Arjen Arî vê carê bersiva pirsên Diyarnameyê dide. Û qala windabûna dosyayên xwe dike, qala helbestvaniya xwedike.
Xwendevanên Diyarnameyê her hefte nivîsên Arjen Arî dixwînin. Lê vê carê dê Arjen Ariyekî din bibînin di vê hevpeyvînê de.
Dê xwendevanên Diyarnameyê bibînin ku çawa dosyayên Arî hatin binçavkirin, çawa dosyayên wî winda bûn, wî çawa dev ji helbestê berda, kilît li derî da û çawa ew kilît careke din hat rehmê û deriyê helbestê vekir...
Belê fermo pirsên Diyarnameyê yên li ser nivîs û nivîskariya kurdî û bersivên Arjen Arî yên ji bo van pirsan. Lê ji pirs û bersivên ku di vê nîqaşê de heta niha hatine cihêtir nivîskarê me Arjen Arî xwestiye berî bersivdayînê hin tiştan bibêje. Fermo gotin ê Arjen Arî, xwendin ê me:
***
Berî bersivdayînê dixwazim spasiyek germ bidim her du hêjayan Dawûd û Cemîl, ku bi liv û tevger û hewldanên xwe ‘berstûka’ hin babet û mijarên girîng; wekî ziman, nivîskarî, weşangeriyê…vedikin û dikin ku em ‘nivîskar’ bi bîr û boçûnên xwe tevî vê ‘xwederbirînê’ bibin…
Rastiyek e: em kesên –ji bilî xoşewîst Rojen Barnas- ji nifşê di navbera Cegerxwîn û nifşê Rewşenê de van salên dawiyê, yanî dereng gihîştin payeya helbestkarî û nivîskariyê.
Jixwe careke ji caran di sohbeteke babet ‘ji aş û kaş’ de xoşewîst Firat Cewerî ji min re gotibû, ‘Arjen Arî, tu mîna helbestvanekî li xwe nanihêrî’.
Bi qasî ku Firat şahidê helbestên min ên ewil bû, ciwanmêr rast digot.
Ez ne pir; hindek caran ango carinan xwe mîna helbestvanekî dibînim û mîna helbestvanekî tevdigerim.
Biderengîketina vê nivîsê jî heman sedem e.
Dîsa jî, şahid hene ku di salên 70’yî de min gotiye ez ê biçim Swêdê bibim helbestvan!
Axir, neçûm Swêdê lê belê bûm helbestvan!
Û dîsa, piştî sih salên xitm bû qismet ku li Swêdê li mala xwişka xwe helbestê binivîsim. Di diwana bi navê ‘Şêrgele’de helbesta ‘ev gelî’, ‘hêvî’, Agirî, îremkê …li Swêdê, li mala xwişka min ji nava hest û hizrên min peyv bi peyv pengizîne ser kaxizê!
Lê…?
Lê, wekî ku pêşiyan jî gotine, ‘li şûna pezê pirr man du kavirê kurr’ piştî gorînkariya bi destê leşkeriyê hate kirin; ji bedêla ku wekî helbestkarekî peyv-gurz; rabim, li pêşberî zilm û repe-repa pêyê artêşa qirker û dagirker rawestim; erê wekî hizbên wê demê dersînor nebûm, erê destên min jê nebû û min nekarî vê axê bihêlim û biçim; lê min jî xwe û bi xwe re helbest jî vekişand xewlaneya bedêngiyê. Mîna şeytanokê di kêlîka xeterê de xwe vekeşîne qaqilê xwe, min çiqasî hewl da, da ku bêxisar û bêzirar ji bobelata qewimî bifelitim; girtinên heftî heftî ne tê de; rastî girtin û desteserkirinên 30 roj û 50 rojî û birîndariyeke birayê mirinê û mişextiya min a ku li ser axa min hê jî didome bûm… Yanî…yanî di gel ‘sefartiya’ li vir û li wir, dikarim bibêjim ku nebûm an jî nekarîm bibim ‘sefarekî’ pak û çê û çak!
Ji vê hizr û hişmendiyê; pênaseya ‘Arjen Arî helbestkarê kurd’ hê jî, îro jî mîna barekî ku min nekariyê hilgirim/ragirim, dibînim û di bin giraniya wê de ditewim.
Li vir hewce nake ku sedemên vê yekê mîna tizbiyeke 99 lib bi hev ve kim.
Hew yek bi tenê, têra nelêvandina 98 sedêmên mayî dê bike:
Piştî Hemedanî, Mela, Xanî, Cegerxwîn…helbestkariya qewmekî qedîm û bindest…ku du sed sal e bi girr û înad daye du azadî û mafê xwe yê rewa?!
Di gel vê rastiya neguherbar, ‘salan dan dû salan, rehmet li dê û bavê hazir û guhdêran’ û rojeke ji rojan, min dît ku helbestkarek im.
Mîna ‘mukirhatineke’ li xwe û li derûdorê min ev gotibe jî, bi vê delîveya ku bi destê min ketiye dixwazim li vir ‘gotinê’ bixim bin nîrê nivîsê: Di sih salên ku min li dû xwe hiştin de, min tu rojan, tu wextan helbest nekir qest û mebesta jiyana xwe: Ya rast; helbest her li tengala min ma û min ew mîna mindalekî bi xwe re, wirde wirde mezin kir!
Niha, êdî ew, yanî helbest di temenê min û yê xwe, yê hezar salî de ye!
-
Tu berhema/ên xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
Afirandin…
Sala 76’ê yekem car li talanê min hate xistin: di girtina bi ser malê de polîsan çi tirkî çi kurdî, ketûber hemû helbest, hin pirtûk û xirxalê ku min ji kesa ku di pêşerojê de bibûya dildara min, min kirîbû birin û çûn…
Di sala 80’yî de wekî gelek kesên wê demê, rastî êrîşekê hatim… ku hemû mal û mewdan, terş û ferş û merş hate enfalkirin: Helbestên min ên çarînî û qesîde û xezel ku nusxeyeke din nîn bû li nik min, di tomargeha tevgereke siyasî de çûn av û av…
Sala 92’yan min derbeya herî xedar xwar: Keda deh duwazdeh salan, yanî li tevî kurtêlên ji devê gurê 12’yê Rezberê filitî, heyîn û dewlemendiya min a heyî, xebata min a bi navê ‘kulîlkên bihara derengmayî’ ku dê hatibûya çapkirin li cihê ku wekî emanet hatibû danîn, bû pariyek nan!
Piştî vê rûdanê, ez ji xwe jî ji helbestê jî, ji mirovên ku min ew wekî meriv didîtin jî tengijîm, sil bûm, sar bûm…
Windabûna wê dosyayê kir ku zêdeyî du salan ji xwe aciz bibim û ji helbestê birevim.
Belkî jî kovara Nûdem, û destnivîsên ku min ji xwişka xwe re dişandin Swêdê kirin ku dîsa û ji nû ve li helbestê vegerim.
Niha…êdî azad im.
Maseya min ji qewîtiya Mayakovskî jî dirêjtir û ferehtir e.
Û jixwe, ji sala 1994’an ve min hemû nivîs, destnivîs, reşnivîs ji kun û qul û qawêran derxistin û min li ser maseyê kirin ristik.
Ew roj e ev roj e, ez û Arjen Arî carinan wekî yek kesî, carinan jî mîna du kesên cuda li malê, li taxê, li kolanên bajêr, di nava malbatê de dijîn!
Lê min 25 sal û 6 heyvên xitm, her ku berê xwe dida kar, hema hema her sihar risteke qesîdeya Namik Kemal “Îzzet û îqbal île ayrildik bab i hukumetten” dianî bîra xwe.
Soxî di sala 2002’yan de malnişîn bûm.
Qirdê min e; piştî ku teqawit bûm, azadî hat (!) Tirkiyeyê û ev welat bi saya serê kurdan li aştiya xwe ez jî li feqîriya xwe geriyam!
- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Li vî welatî jiyîn, bi tena serê xwe astengiya herî mezin e.
Wekî nivîskarekî di nava civakê de liv û tevger, rabûn û rûniştin, dan û stendin…hê nû ye û civat di bin ‘sponsoriya’ hin bizav û derûdoran de ‘prototîpê nivîskarê kurd’ di serê xwe de hê nû diwênîne.
Ev ‘wênandin’ dê demeke dirêj biajo!.
Her ji bo zanîn; tevgerên siyasî duh jî îro jî her û her nebûne ‘berbûyê’ berhema nivîskar; berevajî vêya, hê jî her rêkxistin piştgir û piştevanê ‘nivîskarê xwe’ ye. Yanî, ku em ristên Ehmedê Xanî: ‘Dîn çû û bi dest me neket dînar/Talî ji neçarî bûyne sefar’ bi bîr bînin, emê bibînin ku rewş zêde neguheriye: Nivîskar – ji bilî çend merivên jîr û şareza- dîn ji dest çûyî, dînar bi dest neketî, sefarê vî zimanî ye.
‘Sifrê xef’’, ‘sifrê qirtasiye’ ku Ehmedê Xanî lê dia kiriye û gotiye hûn jî diaya xwe bixin ser, bi feraseta ‘reş bik dilê xwedî xweş bik’ re rû bi rû ye!
Di civakeke bindest de, hunermend û nûser her li rex civakê bûne; û jixwe tu koşk û serayê ku nivîskar vekişiyê, ji xwe re bike star û jîngeh jî nîn e; ji odeya wî ya xebatê pê ve. Ku ew jî hebe!
Heta ku derbasî pexşanê nebûm, ez rastî astengînine berbiçav nebûm.
Lê niha, bi qasî ku ji hêla wext û cih de pirsgirêk nexuyin jî, pirsgirêka sereke ji bo berhema ku niha bi ser de tewiya me û dixwazim wirde wirde binivîsivim û biqedînim ‘Rojnûska Serhildana Şêx’, hatiye cihekî û ji wir nikarim bilivînim: Yek, divê berhemin din ên di derbarê serhildanê de bixwînim û hin têbiniyan bigirim; didu, divê li cihê serhildanê bigerim, ji ber ku fantazî û afirîneriya nivîskar heta cihekî têrî berhemeke ku mijara xwe ji rastî û qewimîna civakî-dîrokî distîne, dike. Ev tiştên ku dê bêne kirin jî bi pereyan dibin. Ka em mêzênin.
- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Wekî ku hûn jî dizanin; Seyda Cegerxwîn di 43 saliya xwe de dîwana xwe da çapkirin!
Berhema min a ewil ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’ Avesta di sal 2000’î de çap kir, ku wê gavê ez 44 salî bûm.
Bi qasî ku Weşanxaneya Avesta her du berhemên min ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’, ‘ev çiya rûspî ne’ çap kirin, çîrokeke bi ser ê xwe ye, min ‘Destana Kawa’ û ‘Eroûtîka’ dan weşanxaneyên din, lê dîsa bi ‘Şêrgele’ li Weşanxaneya Avesta vegeriyam.
Kurdan gotiye, ‘nanê xwe bide nanpêjan bila nanekî te zêde biçe’!
Min di vî biwarî de heta niha çi astengî nedîtiye û nekêşaye.
Ev, nayê wateya ku hemû nivîskarên kurd bi hesanî û bêsergêjî dikarin berhemên xwe çap bikin!
Lê, astengiya di vî warî de mirov dikare bi ser sê çar rexan de dabeş bike:
1- Nivîskarên ku li derveyî welat dijîn û li welêt bi pereyên xwe berhemên xwe çap dikin dibin sedema ku berhemên nivîskarinan di bin çengên wan de bimînin.
2- Nivîskarên ku li welêt dijîn û li welêt bi pereyên xwe berhemên xwe çap dikin bazara sûka çapê li bin guhê hev didin!
3- Neyîna/kêmbûna xwendevanan dike ku weşanger xwe li serê nivîskar giran bikin û bikin mine-min!
4- Di demên dawî de projeyên duzimanî, yek li ba berhemên sponsorpeydakirî, bazareke nû anîn/tînin sûka kesat!
5- Ji yên sax pirtir hewldana çapkirina berhemên nivîskarên nesax, ku ev yek jî di bin diruşmên li ‘wêjaya kilasîk xwedî derketin’ de tê kirin!
Ez heta dawî bi tevgera vejandina wêjeya kilasîk re me…Û jixwe ev tevger têra xwe diravan dixwaze. Kesek ranabe bo ‘xêra yabo û yadê’ vî karê giran, şîroveya belaş nake!
Wekî mînak karê ku Mamoste Qedrî û Weşanxaneya Avesta kiriye, têra xwe hêjayî pesindayînê ye. Helbet; Ehmedê Xanî neyê naskirin neyê xwendin, Osmanê Memed, Ehmed Ronîar dê neyên naskirin, neyên xwendin.
Lê li hêla din, hişmendî û feraseta wekî ‘dezgeheke millî dîtina weşanxaneyan’, dîtineke seqet e.
Eger ji ‘xezîneya mîrî’ em bê pahr û pişk bimînin, li vê dinyayê jî li wê dinyayê jî em dawedarê pahr û pişkên xwe ne!
- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Min bi weşanxaneyê re peymaneke fermî îmze nekiriye.
Bi taybetî bi Avesta re…
Bi Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê re jî min çi peyman girê nedan û wekî telîf jî min pênc qiruşê bi qul wernegirtiye. Hew ji bo bernameya danasîn û giftûgoya li dor pirtûkê, min 500 hezar (pênc sed hezar) dînar wergirtiye!
- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Weşanxaneya Avesta wekî telîf ji sedî 10 pirtûk daye min. Di vî warî de kek Ebdula (Keskin) ne çikûz e! Sibê bibêjim ka sed libên din, ez bawer nakim ku bibêje na!
Lê pêşnîyaza amedekirina ‘Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’ji rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê hat. Piştî çapê ne wan got kerem bike ev telîfa te ye, ne min got ka!
- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Li wir peyva ‘qîmet’ tiştekî pir razber e.
Jixwe ku nivîs û nivîskarî û pirtûk bi qîmet bûna, dê qîmeteke wan jî hebûya!
- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
Tu berhem baş nayê belavkirin!
Wekî ku tê zanîn; ji ber ku şîrketên belavker nîn in, weşanxane zû bi zû pirtukan naşînin ji her cihî û ji her kesî re. Ji ber ku ew jî li gorî xwe mafdar in: Pirtûkên diçin, nabin pere û li weşenxaneyan venagerin.
- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Tu afîş û poster nehat daleqandin; ji bilî nûçe û danasîna di malperên wekî Diyarname, Netku
rd, Amîdakurd û hwd de…û danasîna di pêveka Azadiya Welat, Pirtûkxaneyê de…
- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Çêbûn e. Ez bawer im niha jî dê çê bibe.
- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Di warê weşangeriyê de feraseta ‘darê min kulavê min, rehme li dê û bavê min’ ne tu feraset e. Ev yek divê bê şikandin!
- Tu bawer dikî sedema kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Yanî… bawer nekim jî tawanbar in.
Lê nivîskar jî divê ku ne hebekî, tibabekî li berhemên xwe binêrin. Berhema ku xîtabî hest û hizrên xwendevan neke, hew ji bo ku helbest e, çîrok e bi kurdî ye, xwendevan ne mecbûr e bikire û bixwîne! Divê neyê jibîrkirin, ku xwendevanên kurdî berî xwendevantiya bi zimanê kurdî xwendevanê zimanekî din e. Ya berî helbesta Arjen Arî, divê Arjen Arî zanibe ku haya xwendevanê wî ji Ehmed Arîf heye!
Jixwe; nivîskar bi berhema ji hêla ziman ve qels, ji layê hunerî ve kulek, ji aliyê wêjeyî ve ne tu, xwediyê gunehê herî giran e.
Li wir mînaka Cerwantesê ku di şêst saliya xwe de berhemek nivîsand û ew berhem ev çar sed sal e tê xwendin û dê hê jî bê xwendin divê guharê guhê her nivîskarî/ê be!
Lê sed mixabin, niha jî nivîskarine 50- 60 salî hene ku îmlaya kurdî ne di bal û bîra wan de ye! Û devoka van jî serdestî zimanê wan ê nivîskî ye! Ê ev rewş li erdnîgariyeke din li cem nivîskariya qewmekî din hebe jî, ne ev çend e! Yanî sergoyê xelkê mîna yê kurdî bêhna nexweş nade derdora xwe!
- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kê bike? Çawa bike?
Ev derî deriyekî ku bi sê mifteyan vedibe ye:
Mifta ewil nivîskar e. Ya duyemîn weşanger e, ya sêyêmin xwendevan e, yanî bazara kesat e!
Bazara kesat kengî tije xerîdar/muşterî bûn, wê gavê dê li dikanên baş li qumaşên baş bipirsin û bigerin. Heta niha kîjan nivîskarî gotiye, ‘qumaşê min ne çi qumaş e? Li sûka ku ‘Ger ilmê temam bidî bi polek/bifroşê tu hikmetê bi solek’ her kes bibêje cawê min, qumaşê min…û Xaniyê xanî li banî jî mîna ku zanibe dê wî jî derxin sûkê, rabûbe gotibe,’Yanî ji timayê dirav û dînar/her yek ji me re bûne dildar’, ez rebenê Xwedê dikarim kîjan ava girik zelal bikim!
- Par ji 110'î zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Hema ji nîvî bêhtir…
- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Nivîskarin demeke dirêj wekî xwendevan xuya bikin û wisa bimînin ji bo pêşeroja nivîskariyê û xwendavaniyê dê pir baş be!
- Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Siltanê dewleta bêsiltan jî pê hesiya ye ku kurd ne xwendevanine baş; lê guhdarine baş in.
Kurd ji hêla zimanê xwe de ‘amî ne, yanî nexwenda! Ê xwenda jî bi zimanê tirkî xwenda ne.
Ê siyaset bi tirkî ye, bazar bi tirkî, dildarî bi tirkî, hez bi tirkî…
Ez ji xwe derkevim ser rê: Wekî merivekî ez nizanim bi qîza xwe re bi tirkî yariyan bikim. Ez ji xwe fedî dikim û qiza min jî fedî dike! Rihê ku Ehmed Huseynî behs dike ye ev: Rihê ji term derketî, bi hewa, ber bi jor de ketî…
Ji dayik û bavan û ji darê desthelatê pê ve çi hêz nikare vî rihê ji laş derketî dîsa vegerîne laş!
- Digel ku çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkûn e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nikare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Bi vê delîveyê em mikûr werin: sala 2001’ê li Îzmîrê (binêr Azadiya Welat, 28 Tîrmeh-3 Gelawêj 2001) min pêşniyaza damezrandina komeleyeke nivîskar û hunermendan kir…
Ev pêşniyar bi yekdengî û bi coş hate pêşwazîkirin û biryar hate dayîn ku komeleyek bi vî rengî were damezrandin. Axir di sala 2004’an de damezriya. Piştî damezrandinê, hinekan xwest bikin alifê hespên xwe. Wê saziyê yanî Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê heta niha 5 serok kevn kirine. Saziya ku di destpêkê de wekî Kurd-Pen hate daxuyandin û hat damezrandin, hino hino, wirde wirde bû Komeleyeke herêmî, ango lokal.. Ez bi xwe hê jî di rêvebiriyê de me. Min heta niha serokatî nekiriye û ez nakim. Lê hinek bi qasî textê siltanetiyê ji ‘serokatiyê’ hez dikin!
Kurd civakek ‘serokhez’ in. Hûr û gir…kal, naşî…zana nezan…
Yanî gotine ya… ‘kerî bê şivan nabe’!
Yê ku bi çavê ‘kerîtiyê ‘ li civakê mêzîne ji xwe wê ‘şivantiyê’ layiqê xwe bibîne!
Pirsa din a ku ji dilxwaziya we derbûye:
Îro çi hêz nikare N.P.Kurd a li Almanyayê bîne welêt!
Ji ber ku wan biraderan jî ‘bedel’ dane û divê ku ew saziya ku demeke ji bo armancên pîroz li mişextiyê hatiye damezrandin, her mişext be!
Di demeke ku ev çend pêşketin pêkhatine de li Bakur, di wexteke ku Herêma Kurdistan hatiye daxuyandin de, çi ji bo kesan, derdoran, çi ji bo saziyan …mişextî êdî ne qederek e: hilbijartinek e, ji can û dil qîmpêanîn e!
- Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Pêşiyan gotine, ‘gurî bi pereyê xwe helawê dixwe’!
Liv û tevger bi pereyan dibe. Kîjan sazî dikare bi darê zorê ji belediye an jî ji sazînin din pere an jî alîkariyê wergire! Îro li vî bajarî ev cure alîkarî bûne parçe û parî! Li Herêmê, saziyên ku bi şirîkayî yan jî hevkariya di ser destê sazînin din re xwe digihînin deriyên Ewropa eyan beyan li ortê ne. Îro gelek plan û proje bi destê kurdên Ewropayê bi hevkariya saziyên li Herêmê têne meşandin. Min ji dostekî xwe re got wisa wisa..., wî ji min re got wane belediye…Yanî îro saziyeke li Herêmê nebe referans, yek dezgeh yek nivîskar nikare du qirûşan alîkarî bigire, wesselam!,
Heta heta, ji bo maweyek kurt mayîna li mala nivîskaran jî bi rêya ‘xalo xaloyê’ mimkûn e!
Ez bersivnameya xwe bi beyteke Ehmedê Xanî biqedînim:
Têkda ne talib in, ne metlûb
Vêkra ne mihib in ew, ne mehbûb
1,2,3/06/2008/Amed


