logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Divê kî di lîsteya HDP'ê de heba?

  • Dîrok: 10/04/2015
Gotina pêşî: Ez vê nivîsê ne wekî rojnamegerekî kurd, wekî kesekî ku dengê xwe dide HDP'ê dinivîsim. Navên ku li jêr derbas dibin ne hiqûqek min a menfîetê ne jî rikek min li hemberî wan heye. Min li ser wan nirxandina xwe li gor baweriya xwe kiriye.

Gotina duyem: Lîsteya HDP'ê ne mikemel e, lê ez wekî hinan nikarim bibêjim xirab e. Ligel rexneyên me, sedî sed ev lîste heq dike ku mirov dengê xwe bidê.
Ez dixawzim li ser hin xalan bisekinim. De fermo:

Dogan û Firat
- Hebûna navên wekî Mîr Dengî Firat û Celal Dogan tiştek baş e. Nebûna Hatip Dicle tiştek xirab e. Çima nîn e ez nizanim.

Leyla Zana neba!
- Bi ya min ne hewce bû Leyla Zana careke din wekî berendam bihata nîşandayîn. Rast e, Leyla Zana sembola jina kurd e, rast e, keda wê heye û bi ya min ew jî yek ji "Rûsipî"yên (RÛSPî ji bo mêran tê gotin, lê ev peyvek xweş e, loma min bikar anî) kurd e. Bi ya min wisa bimana baştir bû. Ji ber ku Zana di 5 salên dawî de qet tiştekî nekir, loma ez dibêjim careke din mebûsî heq nekir (hûn dikarin li rûpela meclisê binêrin ka çi kiriye, yan jî nekiriye. Her wiha li qadan jî nîn bû). Li nav kurdan jî zêde tiştek nekir. Hurmeta min ji bo Zana gelek e, lê ev nayê wê wateyê ezê meseleyê rexne nekim.
Bi ya min ji kontenjana Barzanî, bi erêkirina Ocalan careke din bûye berendam.

- Li Amedê bûyîna Nursel Aydogan careke din bi ya min ne di cih de ye. Divê neba. Ew jî ji lîsteya JÊR ketiye lîsteyê.
- Ev tevger ne tevgera xal û xwarziyan e. Bi salan Ocalan wisa got. Gere wisa bidome jî. Lê hin kes ji Ocalan zêdetir xwe Ocalanparêz dibînin. Bi ya min ji ber vê yekê Biraziya Ocalan wekî berendam nîşan dane. Ez wisa dibînim ku ev biryara Tevgera Jinan e, lê xwezî tiştek wisa nekira. Ne ku ez Dilek Ocalan baş nas dikim; mesele ji vê wêdetir e.

Ozsokmenler heq dike
- Yurdusev Ozsokmenler ev zêdetirê 20 salan e di nav têkoşîna kurdên bakur de ye, gelek keda wê heye. Bi ya min mebûsî heq dike, lê ne bajarê Wanê ba dê baştir ba. Ji ber ku ji Hevseroka HDP'ê Yuksekdag (dixwazim bibêjim kesek tirk) jixwe hebû, loma xwezî li bajarekî din bihata nîşandayîn.
- Gelek kêfa min hat ku Feleknaz Uca bûye berendam û dê bê hilbijartin.
- Kêfa min hat ku Ahmet Yildirim (Hîndekarê Zanîngeha Dîcle, endamê RTUK'ê li ser navê HDP'ê bû) berendam e. Li Mûşê 4 mebûs hebûn, 2 me, du jî partiyên din derxistibûn. Vê carê mebûsek Mûşê kêm bûye, 3 mebûsên Mûşê hene û Yildirim di rêza duyem de ye.

Dêrsim
- Li nav hemû bajaran herî zêde berendamên Dêrsimê li xweşa min çûn, ji ber ku Alican Unlu (rêza yekem) jî Edibe Şahin jî bi salan keda wan di nav vê tevgerê de çêbûye. Herduyan jî berendamtî heq kiriye, ez hêvî dikim dê bêne hilbijartin jî.

Tifaq
- Li bajarên kurdan tifaqa kurd, kontenjanên ji wir hatine, li bajarên tirkan tifaqa bi çepên tirk re xwe di nav lîsteyê de nîşan didin. Ji bo yê bajarên kurdan ez nikarim tiştek bibêjim, lê ji bo bajarên tirkan vê bibêjim: Xwezî kesên wekî Ercan Kanar jî heba.
- Di lîsteyê de wekî ku zêde berendamên oldar hebin, gelo ez şaş im.

Yên ku heq dikirin
- Bi ya min gelek kesên din ku heq dikin hene lê di lîsteyê de nîn in. Yên ku bi ya min heq dikirin ezê nav bi nav hinan bibêjim:
Meral Daniş Beştaş: Beştaş di nav vê tevgerê de yek ji jinên jîr e. Neheqî lî hatiye kirin ku li Edeneyê di rêza duyemîn de ye. Beştaş heq dikir ku di cihek di rêza yekemîn de be. Hinek neheqî lê bûye. Ez hêvî dikim dê bê hilbijartin û ev neheqî ji holê rabe.
Nejdet Atalay: Atalay wekî Şaredarê Batmanê hat hilbijartin, lê nehiştin karê xwe bike. Çar salan ji "Doza KCK'ê" girtî ma. Bi ya min heqê wî hebû ku wekî berendam bê nîşandayîn
Ali Urkut: Urkut ji Rêxistinkirinê Berpirs Cîgirê Hevserokên Giştî ye. Ji nav rêxistinê tê. Bi salan Serokatiya Rêxistina Amedê kir. Çima ew nekirine berendam min fêm nekir.
Kemal Pekoz: Pekoz bi ser 20 salî re ye di nav vê tevgerê de ye, di nav gelek komîsyonên hilbijêr de cih girtiye, gelek ked daye. Hê jî endamê Meclisa Partiyê ye. Li Stenbolê birine di rêza 9'emîn de nîşan dane. Ez şaş bûm. Wî rêzên yekemîn heq dikir.
Cemal Coşkun: Herî dawî nûnerê partiyê yê Hewlêrê bû. Ew jî bi ser 20 salî re ye di nav vê têkoşînê de ye. Dixwest bibe berendam jî.
Mustafa Avci: Avci, niha endamê Meclisa Partiyê ye. Di hilbijartina din de ji bo têkçûnek çênebe ji bo Levent Tuzel bi paş ve vekişiya. Vê carê bi ya min heqê wî hebû.

Culemêrg, Şirnex
Niha jî em hinek li ser bajaran bisekinin:
Li Culemêrgê cara din rewş 3-0 bû, ez hêvî dikim dê vê yekê dubare bike û ji Şirnexê jî hêviya min a 4-0'ê heye.
Dara Turhan* qala 3-0'iya Sêrtê dike. Qewlê pîra min re: "Bila dengê te biçe Xwedê."
Amed ji 8'an kêmtir mebûsan derxe ezê ji Amedê îstîfa bikim.
Batman 3-1 be dê gelek baş e, de ka...
Heqê me ye ku em ji Rihayê jî li benda hejmarek baş bin.
Stenbol dixebite. Hevserokên Stenbolê Cesim Soylu jî xanim Ayşe Erdem jî dixebite. Ka Stenbol dê bersivek çawa bide, em dê binêrin.

Gotina dawî: Bi xêr û guneyên xwe lîsteya berendamên mebûsiyê ya HDP'ê pîroz be. Pêdivî pê heye her kes bi qasî du qatî hêza xwe bixebite û bendavê tar û mar bike. Ez wisa hîs dikim ku dema bendav tar û mar bibe piştî wê pêvajoyê dê hinek hindiktir kurd bimirin. Lê bendav têk neçe mixabin tirsa min ew e ku zêdetir kurd dê bimirin.
Ha, ez vê jî bêjim: HDP bendavê derbas neke dê ji bo min surprîz be, lê bi ser bendavê re her pûanek ku bigire ji bo min ne surprîz e. Lê xebat, xebat û careke din xebat divê.
 
*- Li HDP'ya Sêrtê pîrozbahî dest pê kirin 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Dogu Ergîl û pirsgirêka kurd

  • 30 Avrêl 2006

 Ez bawerim hûn Dogu Ergîl nas dikin. Ergîl, di salên 90'î de li ser navê TOBB'ê raporeke bi navê "Pirgirêka Rojhilat, teşhîs û tesbît" amade...

Meseleya kurmancî, soranî û Xalê Îbo

  • 18 Sibat 2008

Cemil OguzPiştî ku hevpeyvîna Wezîrê Perwerdehiyê Dilşad Ebdurehman di rojnameya "Kurdistanî Nwê" de hat weşandin û li malperên kurdan de belav bû...

Balîfa çapemeniya kurdan a Amedê

  • 06 Tîrmeh 2023

Emê di vê nivîsê de berê rexneyeke biçûk bidin rojnameyên (û hin malperên) kurdan ên ku li Amedê weşanê dikin. Ev ji bo bajarên din jî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cenazeya hunermend Çelîk hate definkirin

ad

Serokwezîr û cotstandardî

ad

'Nûçeya Rûdawê derew e'

ad

Dozgerê Qoserê: JÎTEM girêdayî dewlet û siyasan e

ad

Documentarist li benda belgefîlman e

ad

Protestoyeke wisa

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname