanê bû. Bi vî awayî me zora zimanî kurdî dida mêvan û der û dora xwe. Yên ku bi salan in kurdî zimanê xwe yê zikmakî bi kar nedianîn kêm zêde bi me re, bi teybêtî bi zarokan ve bi kurdî diaxivîn. Hin kesên nas ku qet kurdî nezanibûn, kurdî hîn bûn. Êdî zimanê min di devê min de nepêrçiviya. Pêyv û hevokên kurdî mîna avek zelal ji mêjî û dilê min di dev û nav lêvên min re diheriqîn.
Min û zimanê min me kêf dikir. Ev serkeftinek bû. Her du zarokên min bi kurdî diaxivîn û pê re yên der û dora me jî ji bo ku bi kurdî biaxivin li ber xwe didan û kêm zêdê bi kar dianîn.

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanî Zikmakî: Gava pêşî

  • 19 Rezber 2010

IEv ji canê min can, ji xwîna min xwîn, ji bûyîna min tiştê hêrî girîng bû. Bi wî min xwe nîşan dida; bi wî min difikirî; min pê fikir...

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Bi tirkekî re bi kurdi axaftin

  • 25 Kewçêr 2010

Di bîra min de bi tirkekî re bi kurdî axifîn tune bû. Lê rojek  bi dostekî min ê nivîskar ê kal ê demek di têkoşîna hezarnehsed û...

Nivîsên Kazim Polat ên di beşa SERBEST de hatine weşandin

  • 04 Sermawez 2009

Nivîskarê me Kazim Polat berî dest bi vê quncikê bike carinan ji me re nivîs dinivîsand û ev nivîsên wî di beşa SERBEST de dihatin weşandin. Vane lîna wan...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Festîvala Kurtefîlman bi sedan kurtefîlman pêşkêş dike

ad

Heyeta BDP'ê çû Hewlerê

ad

ÎHD'ê ji bo şopandina paşvevekişînê komîsyon amade kir

ad

Çinar Oskay jî dest ji Radikalê berda

ad

Edebiyat ji her dewrê bêtir dijî û jîndar e

ad

Peykerê Lenîn xira kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname