SÎMA BIROKÊ
Hefteya Wêjeyê ya ku her sal ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin, wê îsal 27’ê avrêlê/nîsanê dest pê bike. Hefteya Wêjeyê ku îsal ya sêyemîn tê pêkanîn, wê li Dêrikê çêbibe û amadekariyên wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin.
3 MIJARÊN BINGEHÎN
Endamê Dîwana Wêjeyê Fîxan Hîmo têkildarî amadekariyan agahî dan ANHA’yê. Li gorî agahiyên Hîmo, îsal 3 mijarên sereke yên Hefteya Wêjeyê hene. Beşdarên bernameyan wê li ser mijarên, “pirsgirêkên weşanê û berheman”, “Wêjeya zarokan” û “Rexneya wêjeyî” gotûbêjan bikin.
Di çarçoveya bernameya ku dê 7 rojan dom bike de, wê semîner, panel, şevbihêrkên helbest û çîrokan bêne lidarxistin.
Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê gelek rewşenbîr, nivîskar û wêjevan beşdarî bernameyan bibin.
Fîxan Hîmo destnîşan kir ku rêjeya nivîskariya wêjeya zarokan kêm e, lewma wan xwestiye balê bikşînin ser girîngiya vê mijarê ya di avakirina civakan de.
DÎROKA HEFTEYA WÊJEYÊ
Hefteya Wêjeyê cara yekemîn sala 2022'yan li bajarê Qamişlo, sala 2023`an li bajarê Kobanî li dar ket û îsal jî li Dêrikê li dar dikeve. Hefteyay Wêjeyê her sal di meha avrêl an gulanê de li dar dikeve. (ANHA)