Diyarname
Erebistana Siûdî yekemîn car delalek şand pêşbaziya delalan.
"Miss & Mrs Global Asya" îsal li Malezyayê li dar ket; tiştê balkêş jî ew bû ku delala siûdî Rumy Al-Qahtani jî beşdar bû.
Ji 12 welatên wekî Erebistana Siûdî, Japonya, Avustralya, Borneo, Hindistan, Endonezya, Tayland, Filîpîn, Sîngapur, Wîetnam, Bangladeş, Myanmar, Malezya û ji 5 herêman bi temamî 25 delal beşdarî pêşbaziyê bûn.
Rumy Al-Qahtani bi ser hesaba xwe ya instagramê ku 870 hezar şopînerên wê hene re dîtinên xwe yên li ser pêşbaziyê belav kirin. Rumy Al-Qahtani wisa got, "Ez gelek serbilind im ku beşdarî pêşbaziya delalan a 2024'an ku li Malezyayê li dar ket, bûm."
Li aliyê din di pêşbaziyê de delala ji Sîngapûrê Jesseca Long bû yekemîn.
Rumy Al-Qahtani bi ser hesabê xwe re kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ji Erebistana Siûdî yekem car kesek beşdarî Pêşbaziya Delalan dibe.


