logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî

  • Dîrok: 17/06/2023

Li gor Freûd di bingeha nihiçkan de helwesta hazê heye. Lê li gor Melanie Klein jî di xwezaya mirovan de xweajo heye, ango bi gotineke din zarok li hember kirde û bireseran bi donanimeke xweajoyîn hatine çêkirin. Yanê dema me behsa Freûd kir divê têgiha nihiçkê bê bîra me, dema me behsa Klein kire divê têgiha xweajoyê bê bîra me... Talî di bingeha herdu têgehan de haz heye, çimkî motora mirov jê yek haz e, ya din aqil e, ji bilî vana helbet tiştên wekî an jî bertekên refleksîf jî hene. Lê belê haz û aqil du hespên kihêl in, du desthilatdar in. Bingeha herdu têgehan jî xwe digihîjîne heyamên zarokatiyê, bi ya min kesên têrşîrxwar tevgerên wan li ser dîwarê êqil diqorin, kesên kêmşîrxwar jî tevgerên wan li ser dîwarê hazê diqorin, helbet em nikarin bibêjin sedîsed wiha ye, lê bandoreke mezin lê dike. Çimkî wekî me go heyamên zarokan û organa pêsîrê bandoreke gelek mezin li jiyana mirov dike. Herdu têgeh (haz-aqil) jî cewherên dînîtiyê ne, çimkî yek dirûxîne, yek jî ava dike, lê talî bingeha herdu têgehan de rûxandin heye, rûxandin jî hinekî dînîtî ye. Çimkî kesên zêdeyîn xwe, xwe bi werîsê êqil digirin bêtir hişk dibin, hêla wan ya hestan jî dest ve diçe an jî kêm dibe, kesên xwe zêdetir bi hazê ve girê didin jî zêdetir ji rê derdikevin. Hêla wan a êqil kêm dibe. Yanê Çavnebarî û çavbirçitî dibe sedemên rûxandinê, loma dînîtî ne, sersebeb û bingeh jî berî welidandinê û heyamên zarokatiyê ne, ji xwe hatina heyatê bi xwe dînîtî ye, jiyîn bi xwe dînîtî û tewşîn e, loma teoriya dînîtiyê tewşbûn û jiyînê xweştir û geştir dike, heyatê watedar dike, tewşbûnê serdest dike, her çiqas tewşbûn jî wate û watedarbûnek be, lêgerîn û gerîna wateyê û watedarkirinê teoriya dînîtiyê ye.

Li gor Klein, Çavnebarî îfadeyên tehnên(itki) rûxanî yên oral-sadîst û anal-sadîst in, di despêka heyatê de bi bandor e û bingeheke wê ya irsî (genetîk) heye.

Klein dibêje, di bingeha başiyê û xirabiyê an jî avakirin û rûxaniyê, hezkirin û nefretê de irsîbûn heye, bingeha ewil heta radeyekê genotîp e ya duyem jî fenotîp e. Helbet Klein vê teoriya xwe û palpişta xwe dide psîkoanalîzmê, divê zarok li hember bireser û kirdeyan tiştên erênî û neyînî hildibijêr e, paşê tiştên ku hildibijêre, di qada jiyana zarok de ciyekî taybet digire. Mînak, zarok dema li hember organa-biresera pêsîrê bîranînên erênî bi dest xistibin, ew zarok dê di jiyana xwe de bêtirîn erênî be, heke berevajî wê be, helbet tevgerên wan dê di heyatê de neyînî be, helbet em nikarin sedîsed bêjin dê tevgerên wan wiha be, lê bandoreke mezin li jiyana wan dike.

Bi kurtasî bîranîn û genotîp di jiyana mirov de girîng e. Çimkî bingeha avabûna çavnebariyê û minetdariyê di heyamên zarokatiyê ve girêdayî ne. Em nikarin ji hevdu cihê bifikirin. Çawa ku bingeha avahiyekê girêdayî beton û çîmento û qûm û hwd be, bingeha her tiştî jî genotîp e û paşê jî heyamên zarok tê de diborîne.

Hestên çavnebariyê û minetdariyê du hestên dijîtin, yek berî bi rûxandinê vedike, a din berî bi humanîzmê vedike. Helbet di navbera Çavnebarî, Hesûdiyê û çavbirçîbûnê de cihêbûn hene, çavnebarî (zikreşî) hesteke rûxanî ye. Arezûya mirov a ku li hember tiştekî, dema li cem kesên din be, a wê çaxê dixwaze wî tiştî bi dest bixe, heke bi dest nexe dê bixwaze birûxîne, di bingeha çavnebariyê de dê û kesên ku ew dîtir dî ye heye. Hesûdî jî xwe dispêre çavnebariyê, feqet ferqa di navbera wan de duyan de kirde heye û kirdeyek ketiye navbera wan, lê di çavnebariyê de kirdeyek tenê heye... Helbet têgehên nêzî hev in û hevdu têr dikin. Çavbirçîbûn hinekî nehevparîbûn e, lê Çavnebarî birçîbûneke taloke ya rûxandinê ye. Minetdarî hinekî din rehm e, di bin konê siya superegoyê de mezin dibe. Ciyê ehleqê ye, ciyê civakê ye, ji takesiyê dûr e. Lê Çavnebarî û çavbirçîbûn bêtir bi têgiha hazê ve girêdayîye, hinekî şexsî ye, meyildariya hazê hinekî rûxandin e. Helbet heta tiştek nerûxe, dewsa wê de tiştekî nû jî ava nabe, loma asas rûxandin ne tiştekî xirab e. Têrkirina çavbirçîbûnê helbet bêîmkan e, çimkî tim dixwaze, xwestekên çavbirçîbûnê naqedin. Yanê xwestekên çavbirçîbûnê ji kirde û bireserê wêdetir diçe, çavbirçîbûn di çarçoveya derhişîn de ye. Yanê ger ji zarok bê ew ê pêsîra dê tenê nemêje, ew ê wê pêsîrê dake û bixwe. Lê di Çavnebariyê de êdî radeya nebaşiyê û xirabiyê dest pê dike, heke bibe ew ê pêsîra dê û heta heta dê bi xwe bixwe, xirabiyê pê re bike, yanê di çavnebariyê de zarok xwebûna xwe ya xirab û nebaş dê derbasî dê bike.

Ferqa çavnebariyê û çavbirçîbûnê ev e; yek tim dixwaze pêsîrê bikoje heta ku vala bike, a din jî jê bê ew ê xwebûna xwe ya xirab û rûxandî di dê û pêsîrê de vala bike. Yanê tevgerên oral-sadîstîk û anal-sadîstîk in. Di çavbirçîbûnê de teyisandina hundirîn heye, di çavnebariyê de têkiliya wê bi teyinsandinê re heye, em nikarin sînorekî teqez têxin navbera herduyan lê belê em dikarin şîroveyên wiha bikin, wekî çavbirçîbûn destpêka çavnebariyê ye, heke herdu neyên qontrolkirin dê rûxandinê destpê bike. Rûxandin jî destpêkeke dînîtiyê a zarokatiyê ye, zarokatî dînîtî ye û bingeha teoriya dînîtiyê ye. Çimkî têgehên wekî Çavnebarî, çavbirçîbûn, minetdarî giş bi takesiya mirov re girêdayî ye. Di qada heyatê de heyamên zarokatiyê girîng in heta berî heyamên zarokatiyê hîn bêtir girîng in. Çavbirçîbún, tirsa ku yên di destên xwe de winda bike heye, lê di çavnebariyê de, a ku dixwaze dema di destên kesên din de dibîne êşê hîs dikin û dikêşin, kesên Çavnebar ji kesên heyata wan bi kêf û xweşî derbas dibin hez nakin, lê ji kesên ketî û di sefaletê de dijî hizûrê dide wan, yanê bi kurtasî Çavnebarî ji rûxandin û xirabiyê bêtir hez dike.

Çavnebarî hesteke xwekêmdîyînê ye. Çi hestên nebaş û xirab hebe li pê xwe xwêr re dikêşîne. Kesên çavnebar têrkirina wan mesele ye, tu carî têrnabin. Karakterê Shakespeare Othello ji ber çavbirçîtiyê biresera ku jê hez dike dikuje, li gor Crabb, navê vê hestê, “Hesta xwekêmdîyîna çavbirçitîyê” ye. Dibêje sedema wê jî tirs e. Yanê em dîbînin, hestên çavnebariyê û çavbirçitiyê di her qadê de heye, di berhemên wêjeyî de divê em van têgihan miqate bin, tehlîlên xwe hema çawa lêhato nekin, ji ber ku kurd û berhemên wan bi serê xwe mijarên psîkaoanalîstê ne, her cure nexweşiyên derûnî bi kurdan re heye, helbet sedemeke wê jî bindestî ye. Loma divê berhemên kurdî jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin û rexnekirin, gerek neyê paşguhkirin.

 

Mesela li gor Kleîn têkiliya zarok û pêsîrê gelekî girîng e, çimkî çavnebariya ewil a zarok pêsîr e. Pitik hemû arezûyên xwe, di vê pêsîrê de dibîne, dizane ew pêsîr bêsînor şîr û hezkirinê bide wî, dema ku bê birîn, ew ê nefreta wî zêde bike û têkiliya zarok û dê ew ê çeloxwarî bibe, paşê çavnebariyeke zêdeyîn dê biafire û ew ê bibe sebebê Şîzoîd û paranoîdîkê... Helbet bo zarokên law û keçik heman tişt ne derbasdar in. Cihêbûneke wan heye. Zarokên keçik daxwaz û xwesteka wan a ewil tim ev e; dixwazin têkevin dewsa dêya xwe, çavnebariya zarok a keçikê vê carê ne li ser pêsîrê ye, çavnebariyê pitika keçik li ser “Îmgeya kîrê bavî ye, yê ku dê dikêşîne hundirê xwe" Di hundirê vê îmgeyê de, zikê dê de zarok hene, zarokan tîne dinê û wan têrkirin didin. Dema em li vê paragrafê dinêrin di pitikên zarok de Çavnebarî û çavbirçîbûnê berê xwe bi organên din û bi kirdeyên din vedikin. Çimkî em dizanin pitikên law û keçik li hember dê û bavên xwe di komleksên cihê de dijîn... Her wiha sedemên wê jî komleksên Odipûs û Elektra ne. Ger pitik têra xwe şîr venexwin radeya çavnebariyê dê zêdetir bibe û pitikê têkeve hîseke ku ez jî pêsîrê hatime veqetandin û li hember hezkirina pêsîr û şîr dê hesteke neyînî bi xwe re çêbike. Paşê hestên nebaş ew ê li pêsîr û şîr barbike... Loma li gor psîkoanalîzmê di avakirin-avabûna kesayetan de xwebûn û xwe dijwar e, tim kêmek û kêmbûnek heye, ew hêla kêm dînîtî temam dike, dînîtî teoriya entelektuelbûnê ye, temamkirina xwe û xwebûnê ye, redkirina gelek tiştan e, kesên nikaribin red bikin nikarin bibin xwe, nikarin kêmbûna xwe jî temam bike. Her mirov kêm e, wêrekî ew e ku meriv karibe kêmbûna xwe temam bike, ew kêmbûn bi entelektûeliyê temam dibe, ango bi dînîtiyê xwe serrast dike û temam dike, dibe xwe û xwebûna xwe a bêminet ava dikin....

Sûdwergirtin:

Melanie Klein, Haset û Şukran, metis

Hin Nivîsen Nivîskar

Deqa li ser kulîlkê

  • 31 Tebax 2019

Gotinên bîranînên bîra zarokatiyê di bêjinga hiş de maye û serasera rêz dibin, mîna şekelîyekêdiherikin hebên ku di binê ziman de tam dane...

NIVIŞTÊN ŞOREŞÊ

  • 04 Rêbendan 2020

Ji bo” Koma Xwendinê A Amedê û Endamên wê...”Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” de du dikên sehneyan heye û...

BEYTIKÊN ŞEVÊ

  • 13 Tebax 2020

Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

FIFA'yê berendamên lîstikvanên herî serketî eşkere kirin

ad

Avatar wê vê carê me bibe Marsê

ad

Fîkstura Lîga Super hat kişandin

ad

Festîvala Filman a Silêmanî jî hate betalkirin

ad

'Divê li dibistanan jî Melayê Cizîrî hebe'

ad

Ji vê televîzyonê çi dixwazin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname