Diyarname
10'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ku belgefîlmên serketî xelatan dike, encam eşkere kir. Di encamê de "Uçuncu Bolgeden Hucum Vanyaslonlari" ku li ser tîma futbolê ya jinan a Culemêrgê ye bi "Xelata Jîrekiya Nû ya Johan Van Der Kauken" dê bê xelatkirin. Xelata FIPRESCI jî didin belgefîlmê derhêner Dêber Doskî yê bi navê "Radyo Kobanî"...
Documentarist îsal 10'emîn car li dar ket. Documentarist her sal "Xelata Jîrekiya Nû ya Johan Van Der Kauken" dide derhênerê/a ku yekemîn an duyemîn belgefîlma xwe kişandiye. Di vê çarçoveyê de ev xelat îsal didin derhêner Sedat Şahin û Murat Adiyaman ku belgefîlma "Uçuncu Bolgeden Hucum Vanyaslonlari" kişandibû. Mijara belgefîlm li ser tîma fûtbolê ya jinan a Culemêrgê "Hakkarigucu" ye. Juriya vê beşê ji Brakston Hood, Gulen Guler, Yusuf Guven, Ayşe Çetinbaş û Selim Yildiz pêk dihat. Her wiha juriyê belgefîlmê Mert Kaya "Aşk Bitit" û yê Serkan Çiftçi "Gaci Gibi" jî hêjaya Xelata Taybet dît.
Di çarçoveya Documentaristê de Xelata FIPRESCI (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) jî tê dayîn ku jurî ji Yeşim Tabak, Yeşim Burul û Şenay Aydemir pêt dihat. Juriyê derHênerê Rêber Doskî "Radyo Kobanî" hêjayî xelatê dît. Radyo Kobanî li ser berxwedana Kobanî, piştî rizgarkirina Kobanî rewşa wê derê nîşan dide.
Êvara 23'yê mehê bi merasimek li Soundperayê xelat dê bêne belavkirin.
Nîşandayîna belgefîlman di çarçoveyê Documentaristê de bi dawî bû lê bi Atolyaya Xwendina Fîlman a Belgefîlman roja şemî û yekşemî bi dawî bibe.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Li vir 'Ji bo hêstiran cih nîn e'
- Documentarist bû 10 salî, belgefîlmên kurdî jî hene
Ji bo daxistina bernameya Documentarîstê:


