logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Li Ser Sifreya Serdestan

Roja Edward Saîd dema kevir diavêt, wê bawer nekira ku rojekê siyasetmedarekî ku ji bo parastina mafê gelê xwe...

  • Dîrok: 14/08/2010
  • Beş: Serbest

Lokman Ayebe
 
Dema Jean Paul Sartre xelata nobelê tevî pereyên wê red kir, niha qet neketiye bîra wî  ku rojekê hin nivîskarên netewekî bindest ji bo çend qurişên malê dinyayê wê stûyê xwe li ber serdestên xwe xwar bikin û ji bo bêhemdî be jî li paş ekranên televîzyona ezbeniyê wan navê welatê wan ê dagirkirî ji nava devê wan nepengize, wekî tîştek di qirrika wan de asê mabe wê xwe li ser paldankên xwe di vir û wir de bibin…
Roja Edward Saîd ê şêst salî li ser sînorê Libnanê bi serhildêrên Filîstînî re kevir diavêt leşkerên Îsraîlê, wê bawer nekira ku rojekê siyasetmedarekî ku ji bo parastina mafê gelê xwe zêdeyî sî-çil salî ji tirsa girtin û kuştinê li çol û çepela ketiye, rojek bê, wê ew siyasetmedar bi tenê ji bo televîzyoneke qûn bi gû dev ji daw û doza neteweya xwe ya bindest berde û di wê televîzyona serdestan de ji bo li ber çavên ezbeniyên xwe,  xwe ji ‘reşikbûna’ xwe pak bike û xwe bike xulamekî ‘spîboz’ çi ji destê wî bê ew ê bike…
Gava çermreşikê herî xweşik, reşikê mala bindestan Frantz Fanon ji bo ku wekî reşikekî, li ba bindestan ‘rûyê xwe spî bike’ qirrik li xwe diqetand, niha qet nehatiye hişê wî ku rojekê hin ji bindestên ‘çermspî’ lê ‘rûreş’, ji bo xwe li cem serdestên xwe xweşiktir bikin wê çermê xwe wekî qeşmerekî boyax bikin... Tiştekî sosret e; her ku ji bo ew li cem serdestên xwe, xwe xweşiktir bikin çermê rûyê xwe boyax dikin, li pêş çavê gelê xwe bêhtir erjeng dibin. Ewqasî mahdê însên ji vê erjengiya wan dixele ku êdî hew dimîne mirov hetanî zahferan ji qirrikê bê vereşî.
Her çiqas ev bindestên ku kêfa wan ji xulamtiyê re hatiye, di bernameyên xwe de bi gelê kurd re heman peyvan bikartînin jî, mixabin êdî heman ‘zimanî’ bikarnînin. Ew li paş wan ekranan bi ‘peyvên’ milletê xwe lê ne bi ‘zimanê’ miletê xwe, ew bi ‘zimanê’ serdestên xwe dipeyivin. Ji ber wê jî ew û milletê xwe nema ji hest û ramanên hev fahm dikin…
Ew serok û sekreterê partiya bûn, ku serê navê partiya wan bi Kurdistanê destpêdikir,  binê navê partiya wan bi Kurdistanê diqediya. Armanca wan qaşo ‘welatekî serbixwe û azad’  bû. Ji bilî serxwebûn û azadiyê qîma xwe bi tiştekî din re nedianîn ku hin partiyan bi awayekî stratejîk jî qala tiştekî din bikira ew li pêş çavê wan dibûn ‘teslîmiyetçî’… Erê serok û sekreterê partiya bûn lê belê ewqasî dûrî civakê bibûn ku di salvegera rojeke dîrokî de bêhemdî meşek li dar bixistana, ji bo alê wan hilgire tu kes nedidîtin û alê wan li erdê diman...
Berpisyarên komele û saziyan bûn, ku tê de îman li mixalefet û rexneyê diçikandin ku ji bilî wan qaşo herkes “ajan, mîtçî, kemalîst û zilamê dewletê”  bûn... Belê, berpisyarên komele û saziyan bûn, lê ji bo pîrozkirina Newrozê şevek li dar bixistana û deh paldank danîna salona xwe, ji van deh paldankan çarê wan vala diman.
Xwediyê kovar, pirtûk û rojnameyan bûn, ku tê de rêzik rêzik qala helwesta rewşenbîr, mixalifiya wî û azadiya wî dikirin. Rexnekirina tevgera azadiyê wekî helwesteke rewşenbîrî didîtin. Di gotar û hevpeyvînên xwe de bi rexneyên xwe îman li tevgera azadiyê diçikandin. Qaşo xwedî hişmendiyeke rewşenbîrî bûn, ji ekoleke wêjeyî dihatin û di nava helwesteke entelektuelî de bûn. Lê gava îro mirov lê dinihêre dibîne ku tu tişt ne ji şûna vê hişmendiya wan a rewşenbîrî, ne ji ekola wan a wêjeyî û ne jî ji helwesta wan a entelektuelî maye… Dû re mirov têdigihêje ku ev ‘hişmendî’ jî, ev ‘ekol’ jî û ev ‘helwest’ jî tev rûpûşek bû û bi vê saya vê rûpûşê rûyê xwe yên rasteqîn veşartine...
Di siyasetê de serneketibûn, di qada nivîskariyê de serneketibûn, di rêxistinbûnê de serneketibûn… Lê dîsa jî xelkê ji bo çavê wan ê reş û belek xatirek dida wan. Çi bû bû, tu yê bibêjî qey Xwedê riya bavê wan şaş kir û serdestan televîzyonek vekirin û ev televîzyon bû wekî tûrnûsolê û rengê herkesî eşkere kir. Vê televîzyonê rûpûşê her kesî ji ber rûyê wan kir xwarê… Kîjan kesê/a ku hetanî wê rojê qet derfet neketibû desta û ji bêrîka vala kab diavêt, ji pişta pûç fort û blof dikir, ji nişka ve destê wan eşkere bû û dek û dolabê wan, rûyê wan ê rasteqîn derket meydanê.


Ji Prototîpên Li Ser Sifreya Serdestan Hin Mînak;

1-  Helbestkar e û serokê partiyekê bû… (Çima nizanim, her ku qala wî dibe, yan jî ez wî di televîzyonê de dibînim Bulent Ecewît tê bîra min.) Her tim digot; ‘itih û mitih’ Kurdistan û federasyon. Hevalê hemû bindestên cîhanê bû, biqasî ku şerrê kurdan yê çekdarî wekî îxanet bi nav bike humanîst, biqasî ku li ser hesreta pisîkekê helbestekê binivîsîne romantîk bû… Derketiye televîzyona serdestên xwe; ji bo hîn bêtir “kurdekî spî” xuya bibe qermîçekên rûyê wî bi podrayê dagirtine. Ji wî dipirsin û ew jî dibersivîne, lê xuya ye ev hemû mîzansen in… Tiştê ku yekser bala mirovî dikişîne kinbûna zimanî wî ye. Di ekranên vê televîzyona serdestan de, li şûna wî zimanê wî yê dirêj mîh û bizin lê diçêrin. Yan zimanê xwe birriye û li malê daniye û yan jî cûtiye û daqurtandiye... Li ber kamerayan şerpa xwe xweş dike û qala “rewşa polîtîk” dike. Ew cihê berê di ferhenga wî de navê wê Kurdistan bû, di derbekê de dibe “Erdnigariya kurdan û bajarê kurdan”. Tu dibêjî qey yan xwe şaş dike, yan jî ji ber pîrbûna wî devê wî dixelite. Lê di demeke kin de di bîra mirovî de tê ku ruhê serdestên wî him ji aliyê siyasî û him jî ji aliyê erdnîgarî ve ji peyva Kurdistanê dihere. Ji ber ku ew êdî kedî bûye, naxwaze êdî serdestên xwe aciz bike û bi vî awayî gunehê xwe yê çil salî li hember serdestên xwe paqij dike û ‘keda xwe ya ewqas sal’ jî di derbekê de bi erdê diteqîne. Ji wî heye ku êdî dijminê bavan bûye dostê lawan…

2- Nivîskar e û di heman demê de jî siyasetmedarekî têkçûyî ye…  Serê sibehê çend pirtûkên xwe yên celeb celeb xistine bin çengê xwe û bûye mêvanê bernameyeke realîty showê… Di vê bernameyê de ji aliyekî stranbêjin distirên û direqisin, ji aliyekî ve nanpêjek xwarinê çê dike û di nav re jî dora peyvê bê ser nivîskarê me, ew jî qala berhemên xwe, girîngiya zimanê zikmakî û wêjeya kurdî dike... Di televîzyonê de temiyê li kurdan dike û dibêje; “Kurdî zimanekî dewlemend e, zimanekî xweş e, divê em li kurdî xwedî derkevin ji bo wê jî bila herkes ‘di mala xwe de’ bi zarokên xwe kurdî  bipeyivin…” Erê di mala xwe de… Lê qedexeya li ser kurdî, perwerdeya kurdî, fermiyeta kurdî, ji aliyê zagonan ve pejirandina kurdî nettê ye, ev mijarana tahl in... Ji ber ku serdestên wî jî dixwazin kurdî bitenê di nava çar dîwarê malê de asê bibe û ew jî bi van gotinên xwe li hemberî serdestên xwe rûyê xwe spî dike. Ma li hember netewa xwe,  xwe rûreş kiriye xema wî ye!?

3- Yekî ku ta bi ta porê spî ketiye nava porê wî… Tu jê bipirsî ew ê bibêje; ev tayên sipî ji ber keda min daye wêjeya kurdî ketine nav porê min. Bi tibhekî arîstokrat û frankofon rûniştiye û beyî ku xwîna kuştina wêjeya zimanê xwe di destê serdestên xwe de bibîne, beyî ku xwe bera nava avên kûr bide, li peravên meseleyê dihere û tê û ji aş û baş qala pirsgirêkên wêjeya kurdî dike. Serdestên wî pirr ji wî hez dikin, bi têkiliya ‘ap û birazîtiyê’ di rojnameyên xwe de quncikan didin wî, pê re hevpeyvînan çê dikin, pesnê wî didin, wî dikin xelefê romanûsekî kurd yê mirî. Ew jî bi vê lîrandina serdestan, çav bera wî kirasî dide, lê mixabin ne ewqasî behredar e û ew kiras li bejna wî nafesile… Ketiye çavên serdestên xwe lê ji roja ewil de ew kes ji çavên xelkê xwe ketiye û çem û çem çûye.

4- Ev aqinciyê serdestan e û ji bo wan derdikeve nêçîrê. Serdest vî kesî wekî hevîr bi serê nîka xwe ve dikin û diavêjin nava deryaya kurdî û pê nêçîra nivîskarên kurdî dikin. Yek ji nivîskarên kurdî bêhemdî dev li wî hevîrî bike, ew nîk li lêvên wî asê dibe û serdest wî ji nava deryaya kurdî dikişîne û ji bo dekora mala wî xweştir bibe, wî jî diavêje nava akvaryûma xwe. Serdest heta ku di akvaryûma wî de be tehemmulî nivîskarên bindest dike, lê nivîskarên netewa bindest bixwazin di nava deryaya xwe de azad avjeniyê bikin, ji wan direile… Çîrokeke vî kesî heye ku li her derê vê çîrokê wekî benîştê di nava diranên jineke qereçî de dicû û dibêje; “Ji ber ku di dibistana seratayî de ez bi diya xwe re kurdî peyivî me mamosteyan bi zincîran li min xistiye…” Lê îro ev aqincî bê eyb û bê fedî ji bo rişma zimanê xwe yê bav û kalan têxe destê serdestên xwe çi ji destê wî tê dike. Dibe ku haya wî jê tunebe lê rewş vê ya nîşanî me dike ku ew zincîra berê li pişta wî ketibû, îro bûye hefsar û ketiye stûyê wî û ew bi vê zincîrê li ber deriyê serdestên xwe hatiye girêdan, li ber deriyê wan dike ewtînî û nahêlê zarokên reşik li dora bîstanê serdestên wî bikeve.

5- Yeka din stranbêja e… Lê hema navê stranbêja ye, xweşikî zimanê wê jî li kurdî nagere. Her çiqas vê taliyê hêdî hêdî zimanê wê li kurdî vedibe jî lê dîsa jî kêr nayê.  Tu bibêjî huner tu hunera wê tune ye, tu bibêjî deng tu dengê wê tune ye. Ji bo serdestan heta tu bibêjî xweşik e, têra xwe ‘spî’ ye. Jixwe tucarî ne xema wê ya kurdî û ne jî helwesteke wê ya kurdewar hebû. Ew li dû populerbûnê bû û bi saya vê kanalê ava wê jî riya xwe dît û bi çend kesên wek xwe re ketin cihoka xwe û ber bi deryaya serdestên xwe ve herikîn. Belkî jî hetikîn... 

6- Vî kesî ji her têlê lê dixist lê bêtir rûpûşa olperestiyê kişandibû rûyê xwe û dijminatiya xwe ya li hember tevgera azadiyê bi vê rûpûşê dinixumand. Hîn li paş deriyan qala projeya vekirina vê kanalê dihat kirin wî berî her kesî xwe sipart paş deriyî, wekî parsekekî Ûlûcamiyê destmala xwe li ber derî raxist û li ber deriyê serdestan dest bi parsê kir. Axir serdestan dilê wî nehişt û çend hestî li ser destmalka wî jî danîn û dest vala ji ber deriyê xwe venegerandin. Ez bawer im ev kesê ku hetanî vê rojê bi rûpûşa olperestiyê rûyê xwe yê kîret vedişart, niha ji ber bilandina kojtina van hestiyan derfeta limêjkirinê jî nabîne.

Encam:

Em dewam bikin hetanî destê sibehê jî dawiya şayesandina van tîpan nayê, lê taybetmendiyên wan ê karakterîstîk yên hevpar hene. Têkçûyîna kesayetiyê wan, derûniyeke belawela, bêhêvîbûna wan, biyanîbûna wan a ji civaka me û ew  hesta xulamtiyê ku di binhişê wan de kon vegirtiye temama giyanê wan dagir kiriye. Ji aliyê derûnî ve ne normal in, di psîkozekê de ne. Ew jî nizanin ew çi dikin. Tu ji wan bipirsî, ew ê bibêjin di welatparêzî û neteweperweriyê de tu kesî nedaye pêşiya me, lê tu temama Kurdistanê deşt bi deşt, çiya bi çiya, gund bi gund, bajar bi bajar li ser wan tapû bikî jî wê ranegirin ku mehekê li Kurdistanê bijîn. Nîşaneyên Sendroma Stocholmê bi wan re çêbûye ku ew hemû bûne evîndarê celladê xwe… Ji bo ku ew dilsoziya xwe ji serdestên xwe re bipeyitîne derfeta ew li ezmanê heftan lê digeriyan, dîtin ku hatiye ber deriyê wan. Wan jî wekî xulamekî dilsoz bi hemû hêza xwe dest bi xizmeta serdestên xwe kirin û ji bo ew serdestên derûniya wan dagir kiriye bi xelkê jî şêrîn bikin ji dil û can dixebitin û civakê manîpule dikin.
Erê baş e, vaye wan destê xwe eşkere kirine û ji korna serdestên xwe dixwin û vedixwin û li ser navê serdestên xwe derketine nêçîra dagirkirina vîn û giyanê miletê xwe/me...
Lê em!? Em yên reşik em ê  çi bikin û ka divê em li hemberî van prototîpan çawa tevbigerin!?

l_ayebe@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Cizîrê hin dîmen

ad

6 hunermend hatin berdan kesek tewqîf kirin (Hat nûkirin)

ad

Delala ji Erebistana Siûdî beşdarî pêşbaziyê bû

ad

Festîvala Wêjeyî ya Aran hat lidarxistin

ad

'Ez Eyşe Şan' derdikeve ser dikê

ad

Îşev tam 28 gol hatin avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname