Diyarname
Gotinên Pêşiyan helbet bi têra xwe muhîm in, lê di nav van de jin êdî dibe cureyeke cuda. Niha pirtûkek li ber destan e ku vê cudahiyê radixe ber çavan. Pirtûka bi navê "Di Gotinên Pêşiyan de Jin" ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin û ji Weşanên Sîtavê derketiye.
Nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu par çar cild pirtûkên Gotinên Pêşiyan derxist ku têde 50 hezar gotinên pêşiyan hebûn. Ligel wan yek jî bi navê "Di Gotinên Pêşiyan de Jin" derxist ku ev jî balê dikişîne beşek din.
Di vê pirtûkê de gelek gotinên pêşiyan ên li ser jinan hene. Di nav van gotinan de yên erênî jî hene, yên neyînî jî hene. Hin gotin jê diyar in ji çandên cuda hatine ketine nava kurdî û bûne edeta wan jî. Bi her halê xwe ev gotinên di pirtûkê de jî di nav çanda kurdan aj dane û bûne kelepora kurdî. Oncu di pirtûkê de pêşî gotinên berhev kirine dane û dûre ew gotin şirove kirine.
Fermo hin ji van gotinan:
- Agir zêr, zêr jinê, jin jî mêr dihelîne.
- Ava zelal, jina delal.
- Bavê bêqîz çiyayê bêav e.
- Bi mîran û jinan bawerî nabe.
- Dijminê mêran yek ji ziman, yek jî jin e.
- Ê ji jina xwe netirse ji Xwedê jî natirse.
- Heger jina te xweşik be, wê dilê te bi şik be.
- Jina kêrnehatî avê dirijîre, dibêje, "Xêr e!".
- Keç hinara li darê ye.
- Kes wek jinê bi mêrê xwe nizane.
- Mala bê jin xira dibe ji bin.
- Qelenê jinê dan e, dermanê jina serhişk berdan e.
- Ramûsanên jinbiyan wek ava serûpêyan.
- Serî qîz e, binî dîz e.
- Xesû mir, cihê bûkê fireh kir.
- Di Gotinên Pêşiyan de Jin / Mehmet Oncu / Weşanên Sîtav / 264 rûpel / Ferheng / Adar 2020


