logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

DARA BENDEWARIYÊ

  • Dîrok: 29/12/2020
Di pirtûka “Hêviyên Dara Hinarê” ya helbestvan Evîn  Şikakî de derbdayîna herî girîng têgehên “Bêrîkirin, Bendemayîn, Bangkirin û Hêvî ” ne. Di helbestan de têgeha herî serdest dengê bangkirinê ye, erê dengê hundirê nivîskar tim bi qîr û bi bang e. Agirê hêviyê him dadayiye û hem jî tefiyayî ye. Dengek ji hundir ve bang dike û dibêje hûn dawa çi li min û me dikin, lê belê her û her dengê hundir bang dike û diqîre. Deng û bangkirina bêrîkirineke takekesî û gelemperî di helbestan de diqîre. Her wiha ji xêynî qêrînan di helbestan de organên wekî “Lêv û Çav” jî herî zêde hatibûn şixulandin. Wekî em dizanin lêv di kesayeta mirov de û di jiyanê û zayendiyê de em dikarin bêjin erojeniyê dinimîne. Lê çav rola wê berfirehtir e. Çimkî çav dibîne û di hiş de qeyd dike, helbet lêv jî bi saya pelandinê qeyd dike, loma jî tiştên tên qeydkirin bi awayekî ya xwe di pênûsê û ya jî xwe di xewnan de didin der, ya nivîskara me jî xwe di pênûsa wê de daye der, loma jî em dikarin bêjin piçekî bêhna erotîkê ji helbestên me tên, çimkî herdu organên hatine bikaranîn bingeha wan xwe digihêjîne zewq û arezûyan, loma jî her du organ ji hêlekê ve organên erojeniyê ne.. Her wiha di helbestan de qêrîna eşqê, qêrîna penaberiyê, qêrîn û bangkirin û bêrîkirineke giştî li dar e. A ku di helbestan de sergovendî kiriye, dîlan û govenda xwe gerandiye têgehên wekî hêvî û deng in. Helbestvan helbestên xwe de hêviyên xwe, bangkirin û dengê xwe û yê hundirê xwe di neynika hebûna xwe de teyisandiye, her wiha di helbestan de dilşikestin, hêvîşikestin, penaberiyeke birîndar, zarokatî û serpêhatî û bîranînên nejibîrkirî, xewnên paneber, xewnên welatekî serbixwe, şevbuhêrkên di bîranînan de ji nû ve zîl vedayî, xemgînî û bêrîkirin di helbestan de mîna hespên kihêl dibezin, em dikarin bêjin nivîskar bendewariyeke reşbîn di riste û hevokên xwe de vehûnaye. Ka îcar em li neynika hin helbestên xwe binêrin;
LI WELATÊ MIN
Her kêlîk şûşa dilekî dişkê
Bi sedan stêrk dirijin
Şev sêwî dimînin
Sibeh dîl dibin
Em di van risteyan de reşbîniyeke berbiçav dibîne, çimkî her kêlîkê şûşa dilekî bişikê û bi sedan stêrk bên rijandin û şev sêwîmayîn tê wateya welatekî bindest û her kêlî ji vî welatî hinek bar dikin û stêrkên wan ji ezmanê şevan tên xwarê kirdeyên vî welatî sêwî dimînin. Helbesta bindestiyê ye ev helbest. A girîng di helbestê de hevokên me giş hev du re têkildar e û reşbîn e. Heke meriv vê helbestê bişibîne malbatekê û şîrove bike dê hîna şênbertir bibe yanê dema kesek ji vê malbatê dimire, hem stêrka wî/ê tê xwarê û hem şûşa dilên malbata wî kesî/ê dişkê û ji hêlkê ve ew malbat sêwî dimîne. Asas risteyeke qinê xwe ji bindestiyê werdigire, behsa welatekî bindest dike, behsa malbateke bindest dike, çimkî malbat jî ji mala welatekî bindest e. Yanê bi şev sêwî dimîne û bi sibehan re jî welatek, malbatek û şexsek dîl dibe, em dikarin bêjin helbesteke bîrdoziyê û bindestiyê destnîşan dike.
*
Li welatê min 
Xewn... gul û helbest xwe bexşî azadiyê dikin
Ez jî wê zarokatiya xwe ya tîr
Ji giyanê xwe dikişînim
Bexşî welatê xwe dikim
Tenê li welatê min
Belê em di vê risteyê jî fêm dikin zarokatiyek xwe ji bo azadiyê dike qurban, an jî xwe bexşî welatê xwe dike. Em fêm dikin ku helbesta me helbesteke bîrdozî û welatperweriyê ye. Qêrîn û bangkirina hundirê teyisandiye ser rûyê welatekî bindest, loma helbesteke û dîlaneke bindestiyê ye. Govenda bindestan a li dijber serdestan hem bi awayekî melankolîk û hem bi awayekî epîk veolandiye. Ji bo çi epîk e, çimkî xwe bexşîkirin jidil têkirin loma jî qehrematî di bexşîkirina azadiyê heye, ya qehrementî têde hebe, bêhna epîkê dê jê were. Talî helbesteke him reşbîn e û him jî epîk e.
HEMA XULEYEKÊ
Xwe ji xwe bidize... û bi ber min ve were
Toraq e bê te jiyan rê westiyan
Di qetrana vê şevê de
Xewna min nêrgîzeke qurmiçandî ye
Di vê helbestê de bendewarî û hêvî mijara helbestê ye, lê belê nivîskar risteyên xwe bi şêwazeke reşbîn vehûnaye, çimkî di dawiya risteya xwe de dibêje Xewna min nêrgîzeke qurmiçandiye, yanê di vir de nergîz analojî ye, yanê nêrgîzê dişibîne hêvî û bendewariyên xwe lê belê nêrgîzeke qurmicandî ye loma jî piştî nêrgîz hate qurmiçandin dêmeg hêvî û bendewarî jî hatiye qurmiçandin. Di qetrana şevê de ev hevok bi xwe reşbîniyeke tîr e. Nivîskar hem dibêje xwe ji xwe vedize, belê ev daxwaziya nivîskar e, lê piştî vê hevoka bi hêvî, hevokên bêhêvî li pê hev dirêsîne, nivîskar di vir de dijîtiyekê û nakokiyekê li dar dixîne û rê li ber xwendevên şaş dike. Talî helbesteke reşbînî û neyînî  a şexsî û hundirîn e. Lê dîsa jî hêvî û bendewarî heye, çimkî nêrgîz tenê hatiye qurmiçandin, nehatiye avêtin...
*
Ma tu dizanî çend sînor 
Min li sînga xwe bezandine?
Çend neynik
Di bendewariya te de şikandine?
Çend bihar di pêşwaziya te de
Jiyana xwe ji destvdane?
Hema xuleyekê 
Xwe ji xwe bidize
Di berdewamiya belbestê de helbestvan sînorê helbestê û sînorê deng û bangkirina hundirê xwe diteqîn e. Erê di vir de deng û bang diteqe û bendewarî û hêvî didome, heta ku ew xuleka were. Helbesta bêrîkirin, helbesta hêvî û bendewariyê bi şêwazeke tazî û eşkere di neynika bendewariya xwe de teyisandiye nivîskar. 
*
HÊVIYÊN DARA BERÛYÊ
Xewn diçirisîn
Lehiyek ji hestên bêrîkirineke veşartî
Di destê min de diherikî
Pirpirîka mizgîniyê
Min baskê xwe 
Fêrî hilgirtina hêviyên mezin dikirin
Wekî em dibîne dîsa mijar hêvî û bêrîkirin û bendewarî ye. Lê vê carê nivîskar metafora pirpirkê bikar tîne, di helbestan de metafor, aforîzma, analojî û hwd helbestê baldartir û tîrtir û rengîntir dike.  Yanê nivîskar di vir de hestên xwe şibandiye lehiyekê ango anolojî bikaraniye. Heke bêrîkirin bûbe lehî, êdî sînor û dîwar dê giş bihedimin, loma jî di helbestê de hestên nivîskar weke lehiyeke bêsînor herikî ye. Bi kurtasî helbestên me, bi qasî hestên şexsî bû, ewqasî jî hestên giştî bû, loma em dikarin bêjin helbestvana me tenê bi dengê hundirê xwe re nebiliyaye, heman demê xwestiye bibe dengê welatê xwe û gelê xwe jî....
Hêviyên Dara Hinarê/ Evîn Şikakî/ Weşanên Avesta
 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Romana honaka zanistî

  • 05 Sibat 2022

Gelo bo nivîskaran di romaneke de mecbûriyeta vehunandina du çandan heye an na? An jî nivîskar  mecbûr e di romana xwe de tenê çanda xwe bihone welew nivîskar...

'Dîn û Şîn' û gotina 'Xwedê Mir'

  • 06 Rêbendan 2024

“Ji bo dînîtiyê, berî sedsalên berê redkirina xwedayan bû, lê di sedsala 19'emîn de model hate guhertin û mirovan xwe wekî Xwedê dîtin,...

Tifaqî = Hezkirin

  • 28 Pûşper 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Di hundirê tifaqiyê de ji hev du hezkirineke ji dil tune be ew ne tifaqîbûn e, xwexapandin e û dirûtî ye;, helbet encam têkçûn e. Tifaqîbûn tevgereke dijwar e, di rihiyeta mirov de...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mijara Wêjevanan a îsal zarok û weşan e

ad

Dê bikaribin zêdetir azadiya komeleyan asteng bikin

ad

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

ad

Desmond Tutu mir

ad

Saet: 19.00, Encamên yekemîn hatin

ad

Nûçegîhanên DÎHA'yê hatin girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname